Asya Weşûkanî
Werin em tev bi hevre li dijî Dehaqên vê serdemê, Newroza xwe pîroz bikin û agirê serhildanê yê sala 2025 an pêxin û bi vîna, xwe geş bikin. Rêber Apo bi peyam û nameyên xwe Newroza gelê, Kurd ya îsal tijî kelecan û hêvî kir û gelê Kurd tevî dost û hevalên xwe; bersiv dan peyam û nameyên Rêber Apo û careke din dilsoziya, xwe ya bi Rêber Apo re dane îsbat kirin. Di vê Newroza sala nû de gelê Kurd diwî hêviyê da ye ku, serkeftina wan tekeze. Her çiqasî dewleta Tirk di neheqî, zilim, zordarî û înkarê de îsrar jî bike, teqez gelê Kurd xwedî bîr û baweriye ye ku; dawiya şer û pevçûnan hatiye û her wê hewilbidin ku, bi tekoşîneke xurt dijminê xwe bînin ser xeta Rêber Apo û dawiyê li şer û pevçûnan bînin. Gelê Kurd bawerî dide Rêber Apo û wiha tekoşîna xwe ya ji bo, pergaleke wekhev û azadî xwaz berdewam dike.
Di van kêliyan de gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê, bi coş û xuruşeke mezin li meydanan Newroza xwe pîroz dikin û silav; didin peyam û nameyên Rêber Apo. Bi peyama Rêber Apo re gelê Kurd weke volqanekî har keliya û têhna xwe, dane tevahî gelan û mirovahiyê. Û dema ku em dibînin piştî hevdîtin, name û peyama, Rêber Apo di Kurdistan, herem û Cîhanê de; rojeveke nû daye çêkirin û bala her kesî peyam û nameyên, Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan kişand. Û ji her kesî re hate îsbat kirin ku Rêber Apo û gelê Kurd û tevgera azadiya Kurd, ne tenê ji şer û pevçûnan re ji aşîtiyê û biratiyê re jî amadene. Û careke din hate îsbat kirin Partiya Karkerê Kurdistanê, tundrew nîne û berowajiya wê ji bo parastina gelê; xwe û rizgarkirina wan ji qirkirinê 50 sale ku li hemberî zalim û desthilatdaran tekoşîn dike.
Li ser van temelan gelê Kurd pîrozbahiyên Newroza xwe, ya îsal daye destpêkirin û bi kelecan û coşeke pir mezin; dest bi pîrozbahiyên xwe kirine û deng û rengê xwe dane, tevahî Rojhilata Navîn û Cîhanê. Bi pêxistina agirê Newrozê fikir û hestên gelê Kurd ê ji bo, azadî, wekhevî û xwişk û biratiya gelan şiyar kir û kelecaneke mezin li cem wan; daye çêkirin. Weke ku têye dîtin Newroza gelê Kurd a sala 2025 an, wê bi xwe re hêviyên serkeftinê mezintir bike û ji gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê re; bibe ronahî û îlhama tekoşînê. Agirê destê Kawayan bûye herikîna ber bi Mezra Botanê ve. Agirê Newrozê yê pîroz bûye sembola têkoşîna vejîna nû a civaka Kurd û jiyana azad. Arê destê Mezlûman bûye weke volqaneke sincirî û ber bi pêşde, diherike û gemara sedê salan dişewitîne. Ev agirê ku bûye xwe îfade kirina herî xurt a piştevanî, berxwedan û nasnameya Kurdê resen û azadî xwaz.
Arê Newrozê ji gelê Kurdê serfiraz û azadî xwaz. Gerek were zanîn ku Newroz ji bo gelê Kurd û bi taybet jî ji bo jinên çalakvan, dibe meşeleya azadiyê. Weke ku têye zanîn agir cara yekem li cihekî bi wate, weke erdnîgariya Mozopotamya û Rojhilata Navîn; bi destê jinên xwedawend hatiye peyda kirin. Û wê jî hiştiye ku pîroz were dîtin û heta roja îro jî li erdnîgariyên, cuda wek hatina biharê, şiyarbûna xwezayê tê dîtin û bi wate kirin. Newroz ku wateya xwe nû roje û destpêka saleke nûye û di demsalên Kurdî de jî, heman tişte yanî destpêka biharê û zindîbûna xwezayê ye. Û weke ku têye zanîn her sal di 21’ê heyva adarê de cejna, Newrozê ye û li her devera Kurdistanê têye pîroz kirin. Ji xwe wateya ku Kurd li cejna Newrozê bar dikin jî gelekî dewlemend û cuda ye. Û ji berê de kelecana vê rojê gelekî zêde bûye û wata xwe jî mezin bûye.
