Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nirxandinên Cemîl Bayik

19/03/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Piştî ku Rêber Apo banga dîrokî kir û têkoşîna Kurdistan derbasî qonaxeke nû bû, herkesî li gorî xwe û berpirsyariya xwe nirxandin kirin. Bi banga 27’ê Sibatê re nexşerêya Rêber Apo ya çareseriyê ket meriyetê. Rêwîtiya serdema nû dest pê kir. Ji wê roja bangê hetanî îroj gelek tişt diqewimin. Daxwiyaniyên ku Bahçelî ji nexweşxanê, Erdogan her êvarê di sofreyên fitarê de dida, êdî nikare pêşî li vê pengavê bigire. Medya Tirkiyê û medya dijîtal bi axaftinên vala nikarin bandorê li vê pêvajoyê bigirin. Di nav Kurdan de hin dengên zingarî jî nikarin pêşî li biryara Rêber Apo bigirin. Li Sûrî-Rojava, siyaset li gor nexşeriya Rêber Apo tê meşandin. Li van deveran çi were gotin û were kirin vê nexşeriyê bandor nake. Peymana ku serfermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokomarê Sûrî yê demî Colanî îmze kirine, ne jî destûrnameya hikumeta Şamê ya demkî, nikarin pêşî li vê gava hatî avêtin û di nav civakê de hêviyek afirandiye bigire. Ev pêngav wê encam bigire. Divê ku di dîroka gavên tên avêtin de hin guhertin çêbibin. Lê divê were zanîn ku ev taktîk in. Her tişt di bin kontrola Rêber Apo de dimeşe.

PKK’ê jî ev yek baş analîz kir û li gor dîrektîfên Rêber Apo tevdigere. Daxwazek wan heye, dixwazin Rêber Apo bi kongreya PKK’ê re kontakt hebe. Herî dawî ev bang ji aliyê Murat Karayilan ve hat kirin. Dibêje ku dengê Rêber Apo bigihîje gerîlla. Ji xwe rêbertiya wî jî wa li Tirk

iyê hat îtirafkirin. Dibêjin; Abdullah Ocalan lîderê PKK’ê ye. Heger lîderê PKK’ê be, divê rola wî di kongrê de hebe. Çawa di sala 1978’an de di kongreya damezirandinê de cîh girt, divê di kongreya veguhertina rêbazê têkoşînê de jî hebe. Ji bo ku ev Kongre kongreyeke dîrokî ye. Behsa qedera PKK’ê ya 50 salî dike. Li aliyê din, PKK’ê tiştek din jî dixwaze û dibêje; heger we bi Rêber Apo re serdemeke nû dayî destpêkirin, divê şertên wî yên midaxlekirina pêvajoyê ji nû de werin dîzaynkirin. Statuya Îmrali ji nû ve were nîqaş kirin. Li gor daxuyaniyên ji rayedarên PKK’ê tên dayin wê tu pirsgirêkek ji daxwazên Rêber Apo tunebe; wê yek bi yek li gor perspektîfên wî tevbigerin.  Em vê yekê di nirxandinên Cemîl Bayik yên rojên dawî de dibînin.

Di van demên dawî de hin daxuyaniyên Cemîl Bayik derketin pêş. Di Stêrk tv de 58 deqîqe û di Medya Haber de jî 2 bernameyên 40 deqîqe de me Cemîl Bayik temaşe kir. Cemîl Bayik bi zimanek melahîm-nerm diaxive. Lê her wek bi dengek bilind diaxive. Piştî Rêber Apo kedkarê vê tevgerê yê herî kevn ew e. Damezrînerê vê partiyê ew e. Ewe ku bi Rêber Apo re rêwîtiya azadiya Kurdistan dayî destpêkirin. Ew e piştî darbeya 12’ê Îlonê, li qada Rojhilata-Navîn ev tevger ji nû de birêxistin kiriye. Ewe ji wan kesan, kesek ku ev partî hetanî roja me aniye.

Ji ber van sedeman berî ku  kongre dest pê bike, rastiya vê tevgerê ji nû de bibîra me dixe. Di encama têkoşîna PKK’ê de li Kurdistan çi bi destketine yek bi yek rêz dike û ji me re dibêje; ‘piştî evqas destkeftiyan em derbasî serdemeke nû dibin. Rêbazên têkoşînê tên guhertin. Banga Rêber Apo ya di dewsa çek de ‘aşitî û civaka demokratîk’ bi erênî pêşwazî dikin.’

Em di nirxandinên Cemîl Bayik de dibînin ku ji bilî Rêber Apo li gor daxwazên tu kesî tevnagerin.

Post Views: 107
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.