Esma Mistefa/ Qamişlo
Cejna Newrozê di dîroka gelê kurd de xwedî efsane û mîtolojiyeke ku xwe disipêre hezarên salan. Bi destê Kawayê Hesinkar qiralê desthilatdar hate tunekirin û roja azadî û vejînê hate destpêkirin. Ev bû 2 hezar û 725 sal ku netewa kurd li çar perçeyên cîhanê di 21’ê Adarê de Newrozê pîroz dikin.
Cejna Newrozê, cejneke çandî û dîrokî ye ku ji aliyê gelê kurd û gelek gelên din ên cîhanî ve her sal di meha adarê de li seranserê cihanê tê pîrozkirin. Di serdema nûjen de cejna Newrozê di çanda kurdan de wekî cejna azadî û vejînê her sal di 21’ê Adarê de li seranserê Kurdistanê tê pîrozkirin.
Peyva Newroz
Peyva Newrozê ji ‘New’ û ‘Roz’ê pêk tê. Di kurdî de ‘new’, ‘Newa’, ‘newe’ û ‘nû’ yekwate wan heye, ango ‘nû’. Di kurdî de ’Roz’ û ‘Roj’ jî wateya wan yek e û îro jî her du peyv tên bikaranîn. ‘Newroz’ yanî ‘Roja Nû’, ‘Nûroj’. Di kevneşopîyê de Newroz cejna pîroz a sersala nû ye. Gelê kurd jê re Newroz, îranî jî Nowrûz dibêjin. Bingeha Newrozê bi eslê xwe digihêje serdema zerdeştîyê û medan. Newroz di nav welatên Rojhilata Navîn de di nav civaka kurd, faris, azerî, efxanî û pakistanî de tê pîrozkirin. Bandora pîrozkirina Newrozê heta Asyaya Navîn çûye.
Nîşaneya serhildan û azadiyê ye
Li gorî mîtolojiya Newrozê Kawayê Hesinkar di vê rojê de li dijî serdarê zilimkar a Dehaq serhildan pêk aniye û wî têk biriye. Bi têkbirina Dehaq re gelên bajêr ji bin zilmê rizgar dibin û ev roj ji bo gelên bajêr dibe roja rizgarî û şahiyê. Ji ber vê yekê cejna Newrozê di çanda nûjen a kurdan de wekê cejna azadiyê û vejînê hatiye diyar kirin. Tê texmînkirin ku li seranserê cihanê ji aliyê 300 milyon kesan ve her sal Newroz tê pîrozkirin.
Efsaneya Kawayê Hesinkar her çi qas xeyalî be jî, di nava vê efsaneyê de rastîyeke civakî, çandî, sîyasî heye. Gelek çîrokên kurdan ên mîtolojîk hene û di nava van çîrokan de rastiya gelê kurd heye. Di efsaneya Kawayê Hesinkar de jî rastî û hestên neteweyî yên gelê kurd hene. Gelê kurd vê rojê pîroz dibîne û bi kelecaneke mezin pêşwazî dike. Newroz îro bûye sembol û nîşana serhildan û azadîya gelê kurd.
Ji bo kurdan tê wateya jinûvezayînê
21’ê Adarê Cejna Newrozê ku dîroka wê digihêje Beriya Zayînê sala 612’an, îro bi bûyerên cihêreng ku bi milyonan digihîne hev tê pîrozkirin. Newroz her çend ji bo her mirovên li Rojhilata Navîn xwedî wate û girîngiyeke cuda be jî, weke cejneke ku li tevahiya cîhanê bi kurdan re tê naskirin. Ji bo kurdan tê wateya ‘Jinûvezayînê’ û ‘Cejna Vejînê’ herwiha rizgariya ji koledariyê û azadiyê sembolîze dike.
Di heman demê de pêxistina Agir di şeva 21’ê Adarê de tê kirin, ew jî weke semboleke pîroz a Kawayê Hesinkar e ku nîşaneya serketina pilanê Kawa û kuştina qiralê Dehaq e. Ji ber vê jî bi dirêjahiya 2 hezar û 725 salan ve gelê kurd bi hemû qadên civaka xwe, agirê Newrozê pêdixin û pîroz dikin.
Tevgera Azadiyê Newroz wetedar kir
Di nava cihên herî bi coş û girseyî de ku pîrozbahiyên Newrozê lê tên lidarxistin, bajarên Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê ne ku kurd bi giranî lê dijîn. Piştî avakirina PKK’ê û wateya ku rêxistin li Newrozê bar dike bi hestên cuda tên pîrozkirin. Bingeha PKK’ê di sala 1973’an de hat avakirin û ger Newroz gihîştibe wateya xwe ya îro li vir avakirina rêxistinê xwedî cihek girîng e. Rêber Abdullah Ocalan û 6 hevalên wî wateya Newrozî ji bo gelê kurd wetadar kirin.
Bê guman mîtolojiya Kawayê Hesinkar rastiyeke ku çawa li hember dagirkerî û desthilatdariyê serî rakir û tundî qebûl nekir dide diyarkirin. Kawayê Hesinkar bi kuştina wî ya ji kiralê herî xwînmij re, yê ku tevahî gel bê ferq û cudahî didan ber kuştinê, helwesta neqebûlkirina tundiyê li ser hemû gelan piştrast dike. Vê yekê em dikarin di vê serdemê de bibînin ku çawa Tevgera Azadiya Kurdistanê li hember zihniyeta serdest, pergala desthilatdar û modernîteya kapîtalîst ya ku xwe li ser xwîna gelan dide jiyankirin (Lê bi terzekî nûjen) derkete pêş û ji bo hemû gelan şerê rizgariyê û demokrasiyê dest pê kir.
Kawayê hemdem; Mazlûm Dogan
Kurdan têkoşîna xwe ya azadiyê bi efsaneya Newrozê re kirin yek. Bi salên 1980’î re li dijî ‘Dehakên’ nû ‘Kawayên Hemdem’ derket holê. Di dema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê îşkenceyeke giran li hezaran kesî hate kirin. Bi dehan mirov hatin qetilkirin, bi sedan mirov bi îşkenceyên giran re rûbirû man. Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan ku di şeva 21’ê Adara 1982’an de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê hat ragirtin, bi vêxistina 3 tîpên kîbrîtê agir berda bedena xwe. Şewata ku Dogan pêxistî piştre li hemû herêmê belav bû. Zekiye Alkan di sala 1990’î de, Rahşan Demîrel di sala 1992’an de, Ronahî û Berîvan jî di sala 1994’an de li dijî zilmê bedena xwe dan ber agir di roja Newrozê de.