Asya Weşûkanî
Peyam û nameyên Rêber Apo ji hêla jin, ciwan û tevahî beşên, civakê ve bi coş û kêfxweşiyeke mezin hatin pêşwazî kirin û di yek kêliyê û yek katjimêrê de; li meydanan tevahî civakê bi hevre û bi baldarî guhdar û temaşe kirin. Weke ku têye zanîn piştî deh salan careke din civaka Kurd, temaşey wênê Rêber Apo kirin û dilê xwe weke; deryayekê firek û geş bû. Me tevahiyan jî dît bêka gel çawa bi hurgulî gotin bi gotin, şopand û kelecan jê girt û tevahîyan bi hever siloxan; bilind kirin û gotin bijî Rêber Apo, bi can bi xwîn em bi terene ey serok. Bi rastî meydan hejiyan ji ber kelecana gel û siloxanên wan, ez bi xwe peyama Rêber Apo û guhdar kirina gelê Kurdistanê û dost û hevalên wan; li meydanan weke şoreşekê dinirxînim û dibêjim: Piştî zêdetirî 3 salan ji bêxeberiya ji Rêber Apo, wergeriya tekoşîneke pir mezin û tevahî cîhanê li; peyama Rêber Apo guhdar kir û famkir ku tevgera azadiyê netenê şer, dixwaze û ji çareseriya demokratîk û aşîtiyane re jî hazirin. Careke din helwesta jin, ciwan û tevahî civakê ji her kesî re, da îsbat kirin ku ji her çareseriyê re hazirin û îqna bûne ku; bê Rêber Apo ti çareserî pêkan nîne û gel di siolxanên xwe de dan, nîşandan ku azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Cardin jî gel di meydanan de dane diyar kirin ku ji her, biryar û perspektîfekê Rêber Apo re hazirin û biryardariya xwe; bi rojê re pir zelal anîn ser ziman û ji meydanan belav bûn. Gerek were zanîn ku Rêber Apo ne niha dest bi hewildana, çareseriya demokratîk kiriye û ev 50 salin ku Rêber Apo ji bo çareseriyê; dixebite û tekoşîn dike. Ji xwe Rêber Apo bi dehê caran bangewazî li dewleta, Tirk kiriye û gotiye ku tekez pirsgirêka Kurd bi rêbazên şer nayê; çareser kirin û tenê bi çareseriyên aşîtîyane wê pêkan bibe. Weke ku têye zanîn tevî hewildanên Rêber Apo û tekoşîna, wî a bêhempa jî rayedarên dewleta Tirk bersiva pêwîst; nedane û her bangewaziya hêzên xwe radest kirinê li Rêber Apo kirine. Û ev jî tekez ji derveyî rastiyê bûye û her pirsgirêk bi xwe re, hîn kûrtir jî kiriye.
Weke ku me tevahiyan jî guhdar kir ku Rêber Apo, di peyama xwe ya di 27 sibatê de wiha gotiye: Me ji ber ku xetimîna siyasî û qedexekirina, li ser fikir û ramanên azad û xwe îfade kirina azad; dest bi şoreşê kir û hêzên me derketin çiyan û li gorî nrîna min, ev nirxanin gelekî têrkere ku were famkirin çima dest bi şoreşê hatiye kirin. Cardin jî Rêber Apo dibêje destpêkirina me ya şer ji mecbûrî bûye û ji ber ku, mafê me weke netew ji destê me hatibûye girtin û çanda me; di nava pençê qirkirinê de bûye. Û me jî xwe weke partî li ser pîvanên sosyalîzma pêkhatî, bi rêxistin kir û em bi şoreşa netewî û mirovahî rabûn û ger ku muxatebê; me hebe û derfetê demokrasiyê hebe tekez em hazirin çekan berdin. Û weke ku têye zanîn tekoşîna Rêber Apo û hewildanên wî ên, ji bo çareseriyê 50 salên xwe tijîkirin û hîna jî bi wê kelecanê; dide diyar kirin ku ji her demê zêdetir ji çareseriyê re hazire. Ji xwe gelek caran agirbest îlan kiriye û bangewazî, li rayedarên Tirkan; kiriye lê mixabin her destê wê li hewa maye û careke din şer ji nûde destpêkiriye.
