Asya Weşûkan
Di rojek weke vê rojê de bajarê Efrînê ji hêla hêzên êrîşkar, ên dewleta Tirk ve hate dagirkirin û weke ku têye zanîn ji 20 çileya sala 2018 an de; berê xwe dane bajarê Efrînê û gundewarên wê û şerekî dijwar hate, destpê kirin, gelê Efrînê jî bi hêza xwe ya cewherî berxwedaneke dîrokî û bêhempa da nîşandan. Lê mixabin tevî wê berxwedana bênimûne jî gelê herêmê, dibin zext, zor û êrîşên dewleta Tirk a bi belafir û tang û topan; hew dikarî çavê xwe veke û bi çûl û beyaran ketin. Weke ku min di serî de jî qal kir û got ku ji 20 çileya, sala 2018’an de şer dest pêkir û gelek wendahî li şûn xwe hiştin û herî dawiyê jî; di dîroka 18 Adara heman salê de xelkên bajarê wêrankirî Efrînê ji herêmê vekişiyan. Weke ku têye zanîn dewleta faşîst a Tirk bi destûra dewletên, weke Rûsya Emerîka û hêzên navdewletî ketin bajarê Efrînê û li ser xelkê wê bi kuştin, lêdan û destdirêjîyê; tar û mar kirin û mecbûrî koçberiyê kirin.
Piştî şer û gengeşeyên dijwar xelkê Efrînê tevî keç û lawên, xwe yên tekoşer ji herêmê vekişiyan û her çavê wan; lipaş ma û her jî di xeyalê wan de ma wê çawa vegerin warê xwe. Xelkên bajarê Efrînê (Aferîn) 58 rojan bi wêrekî û qehremanî, li berxeda û gelekî rû bi rûyê komkujî û qirkirinên netewî hatin. Artêşa Tirk tevî çeteyên bi peran ên hov bi desteka zêdetirî 70 belafirên şer, êrîşî ser xelkê herêmê kirin û ew di sînorên Şehba, Heleb û Bakur û Rojhilatê Suryeyê re derxistin. Di sînoran de jî çi felaket hate serê jin, zarok û mirovên temen mezin û çi jî zor û zehmetî ji destê; çeteyan dîtin û di rêkan de hatin perîşan kirin. Dewleta Tirk bi hemû hêzên xwe ên giran bi ser gel de hatin û mebesta, wan ew bû ku herêmê ji mirovan vala bikin û çeteyên; xwe yên dirinde bicih bikin. Ew bajarê xweşik û bedew ku weke bihişta baqî bû, bi erdê re kirin yek û mal û milkê gundiyan talan kirin.
Xelkê bajarê û gundan hatin çember kirin û ji her hêlê de, top û tang li wan barandin û jiyan li wan reş û tarî kirin û ew bajarê weke; bihiştê wiha lêkirin ku bû weke roja mehşerê. Weke ku Kurdan dibêjin: Dê weledê xwe avêt. Bi rastî wiha li bajar kirin ku mirov hew dikarî temaşey. T.V. jî bike ji ber ku hestên mirovan dihatin, biraştin û dibûne weke pizotên agirê dojehê. Ji xwe dewleta Tirk weke her carê xwe mafdar derxist û got ku, em li pey PKK’ê derbasî Efrînê bûn û me bajar û gundewarên wê ji; tundrewan (Terorîstan) rizgar bikin û ez jî dibêjim: Hela mirovno werin û li vê dirinde bûnê temaşe bikin û bibînin, bêka kiye yê ku mafdare û keda wî hatiye xwarin û kiye êrîşkar û tundrew? Hela xelkno werin û temaşe bikin li vê bûyera susret û balkêş? Û weke ku têye naskirin di encama peymanên ku, di warê leşgerî de bi yekitiya dewletên NATO yê; re dabûn çêkirin û ji ber wê hêzên navendî ti dengê xwe ji wan re nekirin û berevajî wê, ew destek jî kirin û ser bûyerên wan girtin.
Ev ji hêlekê de û ji hêleke din de jî dewleta Tirk desteka dewleta, Îslama Îranê jî girtin û ji Rûsya û Suryeyê jî destek ji wan re dihate dayîn. Û bi van tevahî haziriyan ketin bajêr û gundewarên wê, de û tevahî tar û marî hevdû kirin bê ku ti hêz; dengê xwe ji wan re bike û bibêje: Ev çiye û çima li ser xelkên herêmê wiha bi hovitî êrîş têne kirin? Cardin jî weke ku têye zanîn di encama peymanên berê yên, Rûsyayê bi Tirkan re li bermaberî xelkê bajarê Efrînê êrîşên wiha susret pêkanîn. Dewleta Tirk hewilda ku nexşeya bajarê Efrînê bi guhere û hinek heremên, din jî weke Humus û Derayê, ji hêleke din de jî xwestin ku; bi amûra artêşa çeteyên Tirkiyê ya faşîst hemû berhem û pirojeyên netewa Demokratîk; ya ku gelê Efrînê da bûye çêkirin xerabikin. Herêma Efrînê ya ku piştî ragîhandina pergala xweseriyê, ketibûye nava hewildana xwe sazûmankirinê de; lê bi êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirk tevahî hewildanên, gel û rêveberiya xweser re her tişt hilweşiya û hate xerab kirin.
