Argêş Vîyan/Qamişlo
Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl da xuyakirin ku banga Rêber Abdullah Ocalan di hemû aliyên azadîxwaz de kelecanek daye avakirin û wiha got: “Pêvajoyên wiha pêvajoyên wêrekîyê û dîrokî ne, bîrinên gelê Kurd hatine dîtin lê ne hatine dermankirin. Dermanê birînên civakê tenê di hundirê felsefeya Rêber Apo de veşartî ye.”
Di derheqê peyama dîrokî ya Rêber Apo Banga Aştî û Civaka Demokratîk de û pêvajoya hatiye destpêkirin de, Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl pirsên rojnameya me bersivandin û naveroka hevpeyvînê wiha bû:
– Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” peyamek dîrokî da û wê peyamê li tevahiya cîhanê deng veda. Li gorî we tişta ku vê peyamê dike rojeva sereke ya cîhanê çi ye?
Doza kurd û Kurdistanê li Rojhilata Navîn bi sedan sal in bûye pirsgirêkekî bingehîn. Ji bona hebûna xwe gelê Kurd têkoşîn dike û di demên dawiyê de jî ev gehişte lûtkeya serkeftinê. Di her çar beşên Kurdistanê de jî siyaseta qirkirin û tinekirinê li ser kurdan dihate meşandin. Ji bona têkbirina hêz û civaka gelê Kurd hêzên netew-dewlet yên ku herêmê de cih digirin xwe kirin yek. Li ser wê bingehê jî derketina PKK’ê weke vejîna hebûna gelê Kurd dihat pênasekirin. Ev nêzî 50 salin jî Tevgera Azadiyê têkoşîna hebûn û tinebûnê dide meşandin. Dema Rêber Apo dest bi têkoşîna şoreşgerî kir, rewşa civaka Kurd ne baş bû û ber bi tinekirinê ve diçûn. Di wê serdema ku dest bi têkoşînê hatibû kirin de, li Başûrê Kurdistanê Mela Mistefa Berzanî “aş û betal” hatibû ragihandin. Li Rojhilatê Kurdistanê di nav qeyranekî mezin de bû û li Bakurê wêlet jî piştî damezirandina Komara Tirkiyê gelek komkujî li serê gelê Kurd û pêkhateyên din jî, pêk dihatin. Ev serhildanên ku di navbera dîroka 1925 û heya 1940’î de berxwedaniya li hemberî qirkirina kurdan bû. Di wan serhildanên hatin kirin de jî hatin tepisandin û gelek pêşengên kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine darvekirin. Ev serdema têkoşînê gelek caran merhele guhertin û tevgera azadiyê xurt bû. Piştî derketina Tevgera Azadî û Rêber Apo gelê Kurd bi pêkhateyên din re têkoşîn kir hevpar û berxwedaniyekê mezin meşandin. Li ser wan pêşketinên Rêber Apo 27’ê Sibata 2025’an de nameyekî bi riya desteya Dem Partiyê şand û bangewazîyekî dîrokî ji bona Tevgera Azadî û hikûmeta Tirk hate kirin û ev bang di cîhanê de jî deng veda. Ev peyam tê wateya rûpelekê nû ya têkoşîna azadîyê. Têkoşîna cîhanî û Kurdistanî sedsala 21’emîn de derbasî qonaxekê nû bû. Li Rojhilata Navîn piştî 15’ê Sibata 1999’an bi komploya navnetewî û piştî salên 2010’an jî derbasî qonaxekê din ya têkoşînê bûn. Taybet herêmên Rojhilata Navîn yên welatên gelê Ereb piranî tê de jiyan dikin piştî 2010’an de guhertinên asta jor de hatin jiyankirin. Lê şûna wan guhertinên despotîk û desthiladariyên netew-dewlet alternafîke demokratîk nehate danîn. Dema li gorî wan pêşketinên Rêber Apo paradîgma da guhertin “Manîfestoya şoreşa Kurdistanê” da avakirin. Ev girîngiya wê bangê jî di vir de veşartî ye û ev gelek girîngê ji bona bê fêmkirin. Dema ku te guhertinek kir pêwîste şêwaz û amûrên berê dihatin karanîn bê nûkirin. Ji ber dema Rêber Apo hewildan kir ku paradîgmayê biguhere û bide fêmkirin, ji ber ku li ser Rêber Apo tecrîd hebû û ev derfet ne hatibûn avakirin û Rêber Apo ne dîkarî Tevgera Azadiyê û gelê Kurd re bide pejirandin. Piştî wê bangawaziyê em dibînin ku ev derfet hate avakirin û Rêber Apo guhertina paradigmayekê ragihand û rêxistin û tevgera azadiyê jî li gor wê paradigmayê xwe nûve avabike. Ji ber ev peyam xwedî cihekî girînge ji bona demokrasî û azadiya Rojhilata Navîn û cîhanê giştî jî.
-Li gorî we jî ji bo ev peyama ji aliyê Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan hatiye dayin bê fêmkirin çi ye û çi derdikeve pêş?