Û niha jî dibe ku bersiva pêwîst ji hêla dewleta Tirk ve ti, bersiveke guhncav neyê dayîn jî lê baweriya gel bi Rêber Apo heye û weke ku têye; dîtin baweriya gel û baweriya tevgera azadiyê bi dewleta Tirk nîne, lê baweriya wan bi tekoşîn û keda Rêber Apo heye. Û ya din jî weke ku hate famkirin Rêber Apo, bal kişandiye ser mijara baweriya bi, çareseriyê û gotiye ku: Gerek hun wiha nêzîkatî raber bikin ku, ne xeyalî û serxweş bibin û nejî bêbawer û hêvî nêzbibin. Ji xwe li gorî ku me bi hurgulî şopand tevgera azadiyê jî, pir bi bawerî nêzî bangewaziya dewleta Tirk û rayedarên wê; nebûn û mafdar bûn di helwesta xwe de ji ber ku dewleta Tirk, ne ciyê baweriyê ye û di mirovan de gumanan didin çêkirin. Lê weke ku em tevahî jî di şopînin û lê mixabin dibînin, ku helwesta rayedarên Tirk careke din weke berêye û cardin di; qirkirin û înkarê de îsrar dikin. Ez dibêjim tekez gerek rayedarên dewleta Tirk û bi taybet jî, Dewlet Behçelî, ê ku bi xwe bangewazî li nûnerên DEM partiyê kir û ji wan xwest ku; weke navbênkar rola xwe bilîzin û Rêber Apo bînin perlemento û pirsgirêka, Kurd û Tirkan çareser bike.
Lê mixabin û sed mixabin piştî ku Partiya Karkirên Kurdistanê, bersiv dan bangewaziya Rêber Apo û agirbest îlan kirin; dewleta Tirk bi teknîk û belafirên xwe yên şer û keşfê bêrawestan, êrîşî ser wargehên gerîla kirin û şehadet jî çêbûn. Weke ku dewleta Tirk li benda derfeteke wiha bûye ku, dest bi êrîşan bike û heyanî ku çekên kîmyesal jî bikar anîn û ev jî têye; wê wateyê ku di şer û pefçûnan de îsrar dikin. Û weke ku têye zanîn ev rewş jî wê bibe sedema ku, hewildan û keda Rêber Apo weke her carê badilhewa biçe. Lê tekez wê hewildan û tekoşîna Rêber Apo badilhewa neçe ji ber ku, bangewazîya Rêber Apo di wext û ciyê wê yê; guncav de hat û weke ku em dibînin bêka çawa jin, ciwan û tevahî beşên civakê; bi baweriyeke mezin li bangewaziya Rêber Apo guhdar kirin û ji çareseriyê, re jî hazirin û tekoşîna wan xurte. Her kesê ku azad heze ji bangewaziyê bawer kir û amade başiya xwe da raber kirin.
Bi taybet jî jin û ciwanan dengê xwe di meydanan de bilind, kirin û gotin ku em ji bo çareseriyê hazirin û weke ku mirov dibîne ku rojane jin û ciwan; li çar perçeyên Kurdistanê her li meydana ne û tekoşîn dikin. Jinên tekoşer û dilêr tevî ciwanên çeleng û mêrxas ên ku, di sengerên şer de bi şerê parastinê bersiv didin Rêber Apo û dibêjin; em ji her tiştî re hazirin û li kêleka feylesuf û Mesîhayê xwe ne, ji bo çareseriya demokratîk. Tekez gerek tevahî beşên civak xwe ji çareseriya demkoratîk re, hazir û amade bikin û li kêleka wê jî xwe di hêla siyasî û bîrdûzî de jî; kûr bikin û haj li rastiyên siyasî, civakî û abûrî hebin; ji bo ku matmayî nemînin û bibin xwediyê biryara dîrokî. Ji xwe Rêber Apo dibêje ku bera her kes xwedî nerîn, rexne û pêşneyar be, ji bo ku çareserî ya civakê be û mayendî be. Ji xwe her kes rojevê di şopînin û haj li her pêşveçûnê dibin, naxwe gerek her kes xwedî nerîn û pêşneyar bin ji bo çareseriya; demokratîk û mayendî.
