Argêş Vîyan/ Qamişlo
Hevserokê DEM û yek ji endamê şandeya Imraliyê Tuncer Bakirhan anî ser ziman ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bona tevahî mirovahî û h emû kesên azadîxwaz e, û Abdullah Ocalan berpirsyariya xwe ya dîrokî pêkanî û pêwîste dewlet jî bersiva vê bangê bide”
Di 27’ê Sibata 2025’an de şandeyeke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji 7 endaman pêk hat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serdana girtîgeha Îmraliyê kir û bi Abdullah Ocalan re civiyan. Piştî şande ji Îmraliyê vegerî bi civîneke çapemeniyê peyama Rêber Abdullah Ocalan a Aştiyê û Civaka Demokratîk aşkere kir û bi hemû aliyan re da fêmkirin.
Derbarê hevdîtinên li gel Rêber Abdullah Ocalan yên girava Îmraliyê û danûstandinên bi gelek aliyan re, hevserokê DEM Partî û yek ji endamê Şanda Imraliyê Tuncer Bakirhan ji rojnameya me re axivî
‘Ev banga Rêber Apo barê me giran kir, pêwîste em erka xwe pêk bînin’
Hevserokê DEM Partî û yek ji endamê Şandeya Imraliyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ev pêvajoya tê meşandin
divê bi baldarî bê şopandin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em wek Partiya DEM’ê, partiyeke ku li ser bingeha muzakere û têkoşînê hatiye avakirin û siyaseta xwe di vî warî de dimeşîne; di wê pêvajoya heyî de jî em rola navbeynkariyê digirin ser xwe. Em weke şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo danûstandina rast a di navbera partiyan û danûstandina rast a bi civakê re têdikoşin. Weke tê zanîn jî ji ber rewşa herêmê û taybet Kurdan ji nêz ve tê şopandin û li ber çav e. Hemû alî bi rengekî baş dizanin ku pirsgirêka herî zehmet û divê bê çareserkirin pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd jî bi yek alî nayê çareser kirin, Rêber Abdullah Ocalan tişta ku dikeve ser milê wî kir û pêwîste ku dewleta tirk jî li hemberî vê yekê bi erêkê xwe rabe. Rêber Abdulah Ocalan gelek caran anî li ser ziman ku dikare wê pirsgirêkê çareser bike û têkoşînê bigihîne merheleyekê demokrasî û azadiyê. Di dîrokê de gelek caran hewildan çêbûn û nîvço hate hiştin. Gelek zehmetî hatin kişandin û pir berdêl ji herdû aliyan jî hatin dayin. Êdî di aliyê hikumeta Tirkiyê ve jî gelek kesên wê jî bi pirsgirêkê re mijûl dibin, destê xwe xistin di bin kevir de nêrîn û pêşniyarên xwe zext li ser raya giştî çêkirin. Di heman demê de jî têkoşîna Tevgera Azadiyê û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan ya gehiştiya 50 salan. Piştî wan hewildanan rayedar û hikûmeta Tirk hindek gavên erênî avêtin, mînak serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî got Rêber Apo hezbike dikare hevdîtinaan bike û piştre jî braziyê wî û parlementerê Rihayê Omer Ocalan çû hevdîtinek kir li gel mamê xwe Rêber Abdullah Ocalan. Bi pêşniyara Rêber Apo û destûrdayina hikûmeta Tirkiyê desteyek hat avakirin û bi Rêber Apo re hevdîtin hatin kirin. Pêvajoyekî dîrokî û serkeftî bimeşe, Rêber Abdullah Ocalan pêşengtî kir û bangekî ji bona herdû aliyan bi riya Şandeya Îmraliyê me ragihand. Ev ne qedandina rêxistinekê ye, destpêkirina serdemeke nû ye. Ji ber wê yekê jî barê me weke DEM partî pir girane û erkê me zêdetirbû û em ê heya dawiyê xwedî li vê pêvajoyê derbikevin û bighînin demokrasiyê.”
