Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Baas çû HTŞ’ê şûna wê girt

18/03/2025
in ROJEV
A A
Baas çû HTŞ’ê şûna wê girt
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Endama Desteya Rêveberiya Yekîtiya Ragihandina Jin Evîn Ibrahîm diyar kir ku piştî 13 salan ji berxwedanî û serhildanê li dijî desthilata qirêj a rîjîma Baas, niha jî li şûna wê desthilatdarekî nû hatiye heman hişmendî û heman şêwazî bikar tîne ku armanca wî jî qirkirina gelane û binpêkirina mafê jinê ye.

Di derbarê rewşa Sûrî di demên dawî de û qirkirina ku gelê Elewî têre derbas didin Endama Desteya Rêveberiya Yekîtiya Ragihandina Jin Evîn Ibrahîm bersiva pirsên Rojnameya me da û naveroka hevpeyvînê wiha bû:

Nirxandina rewşa dawî ya ku di Sûriyê de rû dide?

Rêjîma Baas bi siyaseta xwe ya qirêj hertim nakokî derdixistin di navbera netewan de û qirkirin pêk tanî. Êdî gel daxwaza hilweşandina vê rêjîmê kir û di sala 2011’an de Şoreş bi awayekî aşityane hat dest pê kirin, lê ji ber destwerdana hin hêzên herêmî û Navdewletî êdî ev şoreş ber bi şoreşeke çekdarî ve çû û bû alozî û belav bû. Gelê Sûrî di her alî de hatin qirkirin, kuştin û koçber kirin, di dema rûxandina rêjîmê de nimûneya wê Zindana Seydnaya bû. Piştî derbasbûna 13 salan ji vê aloziyê jî lê hîn rêjîma Baas dixwest bi darê zorê xwe ferz bike û berdewam bike, lê ev yek pêk nehat û hat rûxandin. Di dema rûxandina wê de heyecan û kêfxweşiyeke mezin bû ji bo gelên Sûriyê û rojeke dîrokî bû. Lê kesên ku şûna rêjîma Baas girtin heta çi astê karîbûn xewn û xeyalên gelên di Sûrî de pêk bînin. Piştî hatina desthilata nû gelek pirs di serê gel de çêdibûn, gelo ev kes heta çi astê wê bikaribin Sûriyê birêve bibin û wê çawa birêve bibin. Ji xwe yên ku bûn sedema rûxandina rêjîma Baas HTŞ’ê bû. HTŞ’ê jî dîrokeke wê ya dûr û dirêj heye ku di nav giropên tundrew de cihê xwe digirtin. Di heman demê de ev komên ku derbasî xaka Sûrî bûn demekî girêdayî dagirkiriya Tirk bûn. Ew hişmendiya ku xwe li ser xwe ava kirin, roj bi roj derdiket holê, wek nêzîkatiyên wan li hember jinan, ol û baweriyan û li hember netewên heyî di herêmê de. Gelo bi vê hişmendiyê wê çarenûsa Sûriyê ber bi kur ve bibin, çiqasî dixwestin xwe bi awayekî erênî nîşan bidin lê mixabin zihniyeta li ser rabûne wê nikaribin di şev û rojekî de wî fikrî biguherin û veşêrin. Encamên wê zihniyetê gelek alozî û qirkirin derketin û mafê jinê binpê kirin û têkoşîna ku wê dayî meşandin hemû ji holê rakir. Ev zihniyeta ku hat li ser desthilatdariyê heta çi astê metirsiyek bû ji bo gelan û encamên wê hatin dîtin jî.

Banga Rêber Abdullah Ocelan çi bandora xwe li ser Sûriyê heye?

