Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi destûrkî wiha desthilata Şamê kete şaştiyek mezin’

19/03/2025
in ROJEV
A A
‘Bi destûrkî wiha desthilata Şamê kete şaştiyek mezin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

 Rêveberê Navenda Çav a Rapirsînan, Silêman Ilyas diyar kir ku bi derxistina destûrekî bi vî rengî desthilata Şamê şaştiyeke mezin kir û got, “Destûr nûnertiya hemû gelên Sûriyê nake û nayê zanîn eger wê ev destûr demkî yan mayînde be.”

Di 13’ê Adarê de desthilata Şamê wesîqeya destûra Sûriyê bêyî ku bi hemû pêkhate, rêxistin, partî û hwd… re bicive, ragihand.

Wekî tê xuyakirin ev gav nimûneyek ji çêkirina sîstemeke navendî, li dijî mafê hemû pêkhateyan, bawerî, bîrdozî û jinan bû. Lewma jî piranya gelên Sûriyê nerazîbûna xwe li dijî destûra ku hat sazkirin, bi xwepêşandanan, raber kirin.

Derbarê heman mijarê de rêveberê Navenda Çav a Rapirsînan, Silêman Ilyas ji rojanameya me re axivî.

‘Em nizanin ev destûr demkî ye yan mayînde ye!’

Ilyas diyar kir ku nayê zanîn eger wê ev destûr demkî yan mayînde be û wiha pê dede çû: “Desthilata Şamê ya nû bêyî ku diyalog û civateke hevbeş di navbera hemû gelên Sûriyê de çêbike, destûrek ragihand. Di serî de hat destnîşankirin ku divê ola serokê Sûriyê mislmantî be bêyî ku guh bi nasnameya niştîmanî were dayîn, hem jî serok hemû biriyaran erê dike û red dike, tu kes nikare hesab jê bixwaze. Herwiha meclisa gel hat avakirin bêyî ku nûnertiya hemû gelan bike, desthilata Şamê ne civînek bi gelên Sûriyê re çêkir û ne li nêrîna gelan guhdar kir. Bi derxistina vî destûrî desthilata Şamê şaştiyeke herî mezin kir, heya niha tu kes bi rengekî êrînî nêzî vî destûrî nebûye. Destûra nû tu  eleqeya wê bi Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tuneye ji ber ku ne li gorî daxwazên gelên Sûriyê ye. Niha desthilata Şamê dibêje ev destûr ji bo qonaxa serweriya demkî ye. Temenê vê qonaxê jî 5 sal e, temenê wê gelekî dirêj e, ev cara yekem e ku destûrek bi vî rengî tê sazkirin, tu kes nizane ku ev destûr demkî ye yan mayînde ye.”

‘Hemû gavên desthilata Şamê yên demkî ne rewa ne’

Silêman destnîşan kir ku hemû xebatên desthilata Şamê yên demkî ne zagonî ye û wiha domand: “Ji destpêka ku HTŞ’ê rêvebirina Sûriyê girte destê xwe, xebateke yekalî dide meşandin. Tevahiya xebatên ku ev desthilatî dike ne rewa ne. Di destpêkê de destnîşankirina serokê demkî ji bo Sûriyê; ev yek jî bêyî ku hilbijartin û nêrîna gelan bê girtin pêk hat, li aliyekî din komîteyek ji bo lidarxistina kongreyê niştîmanî hat avakirin bêyî ku hemû pêkhateyên Sûriyê cihê xwe di nav wê de bigirin. Di heman demê de desthilata Şamê bi beşdarbûna çend kesên li gorî hişmendiya xwe kongreyek li dar xist. Em tekez dikin ku hemû xebata ku desthilatdariya Şamê dide meşandin, ne li gorî îrade û nêrîna gelên wê ye û ew bi heman hişmendî û rêbazê rêjîma Baasê tevdigere.”

 ‘Sîstema Rêveberiya Xweser ji bo gelên Sûriyê guncav e’

Rêveberê Navenda Çav a Rapirsînan, Silêman Ilyas tekez kir ku sîstema Rêveberiya Xweser ji bo gelên Sûriyê sîstema herî guncav e û wiha axivî: “Piştî derxistina destûrê nû gelê Siwêda nerazîbûna xwe li hember raber kir û wan tekez kir ku ev sîstem ji bo wan ne guncav e. Em jî didin tekezkirin ku wê destûrê nû bê encam bimîne û wê ji bilî parçebûna Sûriyê, şerê navxweyî û pêkhatina tevlîheviyê tu encamên din bi xwe re neyîne holê. Egera pêkanîna şerê navxweyî jî wê bi destê dewleta Tirk pêk were, ji ber ku ew herî zêde destwerdanê di kar û barên Sûriyê de dike. Îro hemû gelên Sûriyê li dijî vî destûrî ne ji ber ku ne wan saz kiriye. Di dema heyî de sîstema navendî nema guncav e ji bo Sûriyê, lê sîstema guncav ji bo tevahiya Sûriyê, pêkanîna nenavendbûnê  û Rêveberiya Xweser e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhate xwe bi rê ve dibin û mafê hemû gelan ê çandî, rêvebirinê, siyasî û hwd parastî ye. Lewma jî divê destûrek giştî li gorî daxwazên gelên Sûriyê bê sazkirin ku hemû pêkhate xwe di hundirê vî destûrî de bibînin, di encamê de Sûriyeke pirreng û demokras ava bibe.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.