Farûk SAKIK
Hin pêşengên PKK’ê di Tîrmeha 1984an, li herêma Lolanê civînek de bûn. Şeş kes tevlî vê civînê bibûn. Di vê civînê de biryara avakirina HRK- Hêzên Rizgariya Kurdistanê hat dayin. Dîsa biryara pengava 15ê Tebaxê jî li vê derê hat girtin.
Piştî vê civînê û van biryaran di dawiya meha Tîrmehê de, li Şikefta Brîndara cîvînek berfireh hat lidarxistin. Ji Ewropayê, ji Libnanê gelek kes di vê civînede cih girtibûn. Hin fermandarên wek Egîd, ji bo ku li Bakûr bûn tevlî civînê nebûn.
Kesên ku wê tevlî çalakiyê bibin hatin tesbîtkirin. Plana çalakiyê hat amadekirin. Herî dawî li ser 3 navçeyan biryar hat dayin. Erûh, Şemzînan û Şaxê.
Ji çalakiya Erûhê re Egîd-Mahsûm Kormaz wê fermandarî bikira. Ew jî li Bakûr bû û ji bo bicihkirina hêzên HRKê dixebitî. Dema ku jêre biryara çalakiyê hat, ew li herêma Çaraxan bû.
Dema Egîd biryara çalakiyê girt, dest bi amadekariyan kir. Egîd piştî ku yekîneyên 15ê Tebaxê kom kir, bi xwendina belavokê, HRKê îlan kir. Bi 2 hevalan re derbasî Erûhê bû û li vê derê keşf kir. Li ser maketek 3 rojan tetbîkata çalakiyê kirin.
Ji bo çalakiyê 5 komên êrîşê û 2 komên parastinê hatin avakirin. Fermnadarê koma qereqolê Erdal bû. Alîkarê wî jî Fevzî Aslan bû. Mehmet Sevgat fermandarê koma Lojmanan bû. Mustefa Çîmen jî berpirsyarê koma propagandayê bû. Berpirsyarê koma Bankê jî Botan bû. Kazim Kûlû jî fermandarê koma ku gel li Qehwexaneyan kom bike bû, diviya ku propaganda bike û Pankartan daliqîne. Mûstafa Yondem jî wek cîgirê Egîd hat wezîfedarkirin. Piştî van saeta çalakiyê hat destnîşankirin.
EWROJ…
15 Tebaxa 1984 bû. Li navçeya Erûhê jiyanek normal hebû. Haya tu kesî jê tune bû hin şervanên Kurdan li derdora navçeyê, ji bo guhertina çarenûsa gelek li benda saet 21.00 in.
Û ew dem hat. 15ê Tebaxa 1984an li Erûhê, li dijî zilma dewleta tirk ya salan, deng bi çekan ket.
Çalakî saetek dewam kir. Di 10 deqîqeyan de gihîştin hedefê xwe. Bi tenê koma Bankê bi ser neket. Midurê Bankê dema dengê çekan dibihîze baz dide û xwe vedişêre. Gerîla di demek kurt de hemû navçe girtin bin kontrola xwe. Di aporloyan de belavoka ku berê hatibû amadekirin hat xwendin. 112 leşker dîl hatin girtin û piştî çalakiyê serbest hatin berdan. Hêzên gerîla windahî nedan. Bi tenê bi navê Ferhan gerîlayek ji tiliya xwe sivik birîndar bû. Gelek çek û cebilxane bidest xistin û ji bajêr derketin.
Egîd û hevalên xwe li dû xwe xirbeyek ji dewletê û hêvî baweriyek mezin jî di nav gel de hiştin û çûn.
Dora rojê dengê vê fîşeka yekem li Kurdistan, Tirkiye û li hemû cihanê hat bihîstin. Bi vê çalakiyê hêviyên gel yên ku bi salan bû hatibûn windakirin, ji nû de zindî bûn. 17ê Tebaxê di serî de ajansa BBC hemû çapamenî behsa vê çalakiyê dikirin.
Hemû kadro û rêvebirên PKKê li ber radyoyê li benda encamê çalakiyê bûn. Ew nûçeya ku li bendê bûn, 16ê Tebaxê jî ji ajansan derbas nebû.
17ê Tebaxê di BBC de, di nûçeyên şevê de, ew nûçeya li bendê bûn derbas bû. Gelek kesan bi vê nûçeyê çalakî bihîst.
ÎROJ…
Çalakiya 15ê Tebaxê tirs û xofa ku bi salan di nav Kurdan de hatibû afirandin parçe kir. Hêvî û baweriyên azadiyê da.
Piştî 15ê Tebaxê êdî li Kurdistanê hêzên Kurdan ên çekdarî hebûn. Roj bi roj zarokên Kurdan berê xwe didan çiya û tevlî van refên gerîla dibûn.
Ev serhildan nedişibiya serhildanên dinan. Îroj li di encama nîrxên 15’ê tebaxê de li çar aliyên Kurdistan têkoşînek ji bo azadiya Kurdistan tê dayîn.
Îroj di encama wê çalakiyê de kurd li rojhilata navîn bûne hêviyên hemû gelan.
Îroj di encama wê çalakiyê de li Rojavayê Kurdistan şoreşe ku pêkhat, mirovahî ji çeteyên DAÎŞ rizgar kir.
Îroj bi rihê 15’ê Tebaxê gerîllayên kurdan li Bradost, li Rojava û li Bakur bersiv didin hemû erişên dagirkeriyê.