Banga Rêber Apo banga sedsalê ye, ji bo hemû pirsgirêkên ku di sedsalekî de rû dan û nakokiyên ku di navbera gelan de derketin, banga Rêber Apo hêviyek bû ji bo tevahiya gelan. Piştî vê nameyê li tevhiya cîhanê êdî siyaset, nêzîkatî û hizrandina ku desthilatdaran xwe li ser birêve dibin hat guhertin. Nakokî û pirsgirêk li seranserî cîhanê kûr bûbûn carek din Rêber Apo derket û behsa nûjenkirina xwîşk û biratiya di navbera kurd û tirkan de kir, ev yek bandora wê li Sûriyê hebû.  Wê êdî qonaxeke nû destpê bike qonaxeke bi aştî û civaka demokrat a ku Rêber Apo banga wê dike. Ev bang bi kêfxweşî û heyecaneke mezin hat pêşwazî kirin û li gor wê qonaxa nû de em çawa bikaribin kar û xebatekî ji bo bangê bikin û bibin nûnerên banga Rêber Apo ku li tevahî Sûrî pêwîste qonaxek bi aştî û civakek demokratîk dest pê bikin. Her wiha bighêjin aramî, azadî û civaka Demokrat.  Ji xwe bang û pirojeya Netewa Demokrat ne tiştekî nû bû ji destpêka avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê heya roja îro ev bang berdewame, ev bangeke dîrokî bû û bandoreke wê li tevahî cîhanê jî hebû.

Ev çend rojin ji aliyê HTŞ’ê ve û di bin çavdêriya komên tundraw de li bajarên Sûryê weke, Laziqî, Himis û Tertûs ên ku piraniya wan elewî ne li ser Jin, zarok û gelan komkujiyan pêk tînin ev nêzîkatiyên li dijî mirovahiyê hûn çawa dinirxînin?

Ev kumkujiyên ku dihatin kirin wijdanê hemû cîhanê têşand, ev fikrê tundrew ku hemû netew û olan qebûl nake û di bin navê islama tundirew de êrişî gelan dikin û ji mafê xwe dibînin ku gel darizîne û wan ceza bikin, ev yek cihê metirsiyê ye ji bo hemû cîhanê. Destpêka ku ev desthilatî hat em di wê gumanê de bûn gelo wê bikaribin xwe dûrî zihniyeta qirêj bixe yan na, lê kesê ku li ser zihniyetekî hatibe perwerde kirin û bi salan destê wan di nav xwînê de mabe wê nikaribe xwe dûrî wê zihniyetê bixe. Niha jî HTŞ’ê zihniyeta xwe pêk tîne heger kesek ne li gor zihniyet û zagonên wan be, wan ceza dikin. Yek ji wan jî gelê elewî ne, raste Serokê Sûriyê yê berê Beşar El Esed elweî bû lê rojekî jî siyaseta xwe li gor elewiyan nedida meşandin, siyaseta wî li gor Rêjîma Baas bû. Lewma tu sûcê elewiyan nîne ku rastî van kumkujiyan werin. Di gelek dîmenan de dihat dîtin ku zarokên hîn temenê wan salek bû dihatin kuştin li ser destên wan. Ne ji mafê waye ew rabin elewiyan darizînin, ji ber ku zagonek heye heger wek ew dibêjin şûnmayînê rêjîma Baas in, pêwîste di dadgehên navdewletî de werin dadgeh kirin. Di nav dîmenên kumkujiyê de jî dihat dîtin ku çawa malbat hemû dihat hedefgirtin ne tenê kesek. Ev bûyerên ku hatin dîtin bû metirsiyek li ser asta cîhanê, ferq û cûdahiya di navbera vê zihniyeta tundirew de û di navbera banga Rêber Apo de ku dibêje pêwîste em xwîşk û biratiya di navbera gelan de carek din vegerînin, aştiyê pêş bixin û civaka demokrat ava bikin.

Çi ferq û cudahî di navbera rêjîma Baas û desthilata nû a demkî de heye, rêjîma Baas li dijî gelê kurd neheqî, înkar, zilim û kumkujî pêk anî, wek nimûne bûyera 12’ê Adara 2004’an de ku di encamê de bi dehan kurd şehîd û birîndar bûn, bi destê rêveberiya nû ya Sûrî jî heman tişt li ser gelê elewî tê kirin?

