Esma Mistefa/ Qamişlo
Îbrahîm Şêxo da zanîn ku bi derbasbûna 7 salan li ser dagirkirina Herêma Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve ku zêdetirî 800 hezar kes koçber bû. Kiryarên dijmirovî yên çeteyan û siyaseta guhartina demografîk hê jî tê domandin.
Li ser dagirkirina herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan ve 7 sal derbas dibin. Dagirkeriya Tirkiyê di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn bi temamî dagir kir. Têkildarî kiryarên dagirkeriyê û vegera bi ewle ya gelê Efrînê Îbrahîm Şêxo bersiva pirsên rojnameya me da.
Bi hatina heftemîn salvegera dagirkirina Efrînê, her cure binpêkirin jî hê berdewam in. Metirsiyên ku jiyana sivîlan li wir û pêşeroja bajêr bi giştî dixe metirsiyê çi ne?
7 salin li ser dagirkirina Efrînê re derbas dibe û heyanî vê kêliyê jî sûcên dijmirovî û kiryarên komên çeteyan derheqê gelê Kurd û tavahî herêmê de têne pêkanîn. Heyanî niha jî komên çete yên bi navê artêşa netewî yê girêdayî Tirkiyê ku weke opozisyon têne naskirin, cûcên dijmirovahiyê dikin. Helbet ev hêz ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve têne bikaranîn da ku berjewendiyên xwe di Sûriyê de biparêze.
Di 7 salan de li Efrînê hemû cûreyên binpêkirinê ji kuştin, revandin, îşkencekirin, talankirina sererd û binerd, guhartina demografîk, qutkirina dar û daristanan, şewtandin, bace ferizkirin, herwiha hewildana qirkirina nasname û rengê gelê Kurd li wir tê kirin. Ev hemû jî xeterî bûn li ser gelê kurd di Efrînê de dihate jiyankirin û hê jî berdewam e. Helbet bi hemdemiya van kiryaran re metirsî û xeteriya herî mezin li ser nasnameya etnîkî û dîrokî ya gelê herêmê heye. Bi van kiryaran û sûcên dijmirovî dixwazin Efrînê ji cewherê wê derxînin. Bi guhartina demografîk û bicihkirina xelkên biyanî û bi avakirina kampên mêtîngeriyê dixwazin Efrînê ji cewher de bidin guhartin. Helbet ev yek jî nayê qebûlkirin û xebatên berfireh derbarê van mijaran de hatine kirin.
Bi geşedanên dawî û dagirkirina herêma Şehbayê re, tundiya binpêkirin û tawanan zêde bûye. Vîdyoyên ku me li nexweşxaneya Avrîn û deverên din dîtin, baştirîn belgene. Hûn van kiryaran çawa dinirxînin?
Bi taybet bi guhartinên dawiyê yên ku di Sûriyê de hatine dîtin re di destpêka Kanûna 2024’an de HTŞ’ê berê xwe da herêma Şehbayê jî û gelê Efrînê careke din di qonaxa koçberiyê re derbas bû. Ev gel berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Zêdetirî 100 hezar kes derbasî van herêman bûn. Bê guman komên çekdar yên ku derbasî Şehbayê bûne cardin li ser gel komkujî pêkanîn û gelek welatiyên Efrînê û Şehbayê girtin û qetilkirin.
Bi ketina van hêzên çekdarî re, binesaziya ku di demên Rêveberiya Xweser de li gorî pêdiviyên gel û herêmê hatibû sazkirin. Piştî ketina komên çeteyan hemû mal û cihên fermî hatin talankirin. Ev yek jî bi dîmen li ser medya civakî dihatin belgekirin. Herî dawî Nexweşxaneya Avrîn bi giştî hat rûxandin. Ev yek jî zihniyeta wan ya talankirin û xirabkirinê dide nîşandan. Herwiha me dît ku çawa kesên bê sûc girtin, yek ji wan jî welatiyê Efrînî yê ku li Til Rifetê dima hemû cûreyên îşkenceyê bi qutkirina tiliyên lingan her wiha bi lêdana ku li wî hatiye kirin. Gelek ji van bûyeran bi destê komên çete têne berdewamkirin. Herêm bi giştî bûye herêmeke wêrankirî û dagirkeriya Tirkiyê berpirsê hemû sûc û kiryara ye.
