Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Demokrasî wê Sûriyê bike yek û rê jêre vebike

19/03/2025
in ROJEV
A A
Pêvajo têkoşînekî xurttir dixwaze
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

HTŞ’ê tevî peymana ku bi nûnerên Rêveberiya Xweser re îmze kiribû jî, zext û qirkirina xwe ya li dijî Elewiyan didomîne. Li gorî peymanê dê li seranserê Sûriyê agirbest bê ragihandin. Weke ku tê dîtin HTŞ’ê hewl dide peymanê li gorî berjewendiyên xwe şîrove bike û bi cih bîne. Ne guncaw e ku bibêjin em bi vê peymanê tenê aliyê QSD’ê muxatap digirin. Jixwe di navbera wan û QSD’ê de agirbest hebû û heta niha ti pevçûn çênebûye. DYA û hêzên din ên rojavayî yên ku dixwestin ev peyman bê îmzekirin û bi HTŞ’ê re peywendiyên xwe didomînin, ji şermezarkirina komkujiyên Elewiyan û hişyarkirinê pê ve tiştek nekirin. HTŞ niyet û nasnameya xwe ya rast eşkere kir. Hat dîtin ku gotinên wan ên weke “em hatine guhertin, her kes wê bigihê mafên xwe, ti pêkhate û netew tine nabe” wê rastiyê nîşan nadin. HTŞ’ê pir berjewendîperest tevdigere û dem bi dest dixe û gav bi gav serweriya xwe ava dike.

Di bingeha xwe de HTŞ’ê da xuyakirin ku ew xwedîyê bikare hişmendiya ku yekkirin û rêvebirina Sûriyeyê de guhertinê pêk bîne de nîne. Pêşnûmeya makezagonên wan a dawî jî teqeziya vê yekê ye. Bi vê makezagonê nîşan dan ku dixwazin di nav qalibên teng ên mezhebî de rejîmeke yekdest, tûnd a navendî ava bikin. Dikaribûn bi hestiyartir nêzî vê pêvajoya derbasbûnê bibûna, hebûna gelan û baweriyên cuda li ber çavan bigirtana. Çavê cîhanê tev li wan e. Niha jî di lîsteyên rêxistina terorê de ne. Her wiha ambargoyên ku li ser Sûriyê di meriyetêda ne û hîn jî nehati ye rakirin. Her çend di van cezayan de nermbûnek hatiye çêkirin jî da ku şans ji bona rejîma nû were dayîn jî, lê wan xwest ku pratîkên HTŞ’ê bibînin. HTŞ’ê li şûna ku bala xwe bide li ser yekgirtin û vejînkirina aboriyeke têkçûyî û Sûriyeyeke dabeşbûyî de gavan bavêje,  ji bo ku gel bêhna xwe hilde, kampanyayên komkujiyê li dijî Elewiyan sazûman dike û hewl dide Sûriyeyê bi zorê bide ferasetekî teng û hişk a desthilatdariyê. Bi dirêjkirina pêvajoya derbasbûnê re, bi bikaranîna derfetên rêveberî û çavkaniyên dewletê yên di destê xwe de hewl dide xwe birêxistin bike. Bi bê rêxistinê hiştina gel û dûrxistina rêxistin û partiyên din hewl dide ji xwe re serweriya xwe berfireh bike.

