Birûc Resûl/Qamişlo
Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo diyar kir ku peyama Rêber Apo a ji bo civaka Êzidî, moral û hêza wan bilintir kir û got: “Silavên Rêber Apo ji bo me rêya azadiyê nîşan dide û fikirandina Rêber Apo ji bo Êzidiyan nirxekî pîroz e.”
Rêber Apo peyamek ji gelê Êzidî re şand. Di peyamê de hate gotin, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva 73 fermanan e. Pêvajoya ku me daye destpêkirin wê herî zêde hebûn û azdaiya gelê me yê Êzidî pêk bîne.” Di vê çarçoveyê de hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo ji Rojnameya me re axivî.
Cîhan Celo di detpêka axaftina xwe de wiha got: “Em Rêber Abdullah Ocalan silav dikin, em rêz û hurmet jêr nîşan didin. Destpêkê nameya Rêber Apo ji bo gelê Êzîdî şandiye, me pir kêfxweş kir. Di serî de ev nameya ji bo tevahî gelê Êzîdî cihê moral û kêfxweşiyê ye. Herwiha di 27`ê Sibatê de Rêber Apo re hevdîtina ku çêbû heya niha em dişopînin, em li ser fikr û felsefeya wî dijîn. Bi taybetî jî ji Rojhilata Navîn re ragihand û got, ‘Ez xwedî wî fikrê me ku ez dikarim çareser bikim û aloziya heyî bi dawî bikim’. Cawa ku ew hêza Rêber Apo em ji fermanê rizgar kir û hebûna me parast, îro ew fikir dikare krîza Rojhilata Navîn jî çareser bike. Taybet wekî gelê Êzidî em hertim di fermanan re derbas bûn, hertim şer û qetilkirina Êzidiya dihat kirin. Di dîrokê de heye niha ew pirsgirêka Ezidiya Çareser nebûye. Bê guman bi saya fikrê Rêber Apo wê çareser bibe.”
‘Em ê hêza xwe gûrtir û bilindtir bikin’
Cîhan di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser peyama Rêber Apo a ji bo civaka Êzidî û bi taybet jina Êzîdî û wiha pê de çû: “Em wekî gelê Êzidî hemberê hemû zilm û fermanan xwe parastiye û me gavek paş ve neavêt. Em xwedî wê dîrokê ne, em ne li gor dewletê çûn, me hertim xwe ji dewletan parastiye, di heman demê de me nehişt ku dewlet jî nêzî me bibe, ji ber ku em hertim bi êrişan re rû bi rû man. Rêber Apo fîlozofê ku zanist û pêşeroje baş dibîne. Ji bo wî jî pirsgirêka civaka Êzidî pirsgirêka giştî cîhanê ye. Mirov ji vê yekê jî fêm dike ku Rêber Apo tu tiştekî ji hevdu qût nake û nagire dest. Em wekî jinên Êzidî bi fikrê Rêber Apo nêzî gîştî netewan dibin. Îro ew pirsgirêkên jinên Êzîdî çawa jîyankirin, hemû civak jî jiyan dike, mînaka herî ber bi çav jî çawa di fermanan de êrişî jinên Êzidî kirin, eynî wisa jî êrişîn jinên elewî kirin. Pirsgirêkên jin hertim ya bi kuştina wan e ango bedenbûyîna wa kirine. Jin bi hebûn û dengê xwe nebûyî hebûnek, em wekî jinên Êzidî bi fikrê Rêber Apo Îro em dîsa vgeriyan ser çanda xwe ye kevnar. Em tu carî dev ji vê riyê bernedin a ku Rêber Apo ji me re ronî kiriye, her wiha em ê hêza xwe gûrtir û bilindtir bikin. Em ê destê Reber Apo xurtir bikin.”
‘Silavên Rêber Apo ji bo me rêya azadiyê nîşan dide’
Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bila her jinek Êzidî pêşengiya civaka Êzîdî bike, ji ber xwestin di şexsê jinê de vê civakê qir û tune bikin. Lê em bûne bersiva fermanê, ji ber ku me li ser fikrê Rêber Apo xwe birêxistin kir, dîsa jî peyama Rêber Apo ji bo civaka me taybet şandiye, em wê peyamê ji bo xwe bikin perspektîf û li ser wê, xwe û temamî civaka xwe birêxistin bikin. Herwiha em ê fikrê Netewa Demokratîk pêk bînin. Dîsa jî em dibêjin silavên Rêber Abdullah Ocalan ji bo me rêya azadiyê nîşan dide, fikirandina Rêber Apo ji bo Êzidiyan nirxekî pîroz e, di heman demê de hebûn û azadiyê me bi Rêber Apo vê girêdayî ye.”