Gerek ji hêla her kesî ve were zanîn ku ger xwe pêşnexin û haj li heqîqetê, nebin wê weke gêjan bi sekinin û wê serê wan tevlîhev bibe. Ji xwe Rêber Apo qala xwedin û lêkolîna li ser parstnama, 4- 5 mîn dike û dibêje: Bera her kes wan parastnaman bixwînin ji ber ku, min biberfirehî di wan pirtûkan de nirxandiye û ên ku bixwînin wê tekez; fam bikin û ji xwe ger ku nexwînin tekez wê fam nekin û wê bêçare bimînin. Û niha jî dem hatiye ku her kes xwedî ezîmet û biryar, be ku aktîf bixebite û karibe ku xwe îfade bike. Ji xwe Rêber Apo gotiye ku ez ji her wextê zêdetir ji çareseriya demokratîk, re hazirim û ez ê her di çareseriyê de îsrar bikim. Careke din jî Rêber Apo got ku dema şer qediya ye û gerek çek werin rawestandin, lê mixabin hîna jî dewleta Tirk û hin faşîstên wan ji; çareseriyê re hazir nînin. Lê Rêber Apo di aşîtî û demokrasiyê de îsrar dike û dibêje ku ez dikarim, gelê Tirk jî îqna bikim lê mixabin rayedarên dewleta; Tirk derfetê nadin ku Rêber Apo erka xwe ji bo wekhevî, azadî û çareseriya demokratîk pêk bînin. Ya giring jî ew e ku her kes bi bîr, bawerî û tevahî hêza, xwe beşdarî pêvajoyê bibe û bi hewildanên Rêber Apo re bibe yek û tekoşîna xwe; bilind bike bi bo ku em dijminê xwe bînin hîzayê bibin ber lingê, Rêber Apo û çareseriyê jê bixwazin. Her çiqasî diyar dibe ku rayedarên dewleta Tirk hazir nînin jî lê, tekez gerek her kes bi hewildan û tekoşîna xwe ya cuda cuda, li ser dewleta Tirk ferz bikin ku werin çareseriyê. Careke din ez bangewazî li jin û ciwanan dikim ku, xwe ji rojên giran re hazir bikin ji bo ku em dawiyê li şer û zordariya; desthilatdaran bînin. Werin em tev bi hevre mil bi mil ji bo çareseriya demokratîk, tekoşîn bikin û azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin. Bi mebesta ku em salvegera komkujiya bajarê Qamişlo jiyan dikin, ez li hemberî şehîdan bi hurmet û minetdarî bejna xwe ditewîninim û wan; bibîrtînim û soza rolhildanê ji wan re nû dikim û tekez sozdariya me ji wan, lehengan re jî wê bilind kirina tekoşînê be û dawî anîna li pergala desthilatdar û tundrew be.
Ji bo avakirina pergala civaka demokratîk, ekolojîk a li ser bingeha azadiya jinê be û weke ku Rêber Apo gotiye; demhatiye ku dawî li şeran were anîn û çareseriya demokratîk û aşîtîyane, têkevin meriyetê de. Û her desthilatdar hewil bidin ku şer û gengeşeyan derbixin jî emê, li kêleka xwe parastina aktîf aşîtiyê ferz bikin heyanî ku pêkwere. Bijî Rêber APO. Bijî yekitî û xwişk û biratiya gelan. Jin jiyan azadî.