‘Gelek hevdîtin li gel partiyên din jî hatin kirin’
Tuncer Bakirhan da diyarkirin ku nîqaş û serlêdanên wan dê li gel hemû aliyan çêbibe û wiha berdewam kir “Ji bilî vê em jî ji bo civakîkirina aştiyê çi ji destê me tê bikin. Piştî hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re, bi gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin hatin pêkanîn. Di van hevdîtinan de me naveroka hevdîtina ku li Îmraliyê pêk anî bi awayekî zelal ragihand. Me got Abdullah Ocalan çi difikire û çi peyam daye. Em ti aliyê ji derveyî vê pêvajoyê nahêlin û li gel herkesê danûstandinan bikin.
Danûstandinên me berdewam dikin. Hevdîtinên me yên bi dehan sazî, komele û rêxistinan re wê dewam bikin. Em ê bi hemû komên ku piştgiriya çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê dikin re têkiliyê deynin. Ez dikarim bibêjim ku heta niha piştgiriyek û eleqedariyek mezin heye. Ji ber ku ev pêvajo û Banga Aşitî û Demokrasiyê ji bona hemû aliyên azadîxwaz û demokratîkbuyina Tirkîyê û herêmê ye.”
‘Ev bang daxwaziya hemû gelan bû’
Bakirhan got ku pêwîste mafê hêvîyê ji Abdullah Ocalan re bê dayin, ji bona bikare bi şêwazekê guncav nîqaşan bimeşîne û wiha domand: “Weke ku tê zanîn bangawaziya dîrokî herkes li bendê bû hat dayîn û hemû saziyên Kurd li pişt bangê rawestiyan. Niha jî dor hatiye ku dewlet û hikûmeta Tirk tevbigerin. Niha çend mijarên sereke hene. Ya yekem ji bo Abdullah Ocalan şert û mercên xebatê yên guncav pêk bînin. Ya duyemîn jî ji bo lidarxistina kongreyê şert û mercên guncav bên peydakirin. Di derbarê pêvajoya pêş de jî gelek hêviyên civakê hene. Erk û bendewariya herî girîng ew e ku bingeha “siyasî û zagonî” bê dayîn. Mînak muzakere û pêvajoya ku niha tê meşandin divê xwedî bingeheke zagonî be, lê tine ye. Divê dewlet xwedî li pêvajoyê derbikeve û baweriyê di civakê de çêbike. Ev dê bibe gavek pir girîng û divê derfetên ji Abdullah Ocalan re were dayîn ku bikare danûstandinê li gel derdoran bike û mafê hêviyê jêre bê dayin”
‘Dê Newroza 2025’an bibe agirê azadî û demokrasiyê’
Tuncer Bakirhan bibîrxist ku divê beriya Newrozê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin çêbibe û wiha axaftina xwe dawî kir: ” Ev Newroz Newroza herî dîrokî û krîtîk e. Ev Newroz Newroza ku wê bersiva herî xurt ji vê bangê re bê dayîn e. Ev roj in ku gel wê herî zêde bersivê bide banga Abdulla Ocalan. Newroza îsal ne tenê roja cejnê ye, di heman demê de roja wergirtina berpirsyariyeke dîrokî ya ji bo pêşeroja gelê me ye. Ew roj e ku divê em baweriya xwe ya bi azadî, aşitî û demokrasiyê ji her demê zêdetir biqîrin. Çawa ku me ji bernameyên Newrozê yên heta niha hatine lidarxistin jî dît eleqeyek mezin heye. Gel vê bangê hembêz dike. Newroza 2025’an Newroza ku wê bi banga sedsalê ya Abdullan Ocalan pêk were. Ev Newroz Newroza ku em ê dengekî xurt bidin banga 27’ê Sibatê ye. Li ser dezgehên ragihandinê jî hate gotin divê beriya cejna Newrozê hevdîtin careke din bi Abdullah Ocalan re çêbibe û em bi hêvîne ev pêvajo bê pirsgirêk bimeş e, û dayikên Kurd û Tirk êdî nema rondikan bibarînin. Li ser vî bingehî em dibêjin bi rihê aşitî û civaka demokratîk. Herwiha em Newroza hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Kurdistanê pîroz dikin”