Di derbasbûna heft salan li ser dagîrkirina Efrînê re, we çi kar ji bo belgekirina tawanên dagirkeriyê kiriye û helwesta raya navdewletî derbarê van tawanan de çawa ye?
Di hundir 7 salan de çawa ku komên çeteyan derbasî Efrînê bûn û dagirkeriya Tirkiyê serweriya xwe îlan kir, em jî Rêxistina Mafê Mirovan kêlî bi kêlî tavahî sûcên ku li wir dihatin kirin, bi dîmen, çavdêrî, şahidên kiryarên ku hatine kirin, agahî û bi şopandina ji hundur û derve de; me belgekirin û ji hemû aliyên têkildar re şandin û eşkere kirin. Bi taybet jî mijara kampên mêtengeriyê de ku zêdetirî 47 kamp hatine avakirin.
Daxwazên berdewam hene ji bo vegerandina bi ewle ya koçberan, berpirsiyariya rayedarên peywendîdar ji bo dabînkirina vê yekê, û pêwîstiya bidawîkirina dagîrkerî û binpêkirinan çi ye?
Zêdetirî 4 hezar malbatên Efrînê di van demên dawiyê de piştî ketina rêjîma Esed û serweriya HTŞ’, vegeriyan Efrînê. Malbatên biyanî yên ku ji aliyê komên çeteyan ve di malên xelkê resen de bi cih bûne, rênadin ku malbatên Efrînê bikevin malên xwe. Heyanî niha jî ev gel di malên nasên xwe de dimînin. Her wiha gelek kes bi tewanên ku ew girêdayî Rêveberiya Xweserin û PKK‘ê ne hatine girtin û heyanî niha jî çarenûsa wan ne diyar e.
Helbet piştî ewqas êş û zehmetiyên ku gelê me jiyan kiriye, bi geşedanên dawiyê re hêviya gel ewe ku vegereke bi ewle û bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê dixwazin. Divê em bizanibin tu cihê dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê nîne û ew dewletekî dagirkere ku armanca wê qirkirina gelê Kurd e. Li aliyê din em dixwazin ku Efrîn vegera nasname û çanda xwe ya kurdî. Li ser wê esasê jî divê Raya Giştî li hember van binpêkirinan û bi taybet li hember Tirkiyê bê deng nemîne.
Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye kiryarên dagirkeriyê ya 7 salan wiha eşkerekirin
Bi dagirkirina Efrînê re piştî ku zêdetirî 800 hezar ji hemwelatiyên Efrînê yên resen bi darê zorê koçber bûn. Zêdetirî 700 hezar kes ji deverên cuda ji Sûriyê li hemû navçe û gundewarên Efrînê bi cih kirin. ku zêdetirî 500 malbatên Ereb yên Filistînî 48 bi cih bûn. Rêjeya Kurdan li Efrînê niha ji çaryekê derbas nabe, ango kêmtirî %23, di mezintirîn guhertina demografî ku Sûriyê ji destpêka krîza sala 2011an de dîtiye.
Guhartina demografî
Çawa ku dagirkeriya Tirk ev 7 sal in ku bi guhertina navên kolan, qadan, nexweşxane û navendên giştî hewl dide nasname û şûnwarên Efrînê biguherîne û bi nasnameya Tirkî re bike yek. Herwiha bilindkirina ala Tirkiyê li ser dibistan û dezgehên giştî, di nav de guherandina navê çarxereya Newrozê bi Selahedîn û piştre bi temamî hat rakirin. Bi vê yekê re navên cihên stratejîk û Kurdistanî bi navên Osmanî hatin guhertin, li her derê û li her gund, navçe û navenda bajaran ala tirk û wêneyên Erdogan hatin danîn. Herwiha zimanê xwendinê di dibistanan de bû zimanê Tirkî. Di heman demê de dagirkeriya Tirk destwerdana cihên pîroz kir û şûnwarên olî yên Êzidiyan li gundên Êzidiyan wêran kir.
Dagirkeriya Tirkiyê ji bo temamkirina pêvajoya guhertina demografîk, neçar kir ku nasnameyên Tirkiyê bidin sivîlên Sûriyê yên li nav axa Sûriyê ku ew dagir dike. Betalkirina danûstandinên bi diravê Sûriyê û li şûna wê pereyê Tirkiyê bikaranîn.
64 dibistan bi qismî yan bi temamî hatin wêrankirin û zêdetirî 50 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar man û hin dibistan ji wan jî veguherandin navendên leşkerî û navendên binçavkirin û îşkenceyê.