Peyama Rêber Apo ya ji bona çareseriyê Tevgera Azadiyê û aliyên peywendîdar re pêşkêş dike çareseriya mayinde û domdar e. Gelek alî û derdoran li qala pirsgrêka çareseriya Rojhilata Navîn kirin û gelek kesayetan jî gotin em ê wê pirsgirêka dîrokî çareser bikin lê ti kesê ne anî li ser ziman ku dê ew çawa pêk were. Raste, herkesê guhertin dixwest û ji aliyê hemûyan ve pirsgrêk dihate dîtin û nîqaş kirin. Ev hat piştrastkirin ku piştî bangawaziya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkê û alternatîfê wê peyda kir. Ev derfet hemû aliyên ku wê pirsgrêkê weke pirsgirêka xwe dibînin ve hat pêşkeşkirin û divê ev derfet baş bê bikaranîn. Ev herêma ku em têda jiyan dikin, pirsgirêka herî mezin ya pêşiya civakê ev bû ku desthiladariyeke navendî, yekdestî û ne pejirandina mafên wan yên bingehîn bû. Çareseriya wê jî azadî û demokrasî anîna herêmê ye û ev xal in jî hemû paradîgmaya Rêber Apo de hebû û çareseriya wê jî hat danîn. Piştî pêvajoya 2016’an dewleta Tirk ya dagirker qirkirinekî piralî li ser gelê kurd da meşandin û ev qirkirin di sala 2018’an hat berfirehkirin û bingeha êrîşên leşkerî hat avakirin. Ev pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin, tê wateya ku hikûmet û rayedarên dewleta Tirk ya dagirker pir tengav bûne û metirsiya têkçuyîna desthildariya xwe jiyan dikin. Pêwiste em jî weke endam û welatparêzên Tevgera Azadiyê wê pêngavê xurt bikin û divê em piştgirî bidin vê pêvajoyê. Ev bangewazî tenê ne li Sûriyê bi tevahî Rojhilata Navîn bike. Ji ber ev pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin bê astengî bimeşe, ev pergala Netewa Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye pergala jiyanê, di heman demê de bibe pergalekî cîhanî. Ji ber ku welatên li erdnigariya Rojhilata Navîn de cih digirin alozî û qeyranekî mezin jiyan dikin, sedema herî bingehîn jî ew e ku şêwaza rêvebirina welatên wan pergala netew dewletê ye. Birînê gelên Rojhilata Navîn hatine vekirin lê hîna ne hatine dermankirin. Dermanên birînên gelê herêmê projeya “Netewa Demokratîk” e.
-Ji gotina ‘Civaka Demokratîk’ ku di heman demê de sernavê peyama Rêber Apo ya dîrokî ye. Civaka Demokratîk çi ye û divê çi were fêmkirin?
Ev peyama Rêber Apo ne ya roja me îro ye, beriya salan Rêber Apo ev peyam da civakê. Yên ku hezdikin wê peyamê fêhm bikin divê paraznameya Rêber Apo ya 5’emîn bixwînin. Nameya Rêber Apo de, mirov rihê dîrokî ya ku hewildida bide fêmkirin bibîne. Rêber Apo peyamê de dibêjê biçin; “Paraznameya min ya 5’emîn pêk bînin.” Ji ber ku paraznameya 5’emîn beriya salan civakekî demokratîk dide avakirin û ev ezmûn li Bakur û Rojhilatê Suriyê jî hat dîtin. Piştî 2011’an em hewil didin wê pergalê bikin pergala tevahî Sûriyê. Em hewildidin ku civakekê rêxistinkirî, bîrawer û demokratîk bidin avakirin û civak bikarê bixwe xwe rêve bibe. Rêber Apo dibêje “Aştî û Civaka Demokratîk.” Aşitî; şer û êrîş bê sekinandin û derfetên danûsitandinên siyasî bê avakirin, Civaka Demokratîk jî; civakekê ku derveyî pergala netew dewlet bi rêveberiya gel bê avakirin e. Li gor rastiya azadiya jin û civakê bê rêxistinkirin. Ev jî bi pêşxistina hişmendiya demokratîk pêkan e.
–Li ser peyama dîrokî ya aliyê Rêber Apo hatiye dayin de, gelek derdor û aliyên pirgisrêka Kurd ji nêz ve dişopînin hate nirxandin û şîrovekirin. Kîjan alî çawa nêz dibe û nêzikbûnên erenî û hebe yên neyinî çawa ne?