Dewleta Tirk êrîşî ser gelê kurd yê heremê kir û bi hovitî, hemû berhem û bereketa xaka wan talan kir. Wiha kir ku darên zeytûnan jî tev qurtkirin û hin ji wan darên kevnar jî, ji kokê de rakirin û dizîn ji bo ku bibin ciyên cûda li nava Tirkiyê biçînin; wiha bajarê navdar Aferîn talan kirin. Di bin lêdanê de mirovên sivîl hatin kuştin û gelek mirov çendekên wan jî, nehatin dîtin û li çol û beyaran winda bûn. Li bajarê xwedawend û ferîşteyan gelek ciyên kevnewar, hatin vekirin û dizîn. Ew çeteyên hov û dirinde her dever talan kirin û ê mayî, jî xerab kirin û kirin kavilên reş û tarî û li şûna wan jî xelkên biyanî; bicih kirin û tişta herî susret jî ewe ku xelkên xwecihî talan dikin û wan ji warên wan, dertînin û li şûna wan jî hin kesên biyanî û xerîb bicih dikin. Ev tevahî jî bi armanca dîmografiya herêmê bi guherin û ya bingehîn jî ewe ku hewildidin rengê herêmê yê kurdwarî bi guherin.
Ji xwe gelek warê herêmê perçe jî kirin û bi desteka Xelîc, Filestîn û Nato yê avakirin û xelkên biyanî têde bi cih kirin. Û tişta herî balkêş jî ewe ku cara yekem di cîhanê de bûyerên wiha, di qewimin û dibin rojev, lê mixabin ji ber ku gelê Kurd mijara gotinê ye tî kes; dengê xwe nake û berevajî wê kêfa wan tê û destek jî dikin. Lê gerek were zanîn ku tevî her riştî jî xelkên Efrînê, hîna jî bi dijwarî dibêjin: Tekez emê vegerin warên xwe û bajar û gundên xwe, ji nuvde sazûman bikin û ev jî ciyê şanazî û rumetê ye ku xelkên Efrînê; bibêjin emê li berxwe bidin û bi tekoşînê emê vegerin warê, xwe û xelkên biyanî û çeyetan ji bajar û gundewarên xwe derxînin. Mirov dikare ji bo xelkên Efrînê wiha binirxîne û bibêje ku, xelkên pir asî û berxwedêrin bi taybet jî piştî ku êrîşên herî dawiyê; ji hêla artêşa azad ve hate ser wan. Tevî ku di rewşeke pir zor û zehmet debûn jî û careke, din pirs dikirin û digotin heval gelo emê kengî vegerin Efrînê?
Û niha jî çavê tevahî xelkên Efrînê li rêka vegera bajar û gundê, wanin û ev jî girêdayî çareser kirina pirsgirêka pergala demkî; ya Suryeyê û hişmendiya wan a desthilatdar û navendiye. Weke ku em tevahî jî dibînin ku hêzên QSD û YPJ ê hewildanên çawa, dikin û rêveberiya xweser jî her dinava hewildanên xurt deye; lê mixabin pergala demkî a HTŞ ê gelekî serhişk û xapokere, ji xwe dewleta Tirk jî her hewildide ku çareseriyê xerab bike. Û hatina wezîrê derve ê Tirkiyê Hakan Fîdanê xayîn û musteşarê, MÎT ê jî dide diyar kirin ku di nava hewildaneke çawa dene û niyeta wan çiye. Lê weke tak ez di wê baweriyê deme ku Rêber Apo û PKK ê, QSD û YPJ ê wê her di nava hewildana; çareseriya demokratîk debin û wê bes nekin. Ez jî careke din dibêjim gerek gelê Kurd tevahî û bi taybet jî, em weke jin û ciwan gerek tevahî hewildana me; ji bo çareseriya demokratîk be û em li gorî bangewaziya Rêber Apo û peyamên wî derkevin û tekoşîna xwe bilind bikin.
Di dawiyê de jî ez tevahî şehîdên bi rumet û giranbiha, yên berxwedana Efrînê bibîrtînim û bejna xwe li hemberî; wan di tewînim û soza tolhildanê ji wan re nû dikim û dibêjim: Hêviyên me pir mezinin bi keda Rêber Apo û şehîdan û em tevahî hazirin, ku em ji bo xweseriya demokratîk canê xwe jî bidin û heyanî hinasa xwe ya dawiyê; jî emê bibêjin bijî Rêber Apo, bijî xweseriya demokratîk, bijî xwişk û biratiya gelan, jin jiyan azadî. Şehîd namirin.