Kampên mêtîngeriyê
Avakirina zêdetirî (48) kampên mêtîngeriyê, ku yên herî diyar ev in (Kuweyt El-Rahma, gundê El-Şamiye û gundê Basma). Piştgiriya van kampan bi rêya komeleyên Tirkî, Qeterî û Kuweytî (Komeleya El-Beyan a Qeter-Tirkî, Komeleya Filistînê ya bi rûmet 1948, Komeleya Xêrxwazî ya El-Ihsan û hwd.) re bû.
Kuştin
Di derbarê bûyerên kuştinê de, zêdetirî (764) sivîl hatin kuştin, ji wan (614) di encama bombebarana Tirkiyê û komên girêdayî wê de hatin kuştin. (96) di bin îşkenceyê de hatin kuştin. Her wiha zêdetirî (700) birîndar jî di encama bombebarana Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê de hatin belgekirin. Di nav wan de nêzîkî (335) zarok birîndar bûne û (220) jin.
Girtin û Revandin
Di vî warî de di heyama 7 salan de zêdetirî 10 hezar û 11 sivîl dîl hatin girtin. Heta niha jî çarenivîsa nêzîkî çaryekê ne diyar e û bi hezaran ji wan di berdêla dayîna pereyan de hatine berdan.
Rewşa jin di Efrînê de
Derbarê rewşa jinên Efrînê de, (115) bûyerên kuştinê hatine tomarkirin, ji wan (17) bûyerên xwekuştinê ji aliyê jinan ve û (74) destdirêjiya cinsî ne. Herwiha Zêdetirî hezar jin hatin revandin û rastî îşkenceyên fizîkî û derûnî hatin, di nav de tundiya zayendî û keçên temen biçûk.
Qutkirin û şewitandina daran
Zêdeyî 510 hezar ji darên Zeytûn û darên din ên daristanan hatin birîn ji bo bazirganiya bi êzingan. Herwiha zêdeyî 26 hezar darên zeytûnan û darên curbecur ên daristanan hatin şewitandin. Zêdetirî sêyeka rûbera ku ji bo çandiniyê hatiye veqetandin, ku zêdetirî (12) hezar hiktar e ji aliyê dagirkeriyê ve hatiye şewitandin.
Dizîna berhemên zeytûnan
Dibe ku ziyana madî ya herî girîng jî operasyonên talankirinê yên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên kirin, desteserkirina berhemên zeytûnan û derbaskirina wê di deriyê sînor ê gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê re ji bo Tirkiyeyê. Ev derî di sala 2019’an de ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hate vekirin ji bo hêsankirina pêvajoya derbasbûna zeytûnên dizî û firotina wê li bazarên cîhanê yên wekî Ispanya û Amerîkayê.
Divê em ji bîr nekin ku ji 7 salan ve bace ji aliyê komên çeteyan ve li ser xelkê resen di mewsima rakirina berhemên zeytûnan de tê ferizkirin. Sala herî dawî wiha bû sepandina mûçeyan li ser xelkê di encama çinîna zeytûnan de di navbera (20-30) dolaran de ye. 4 hezar û 500 teneke zeytûnê li ser gundên Meydana ya navçeya Racoyê ku li ser 900 malên welatiyên Kurd ferz kir. Li gundê Kamrûkê ya navçeya Mabata zêdeyî 250 hezar dolar hat sepandin û 60 hezar Dolarê Emerîkî li ser 6 gundên navçeya Şiyê sepandin û tenê ji bo gundê Qermîtliq ya Şiyê 70 hezar dolarê Amerîkî li ser hemwelatiyan hate sepandin.
Talankirina şûnwarên dîrokî
Piraniya şûnwarên arkeolojîk ên ku di lîsteya UNESCO de cih digirin, di dema êrîşên li ser Efrînê de hatin wêrankirin. Wek “Perestgeha Ain Dara, Nabî Horî, Şikefta Doderî, Tirba Mar Maron” û gelek cihên din ên arkeolojîk. Li herêma Efrînê nêzî 75 girên arkeolojîk hene. Zêdetirî (59) şûnwar û girên şûnwarî hatine wêrankirin. Zêdetirî 28 mezargehên olî ji bo mezheb û olên curbecur, ji bilî wêrankirina gelek goristan û yek ji wan veguherandina bazara heywanan.