Ferq û cûdahî di navbera rêjîma Baas û desthilata nû a demkî nîne, ji ber ku rêjîma Baas xwe li ser inkar kirin û qirkirina gelan ava dikir û sîstema xwe li ser derxistina nakokiyan di navbera gelan de berdewam dikir. Her tim dixwestin di navbera kurd û ereban de dijminatiyê derxin, ev nakokiyên ku derdixistin dibû sedema ku gelek guştin çêbibe. Ermanca siyaseta Baas avakirina Kembera Erebî bû ku bidehan salin ku qirkirin li ser gelê kurd dihat kirin û pîlanên ku li ser kurd û ereban didan meşandin encamê wê jî bûyera 2004’an derket. Tevî ku beriya rêjîma Bass bi dehê salan jî kurd û Ereb bi awayekî aşityane bi hev re jiyan dikirin. Rêjîma Baas kumkujiyên xwe bi awayekî veşartî di riya pîlan û nakokiyan de dikir, lê desthilata nû bi awayekî rasterast netew û olan qebûl nake. Di heman demê de kumkujiyan li ser elewiyan pêk tîne ev tê diyar kirin ku tu cûdahî di navbera komkujiyên ku îro li ser elewiyan têne meşandin û yên ku di sala  2004’an de li ser gelê Kurd hatine meşandin tuneye.

Di demên cuda de dewleta Tirk di derheqê elewiyan de kumkujî pêkanîn, niha heman tişt li Sûriyê bi destê desthilata Şamê tê kirin, gelo bi nêrîna we têkilî an jî heyanî çi astê destê dagirkeriya Tirk di van kumkujiyan de heye?

Dema HTŞ’ê hat ser desthilatiyê me têkiliyên dagirkeriya Tirk didîtin ku çawa Rojana wezîrê xwe rêdikirin da ku siyaseta xwe li ser Sûrî jî bide meşandin û di heman demê de hin peyam hebûn dixwestin bi riya ragihandinê bidin û metirsiyê bixin di dilê gel de. Bûyera herî hatibû belav kirin bûyera çiwîna Ehmed Elşerii û Hakan Fîdan li ser çiyayê Qasiyon û xwestin bi wêneyên xwe ji gel re bidin diyarkirin ku vaye êdî wê bihevre Sûrî birêve bibin. Dagirkeriya Tirk gelek mudaxele dikir û heya roja îro jî bê navber, dixwaze bi riya vê desthilatiyê gelan qir bike. Ji ber ku zihniyeta ku dagirkerî dimeşîne heman zihniyeta ku HTŞ’ê jî dide meşandin û gelan qir dike. Têkiliyên HTŞ’ê û dagirkeriya Tirk hîn li Efrînê bi hev re hebûn, ew çeteyên ku destên wan di xwîna gelê Kurd de hebû wek Ebû Emşa û Hatim ebû Şeqra, ev yek ne tesadufe ku hebûna van kujeran di desthilata Şamê de. Lê ev yek tê wê wateyê ku girêdana wan bi hev re heye. Hertim dixwazin zihniyeta xwe li ser gel feriz bikin û bi taybet li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê ji destpêka aloziya Sûrî û heta piştî rûxandina rêjîma Baas jî ev herêm ji kumkujî û pîlanên dagirkeriyê û çeteyên wê hatibû parastin. Her tim em dibêjin heger ne ji van destkeftî û berxwedaniyên heyî ban wê çarenivîsa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heya çi astê wê mîna ya elewiyan ba. Lê bi saya berxwedanî û têkoşîna ku hatiye kirin û hîn berdewame jî, gel û destkeftî jî di nav de hatin parastin. Gelê ku li ser fikirê Netewa Demokratîk xwe perwerde kirî, wê tucarî nekeve di bin bandoriya hişmendiya dagirkeriyê de.

Post Views: 57
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû
NÛÇE

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû

10/05/2025
Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê
CIVAK Û JIYAN

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê

10/05/2025
Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.