Ronaz Silêman/Qamişlo
Yekîtiya Hiqûqnasan û Encumena Dadmendiya Civakî ya Kantona Cizîrê bi daxuyaniyeke nivîskî, redkirin û sûcdarkirina weşana daxuyaniya destûrî ya ku ji aliyê hikûmeta veguhêz ve li Sûriyê hatiye dayîn, da.
Yekîtiya Hiqûqnasan û Encumena Dadmendiya Civakî ya Kantona Cizîrê bi daxuyaniyeke nivîskî redkirin û sûcdarkirina weşana daxuyaniya destûrî ya ku ji aliyê hikûmeta veguhêz ve li Sûriyê hatiye dayîn, li pêşiya dadgeha bajarê Qamişlo da.
Herwiha beriya dayîna daxuyaniyê şehîdên komkujiya Helebce û mezheba elewî hatin bi bîr anîn, piştre ji aliyê endamê Yekîtiya Hiqûqnasan Basil Ebdê ve daxuyanî bi zimanê erebî hate xwendin.
Daxuyanî wiha hate dest pê kirin: “Yekîtiya Hiqûqnasan û Encûmena Dadmendiya Civakî li Kantona Cizîrê bi nîgeraniyeke mezin “Daxuyaniya Destûrî” ya ku vê dawiyê li herêmên di bin kontrola hikûmeta veguhêz de li Sûriyê hat derxistin, dişopînin. Ev destûr paşvekişîneke metirsîdar e ji her têgeheke dewleta qanûnî û hemwelatîbûna wekhev. Herwiha li şûna ku ev destûr gavek ber bi avakirina dewleteke demokratîk û wekhev be, lê li ser bingehê cûdakariya olî û nijadî dewleteke nû ava dike.
Ev Danezana Destûra Bingehîn di nav xwe de gelek binpêkirinên cidî yên prensîbên destûrî û qanûnî dihewîne ku yê herî girîng ev in:
- Nasnameya yekalî ya dewletê
Bend 1-: Nasnameyeke etnîkî ji bo dewleta “Ereb” ferz dike, bi paşguhkirina cihêrengiya niştimanî li Sûriyê, di destpêkê de gelê kurd ku ev yek wek binpêkirina eşkere ya mafên pêkhateyên mayî û hewldanek ji bo çewsandina nasnameyên neteweyî û çandî ye.
- Cûdahiya olî di dema wergirtina cihên bilind de
Benda 2- Pêwîst e serokê dewletê misilman be ku ev yek binpêkirina eşkere ya prensîbên wekhevî û welatîbûnê ye.
- Çêkirina fiqha îslamî wek çavkaniya sereke ya qanûnê
Benda 2- : Ne tenê hiqûqa îslamî wekî yek ji çavkaniyên qanûnê dihesiband, lê ew kir çavkaniya sereke, paşguhkirina mîrata yasayî ya mirovahî û daxuyaniyên navneteweyî yên mafên mirovan ku yasayan dixe bin serweriya şiroveyên olî yên teng û hişk ên mîna fetwayên Ibn Teymiye ku dijberî mafên mirovan û azadiya baweriyê ne.
- Paşguhkirina zimanên pêkhateyên li Sûriyê
Benda 3- : Di destûrê de zimanê Erebî wekî zimanê fermî tê destnîşankirin. Ev yek paşguhkirin û cudakarî li dijî zimanên kurdî, suryanî, ermenî û tirkmenî ye.
- Prensîba wekheviyê li dijî şert û mercên cihêkariya olî ye
Bend 6 û 9- : Idîa’yî dike ku wekheviya di navbera hemwelatiyan de di maf û erkan de pêk tîne, lê di heman demê de ew nahêle kesên nemisilman cihên bilind bigirin.
- Ne zelalbûna pênaseya “şehîd”
Bend 10- : Bi rêzgirtina şehîdan diaxive bêyî ku pîvanên zelal diyar bike ka kî şehîd tê hesibandin, ev yek rê li ber şîroveyên xeternak vedike ku dibe ku bibe sedema cudahiyê di navbera qurbaniyan de li ser bingehên siyasî an îdeolojîk.
- Sînordarkirina azadiyên siyasî û rakirina pirdengiya partiyan
(benda 14) Karê partiyê tê rawestandin heta ku qanûnek nû were derxistin, bêyî destnîşankirina sînorek demkî ku bi bandor tê wateya qedexekirina partiyan û rêgirtina li çalakiyên siyasî.
- Yekdestdariya Serok Komarê ya desthilatdariyê
Bend 15-27- : Ragihandina destûr rayeya mutleq dide Serokkomarê Komarê.
- Nediyarkirina mekanîzmayek ji bo cezarkirina serok an ji kar dûrxistina wî
Benda 35 – 40- : Di danezanê de tu mekanîzmayek ji bo berpirsyar girtina Serokê Komarê yan jî ji kar dûrxistina wî dema sûc û binpêkirina destûrî bike, tune ye. Herwiha diyar nekiriye ku çawa Desteya Dadwerî ya Bilind bê avakirin ku dadgeriyê dike bindestê desthilata cîbicîkar bêyî serxwebûna rastîn.
- Sepandina rejîmeke otorîter a bi perdeyên destûrî
Benda 27- : Bi xistina hemû desthilatan di destê Serok Komarê de, prensîba cudakirina desthilatan ji holê tê rakirin û rejîmê di bin perdeyeke yasayî ya derewîn de vediguhere sîstemeke berdewam.
Daxuyanî wiha hate qedandin: “Em wek Yekîtiya Hiqûqnasan û Encumena Dadweriya Civakî li Herêma Cizîrê, bi tundî vê daxuyaniya destûrî red dikin û em bang li hemû hêzên demokrat û mafên mirovan dikin ku wê red û şermezar bikin. Herwiha kar bikin ku ji nû ve amadekirina delgerasyona destûrî ya pêşerojê li ser bingehên demokratîk ku mafên hemû pêkhateyan di çarçoveya sîstemeke nenavendî de misoger dike, bike.”