Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HTŞ’ê nikare ezmûnê derbas bike!

19/03/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Heyet Terîr El-Şam (HTŞ) di nava çend rojan de gihiştin paytexta Sûriyayê Şamê. Ebû Mihemed El-Colanî ku yek ji kesayetên herî xeternak ê cîhadîste, li şûna Serokê berê Beşar El-Esed rûnişt.

Di nava çend saetan de kerafêt û cilên siyasetmedarên moderin li xwe kir û navê xwe wekî Ehmed El-Şeri aşkere kir. Şande û serdan ji gelek welatên cîhanê çêbû. Piraniya ragihandinên cîhanê û yên ereban piropogandeyek wiha kirin El-Şeri dê gelê Sûriyê bighîne çareseriya demokratîk.

Piraniya welatên cîhanê gotin Ehmed El-Şeri di ezmûnê de ye, ka rast dikare xwe biguhere û serkêşiya dema veguheztinê bike, yan na?. Lê Colanî ji gavên xwe yên destpêkê diyar kir ew ê nikaribe bibe Ehmed El-Şerê aliyên derve û hundir jê hêvî dikin.

Lê Colanî li şûna hemû aliyên Sûriyê bixe nav rêveberiyê û bi cihkirina xalên veguhertina demokratîk, her kes dûrî xwe kir û nîşan da ku armanca wî desthilatdariye. Rayedar û hikûmeta demkî ji endamên HTŞ’ê erkdar kir. Mirov dikare tenê bibêje ku Idlib anî Şamê û rêveberiya Sûriyayê, radestî Idlibê kir. Ji van gavan roj li pey rojê diyar dibû, Colanî rê nade Ehmed El-Şerê derfet jê re hatiye vekirin.

Piştî demek din gotin Kongreya Niştimanî amade dikin, bêyî tu aliyan dawet bikin, hin alîgirên xwe û çend kesên berê ji rêjîma Baas re li defê didan kom kirin û îda kirin wan “Kongreya Niştimanî ya Sûriyayê” lidar xistiye. Kongreya wan rastî nerazîbûna piraniya gelê Sûriyayê bi pirengiya wê hat.

Ne Dirziyê li Siwêda xwe rêxistin kirin û rêveberiya amade kirine, ne kurd û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Rêveberiya Xwe ya Xweser ava kirine, kongeya wan qebûl ne kirin. Ne Elewî, ne Ismalî, ne jî siniyên ilmanî kongreya wan ji aliyê kesî ve ne hat qebûlkirin.

Bi taybet çekdarên HTŞ’ê ku bi hezaran çeteyên biyanî di nava wan de bûn, li dijî gelê Sûriyê bê rêzî kirin. Bi taybet li dijî Elewiyên Perava Sûriyê. Li dijî tevgera çekdarî li Peravê hate kirin. Hejmarek çekdarên wan hatin kuştin û gelek herêm ji destê wan hatin derxistin.

Colanî û rayedarên ji aliyê wî ve hatine erkdarkirin, bang li çeteyên xwe kirin û li dijî Perava Sûriyê êrişeke hovane dan destpêkirin. Bi hezaran sivîlên elewî qetil kirin. Dîmenên pir bi êş û hovane parve kirin. Piştî komkujiyê bi fermandarê QSD’ê re peymana ji 8 xalan imze kir. Gelek aliyan wiha hêvî kirin ku El-Şeri dixwaze ji Colanî rizgar bibe. Lê piştî wê bi 2 rojan destûra dema veguhestinê ya ji bona 5 salan imze kir. Hema bêje kopyek ji destûra rêjîma Baas a berê bû. Careke din inkara, yekrengî û desthiladarî serwer bû. Li aliyê din li dijî êrişên dewleta Tirk û komkujiyên li dijî sivîlan pêk tîne, wekî komkujiya Berxbotana Kobanê ku di encamê de 7 zarok, dayîk û bav şehîd bûne, nikare tu helwestekî li dijî dewleta Tirk nîşan bide.

Di encamê de di nava çend mehên serweriya xwe de Colanî roj li pey rojê isbat dike, ewê nikaribe Sûriyaya nû ya piştî rêjîma Esed birêve bibe

Post Views: 152
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.