Ji bo netewa Kurd cejna Newrozê weke roja li dijî, zilmê serî hildan û tekoşîn kirinê ye. Newroz weke roja ku Kawayê hesinkar li dijî Dehaqê zalim, bi dadan û geşkirina agirê pîroz têkoşîna xwe bilind kiriye. Weke ku têye zanîn Kurd îro jî Newrozê bi armanca yekitiya, neteweyî û berxewdanê pîroz dikin û tilîliyên jinên berxwedêr; heyanî esmanên heftan bilind dibin. Di mitolojiya gelê Arî de cejna Newrozê sembola azadî û serfiraziya, neteweyî ye li diji hikûmdarên zalim û destpotên weke Dehaqê xwînmij e. Û li gorî çîrok û destana Kawayê hesinkar, têye gotin ku keyê Asuran Dehaqê zalim û xwînxwar bi lêdana çakuçê destê; Kawayê dilêr têk diçe û gel ji zilmê xilas dibe. Û vê serkeftinê jî bi pêxistina agirê pîroz bi wate dikin.
Ji ber vê sedemê her sal di dîroka 21 adarê de roja cejna, Kurdan ku jêre têye gotin Newroz agir têye pêxistin û tê; pîroz kirin û her dever tê ronahî kirin. Ew agirê geş li her deverê têye pêxistin û bi taybet jî li cih û warê bilind û ciyên weke, ser serê giran û lutkeyê çiyayên Kurdistanê yên berz agir geşdibe. Ew agirê ku ji dûrve diteyise weke sor guleke demsala, biharê û rengê xwe dide. Di dîroka gelê Kurd e pêxistina agirê Newrozê, bûye çandeke resen û kevneşopî yeke netewî. Pêxistina agir ji mirovên Kurd re çandeke resen û dîrokîye. Pêxistina agirê Newrozê di dîrokê de bûyereke kironolojîke û gerek pir, were lêkolîn kirin ji bo ku hîn baştir were zanîn; bêka çawa cejna Newrozê teşe girtiye û hatiye vê rojê. Ji xwe giringiya agir û pêxistina wê ji bo mirovan gelekî bi wateye.
Weke ku têye zanîn agirê Newrozê têye wateya, ronahî, germahî, pakî û ji bo durxistin û şewitandina, ruhên xerab li cem Zerdûştiyan û ev jî dihêle ku xwedî giringîyeyeke jiyanî be. Çanda agir li cem gelê Kurd, xwedî gelek wateyên girînge û di mîtolojî, rê û resim û kevneşopîyan de jî; agir pîroz hatiye dîtin û çandeke ku gelek perspektîfên cuda, dinava xwe de dihewîne. Agir ne tenê ji bo gelê Kurd bi wateye û ji bo gelek çand û civakên cûda, jî xwedî wateyên dewlemend e. Ji xwe di pêvajoyên dîrokî de jî agir ji bo mirovan, bûye bingeha jiyan domandinê jî. Û ya din jî civaka mirovahiyê agir yan jî ar; weke alavên cuda bikar anîne û bûye çavkaniya dumdariya jiyanê. Agir di heman demê de navenda tevahî pîrozîyan e. Û agir hewandina wateyên ruhî jî digire nava xwe de. Ji xwe agir piştgiriyê dide afirîneriya mirov û pêşketina, teknolojiyê jî.
Agir bûye wesîleya pijandin, bikaranîna metal, germkirina zivistanên sar û cemidî; bi taybet jî li warên; qerisî weke çiyayê Serhed, Qars, Erzirom, Katoyan, Dêrsim, Gerzan û çiyayê Sebelanê. Zerdeştê Kal li çiyayên Zagrosê û bi taybet jî li çiyayê Rojhilatê Kurdistanê, Sebelanê de Magên xwe ( Şagirtên xwe) li derdora agirê wan sêkûçên, pîroz de perwerde dikir û rûhê mirovahî û wekheviya di navbera ol, mezheb, netew û zayenda de perwerde dikirin. Di heman demê de rola wî agirê pîroz di pêşketina, şaristaniyan de jî roleke girîng lîstiye û hîna jî wê role dilîze. Cardin gerek were zanîn ku agir weke sembola, jiyanê jî tê bi navkirin. Û bi têgehên weke vejîna nû, nûbûn, ronahî, germbûn û parastinê û têkiliya wê ya bi jiyanê re têye gotin. Agir her wiha wateyên weke sembola pîroz tê qebûlkirin û di ciyên îbadetxan û perstgehan de jî tê bikaranîn.