Di bin desthilatdariya HTŞ’ê de, li şûna zagon û rêbazên şoreşgerî rêgezên derbeyê tên meşandin. Ji destpêkê ve hemû nêrîn û pêkhateyên siyasî li derve hatin hiştin. HTŞ’ê di hikûmeta demkî ya ku wê damezrand de ji bilî derdorên nêzî wan kesek û rêxistinên din cih negirt. Hilbijartina serokomariyê bi rastî jî derbeyek bû. Komên çekdar hatin cem hev û Ehmet Şara wek serokomar hilbijartin. Wekî din, HTŞ’ê desteyek ji bo kongreya neteweyî destnîşan kir. Wê desteyê ji bilî wan kesên ku ji HTŞ’ê re soza pêve girêdanê dabûn, ti kesê din venexwendibûn kongreyê. Yên hatin vexwendin jî, kesên ji nûnertiya gel dûr bûn û tevkariyê li yekîtiya neteweyî nakin. Gel ne hatibû agahdar kirin jî. HTŞ’ê bi lidarxistina civîna xwe ya navxweyî hemû desthilatî hilgirt di bin serweriya xwe, bi rastî jî ev kar kir rastiyek. HTŞ bi dûrxistina jinan ji hemû destkeftî û pêvajoyên siyasî yên li Sûriyê jî mijûl e. Nîvê hejmara welêt ji jinan pêk tê. Lê di civîneke wek kongreya qaşo netewî de divê nîvê salonê ji jinan pêk hatiba, lê ji bo pêşandanê tenê çend jin hatibûn vexwendin. Ger jin bi awayekî çalak û layîq beşdarî jiyana civakî û siyasî nebe, rewabûna van hemû pêkhateyan ji holê radibe. Di vê serdemê de ev feraseta tûndrew tenê ji bona hêzên mezhebî û paşverû yên weke HTŞ’ê dikare were dîtin.

Eşkere ye ku hewl didin li Sûriyeyê pergaleke ji desthilatiya Baas paşverûtir ava bikin. Di serdema Baasê de di makezagonê de ti şert û merc tunebû ku serokkomar misilman be. Ji welatiyên Sûriyeyê yên ji baweriyên cuda re ti kursî ne hatibûn vekirin. Tevî ku pirsgirêkên pêkanînê hebûn jî, ev sînor di makezagonê de cih negirt. Li gorî makezagonên destûra niha, welatiyên Sûriyê yên ne misilman nikarin bibin serokomar. Ev berhema hişmendiya ku li dijî nirxên wekhevî û mafên bingehîn e. Destûra bingehîn rêgeza wekheviyê ji holê rakir û hin bawerî û cudahî ji derveyi zagonan hişt. Ji ber vê yekê derket holê ku tu niyeta wan a çêkirina makezagoneke yekgirtî û berfireh nîne. Gelo HTŞ’ê wê hişmendiya derveyî demokrasiyê rêxistin dike? An jî dewleta Tirk vê cilê bi zorê li wan dike, mirov carna nikare fêm bike. Weke ku tê zanîn HTŞ’ê daxuyaniyên giştî dide û dibêje her kes wê bigihê mafên xwe. Lê ev maf di makezagonê de bi zelalî nehatine diyarkirin. Berovajî vê, maf tên qutkirin û avahiyeke yekdest û mezhebî tê pejirandin. Tirkiye demildest destwerdana peymana di navbera QSD û HTŞ’ê de kir. Wezîrên karên derve û berevaniyê yên Tirkiyê û serokê îstixbaratê derbasî Şamê bûn. Di peymanê de xalek hebû ku gelê Kurd yek ji pêkhateyên bingehîn ên Sûriyê ye û mafên wan dê bi zagonî bên misogerkirin. Ji bo têkbirina vê peymanê, Tirkiyê nerazîbûnên xwe ragihand. Hakan Fîdan di daxuyaniya xwe de wiha got: “Wê statûyên weke xweserî û federasyonê nebin. Gef li kurdan xwar ku ger xewnek wisa bibînin, em ê xeyalên wan bikin dojeh. Digel van gefên giran jî weke ku henekên xwe bi raya giştî dike û got, “Divê Kurd mafên xwe bi dest bixin”

Mafên Kurdan çi ne? Ma mafê wê ye ku wek li Tirkiyê perwerdeyên bijarte yên kurdî li dibistanan yek an du saetan bidin? Jixwe Erdogan jî digot, “Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd tune, me çareser kir.” Ma HTŞ’ê bi heman rengî mafan fam dike? Weke ku tê dîtin, peyvên girover ên wekî maf, cewhera mafan nîşan nadin. Divê ev maf di makezagonan de bi awayekî fermî  û zelal bên diyarkirin.  Li Sûriyê rêyeke dûr û dirêj heye. Divê gelê Kurd û hemû pêkhateyên ku li Sûriyê jiyan dikin yên ku demokrasiyê dixwazin bi avakirina eniyeke demokrasiyê ya xurt têkoşîna xwe mezin bikin.

Post Views: 101
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû
NÛÇE

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû

10/05/2025
Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê
CIVAK Û JIYAN

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê

10/05/2025
Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.