Ji ber ku peyamekê pir girîng û wate ye çi alî neman ku li ser wê peyama Rêberê gelan Rêber Apo keyfxweşî û şanazîya xwe ne anîn li ser ziman. Saziyên navnetewî, welatên di cîhanê de bibandor û civakên azadîxwaz piştgiriya xwe ji bona name û pêvajoya Rêber Apo jê re, pêşengtiyê dike da xuyakirin. Çiqasî ku gelek aliyan li gorî berjewendiyên xwe jî lê mêze dikirin lê bi gelemperî nêzîkatî pir erenî û bandor bûn. Ev nerîna ku cîhanê hevpar derketî jî li hemberî peyamê ev bû ku; gavekê wêreke û dê bibe destpêka aşitiya cîhanê û firsendekê dîrokî ye. Dema ku wisa tê nirxandin û baldarî nêz dibin ev erkê li ser wan zêde dibe û divê xwedî derketin jî li gorî wê bê avakirin. Giştî alî û derdorên aşitîxwaz pêwiste destê xwe dayinin li bin kevirê de. Pêwîste beriya herkesî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn xwedî derbikeve û bide fêmkirin jî. Ev peyam ne tenê ji bona PKK’ê û Tevgera Azadiyê bû, ji bona hemû kes û derdorên aşitî xwez bû û gelek alî tîne li ser ziman dibêjin ku raste em ne PKK’ê ne, lê em jî hêvîdarê aşitî û demoqrasiyê ne. Ji ber wê ev bangê ji bona xwe weke ferman dibînin. Ev aliyên erenî ne, lê di heman demê de jî sazî û rayedarên dewleta Tirk bi şêwazekî ne fermî be jî hewildan bikin ku wê pêvajoyê vala derbixînin. Bi riya dezgehên xwe yên şerên taybet de ev tişt kirine û dê berdewam jî bikin. Divê civak û gelê me baldarbin û pir hişyar nêzî vê pêvajoyê bibin. Dewleta Tirk di her alî de tengav bû û neçar ma biçin li gel Rêber Apo hevdîtina bikin û ji bona ku ev tengasiya wan li raya giştî de neyê xuyakirin dê hewildanên curbêcur bikin. Di rastî de jî, banga hat kirin banga serkeftina şoreşa Kurdistanê ye. Têkoşîna aşitîya ne, li şerê çekdarî zehmetir e. Aştî û çareserî anîna herêmê jî pisportî û ezmûnekê mezin dixwaz ê. Rêxistin û kesayatên ku xwe ne ji bawer bi nikare pêngavekî wisa bavêjin. Bi banga xwe de jî Rêber Apo anî bû li ser ziman “gotibû ez xwe bawerim û çi bê xwestin jî ez ê bikim” ev gotin nîşaneya xwe bawerî û wêrekîyê ye.
-Gelek aliyên Kurd, Tirk her wiha derdorên cuda piştgriya xwe ji bo peyamê eşkere kirin. Li gorî ev pêvajo bimeşe, astengiyên ku derdikevin çi ne?
Astengiyên herî mezin di navbera rayedar û hikûmeta dewleta Tirk da, ya ku ciddî nêz nebûna pêvajoyê ye. Gelo dê dewleta Tirk bikare mafên gelê Kurd yên bingehîn pêk bîne? Tevgera Azadiya Kurdistanê hemû beşê xwe re ragihand ku amade be û ev pêvajoya Rêber Apo jêre pêşengtî dike piştgriya xwe dan dîyarkirin. Taybet ev 40 salin dawî ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve, şofînîzmekî tûnd hat pêşxistin. Netewperestiya ku pêkhate û gelên ku Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de jiyan dikin nedîtî we dihatin. Ji ber wê pergalê jî dengê cuda cuda piştî peyama Rêber Apo di nav hikûmeta Tirk de derdikevin. Em vê dîsa dubare dikin û pir caran jî hatiye li ser ziman ger ku dewleta Tirk rast nêzî vê pêvajoyê nebe, dê rastî qeyrana bê û têk biçe. Dewleta Tirk ev salên dawî de jî, destwerdanê karê Sûriyê û hîn welatên din jî dike. Ev nahêlin ku em gelên Sûriyê pirsgirêkên xwe bi Sûrî-Sûrî çareser bikin. Ji bona çareserî û demoqrasî bê Rojhilata Navîn pêwîste dewleta Tirk dest ji vê siyaseta xwe ya dagirkeriyê berde. Bi rastî jî derketina PKK û Tevgera Azadî têkoşîna hebûn û tinebûna gelê Kurd bû. Ev 50 salin jî ev têkoşîn bê navber berdewam dike û ev peyam çarenûsa gelê Kurd dide diyar kirin. Ne tenê banga çekdanîne an dest tekoşînê berdane, berovajî wê tekoşîn xurtkirin û derbasî pêvajoya danûstandinên çareseriyê bûyin e. Ezmûnên ku dîrokê de jî tê xuyakirin ev jî yêkalî nabe pêwîste aliyê hikûmetê û peywendîdarên din jî cidî nêz bibin. Ev derfet ava bûye û em gehiştine kêliyên dîrokî û pêwîste dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser herêmê bide sekinandin, guh bide banga agirbesta Tevgera Azadiyê. Li ser wê kelecanê em silav û nameya ku ji bona gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwazî dikin û piştgrî didin ev pêvajoyê.