Di pîrozbahiyên Newrozê de mirov xwe ji ser agir, hol dikin û ev jî wateya wê ewe ku têne parastin û gunehê wan; têye weşandin. Lê weke ku têye zanîn ev kevneşopî di her çandekê de, cûdaye û li Rojhilata Navîn jî wateya agir pir cûdaye. Û di dirêjahiya dîrokê de jî bi wateya ku bi xwedayan re danûstandinê dikin û dibe wesîleya paqijkirina ji xerabî û ronakbîriyê û hem jî sembola serhildan û azadiyê ye. Rola agir di mîtolojiyên Zerdeştî, Mezopotamya û Persan de, di teşegirtina nasname û bîranînên civakî yên gelan; de xwedî cihekî girîng e. Û di ol û baweriya Zerduştiyan de agir ronahiya Ahura Mazda û berdewamiya, qenciya gerdûnî temsîl dike. Agirên ku di parestgehên Zerdeştiyan de qet natemirin, sembola hebûna domdar a hikmet û ronakbîriya xwedayî ye.
Ev bawerîyê misoger dike ku Newroz bi agir tê, pîrozkirin û serkeftina qenciyê li hember xerabiyê temsîl dike. Di mîtolojiya persan de agir weke têkiliya Newrozê ya bi azadiyê, re herî xurt di efsaneya Kawa de û di mîtolojiya Persan de derdikeve pêş. Dema ku serdarê zalim Dehak (Zahhak) gelê xwe bi salan dibin zulm û zordariyê de hiştiye, hesinkarê bi navê Kawa gel li dora xwe kom dike û li dijî wî serî; hildide û pergala şahê zalim Dehak hildiweşîne. Û bi pêxistina agirekî pir mezin serketina xwe pîroz dike û agir weke, îşareta ji wan ciwanên ku di nava çiyayan de bûn re dibe bangewazî û xeberdana ku; pergala Dehak hilweşiyaye. Bi vî rengî agir dibe sembola berxwedan û azadiyê li dijî zilmê.
Di çanda Mezopotamya û Sumeran de jî agir bawerî û çavkaniya zanîn û şaristaniyê tê dîtin. Tê bawer kirin ku xwedê Enkî agir û sirên hikmetê daye mirovahiyê. Ji ber vê yekê di perestgehên Sumeran de jî girîngiyeke, mezin ji parastina agir re weke hebûneke pîroz hatiye dîtin. Û têye gotin ku bi vê vegotinê nîşan didin ku agir ji hêmaneke fizîkî wêdetir, di bîra kolektîf a gelan de hêmaneke xurt a nasnameyê heye. Di çanda Kurdan de agirê Newrozê Newrozê ne tenê weke, rîtueleke cejnê ye û di heman demê de weke sembola berxwedanê ya li hemberî; polîtîkayên asîmîlasyon, zext û înkarê ye. Careke din cejna Newrozê bi peyama Rêber Apo û bangewaziya wî re, hişmendiya çaxdaş a Newrozê xwe zindî dike û wê careke din; pêşengtiyê ji gelên Rojhilata Navîn re jî bike. Û ez jî weke tak ji vêya bawer dikim û dibêjim: Wê bi felsefe û zanîna Apogerî serkeftinê qezenc bike û mirovahiyê bigihîne serkeftinê.
Û di dawîyê de jî ez cejna netewî û gelerî a Newroza sala 2025 an, li Rêberê mirovahiyê Abdulah Ocalan pîroz dikim û dibêjim; ez bi hêvîme ku emê Newroza sala 2026 an li ser Surên Amedê bi, Rêber Apo re pîroz bikin. Newroza tevahî gelê Kurd û gelên Kurdistanê pîroz be. Newroza tevahî fermandar û şervanên YPJ û QSD ê pîroz be û cejna Newroza bi wate û li tevahî; gerîlayên çiyayî û pêşengên azadî xwaz û çeleng jî pîroz be. Bijî Rêber Apo. Bijî cejna mirovahiya azadî xwaz. Bijî yekitî û xwişkû biratiya gelan. Jin jiyan azadî.