Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mîmarê projeya azadiya jin Rêber Apo ye

12/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Mîmarê projeya azadiya jin Rêber Apo ye
Share on FacebookShare on Twitter

Tekoşîn Amara /Qamişlo 

Endama Komîteya Aborî ya  Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rozelîn Bekir diyar kir ku bi hatina 8 Adarê re nameya Rêber Apo ji bo her jinekê tê wateya tekoşîn û berxedaniyê û got, “Mîmarê projeya azadiya jin Rêber Apo ye.”

Derbarê girîngiya banga Rêber Apo ji bo tevahî jinan, endama Komîteya Aborî a  Kongra Star a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Rozelîn Bekir ji Rojnameya me re axivî.

 ‘Rêber Apo rêya azadiya jin vekir’

Rozelîn Bekir di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Rêber Apo bingeha koletiya jin, ji ku tê,  bi awayek pir vekirî analîz dike.Dema em li dîroka jin meyze dikin û li gor ku Rêber Apo jî şîrove dike, dîrokeke pir bi êş e. Dîroka jin bi salane ku di tekoşîn û berxwedaniya xwe de tawîz nedaye, hertim di nava tekoşîneke bê hempa de ye. Tu carî xeta tekoşîna xwe nedaye sekinandin. Di dîrokê de hertim dû xet hene; xeta berxwedanî û xeta xwe teslîmkariyê ye. Rêber Apo ji bo dûrişmeya ‘jin jiyan azadî’ ku niha li giştî cihanê bûye sembola azadiya jin, gelek perspektif û nirxandinan pêşxist. Em Jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî ew dûrişme ji bo me  wek  nan û avê ye.”

‘Jina azad civaka Azad e’

Rozelîn Bekir diyar kir ku paradîgma netewa demokratîk a ku civaka azadîxwaz, polîtîk û civakek demokratîk dipejirîne li Bakûr û Rojhilatê Sûriye yê, ew proje bi tamamî ketiye meriyetê  û wiha domand:”Rêber Apo û hemû lêkolînerên cîhanê jî didin xuyakirin ku azadiya jinê azadiya civakê ye. Civaka demokratîk pîvanê wê hene; ew civakek ekolojîk, wekhev û demokratîke ku tu cara ferq û cûdahiyê nake navbera jin û zilam de, ew bi awayekî  wekhev bi hev re jiyan dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Rêveberiya Xweser li ser bingeha pergala netewa demokratîk sîstema hevserokatiyê xistiye meriyetê û jin di tevahiya aqadan de cihê xwe digre û bi rola pêşengtiye radibe. Ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ku ji jinê re pêşkeş kiriye.”

‘Bi saya fikirê Rêber Apo jin xwe birêve dibin’

Rozelîn Bekir di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di sîstema kapîtalîzmê de jî,  jin di saziyan de kar û xebatê didin meşandin, lê mixabin di wan saziyan de jî gelek tiştên xirab li ser jin tê meşandin û mafê jinê di asta ku tê xwstin de nehatiye parastin. Di nav sîstema demokratîk de saziyên ku  li ser esasê netewa Demokratîk xwe dipejirînin, jin xwe bi xwe rêve dibe û bi lêgerîna xwe kar û xebatê dide meşandin. EV bi saya fikrê Rêber Apo pêk hat.”

‘Nameya Rêber Apo ji bo jinan bû hêz’

Rozelîn Bekir bal kişand li ser nameya Rêber Apo û got wiha got: ” Rêber Apo di 27’ê Sibatê de banga ji bo civaka aşitî û demokratîk kir, banga Rêber Apo li Rojhilata Navîn û giştî cîhanê deng vede, di heman demê de bû cîhê keyfxweşiyê. Gelek alî û derdoran li ser asta cîhanê piştgiriya xwe ji banga Rêber Apo re ragihandin. Jinên ku ji bo demokrasiyê tekoşînê dikin li benda peyama Rêber Apo bûn û ji bo wan jî bû cihê kêyfxweşiyê. Bi hatina 8’ê Adarê re nameya Rêber Apo hat xwendin ew jî bû sedema ku bi wî rihê 8 Adarê bi kêyfxweşî û kelecanek mezin bê pêşwazîkirin. Rêber Apo carek din bi nameya xwe ya pîroz û bi wate mohra xwe li dîrokê xist. Di rewşek wiha hasas de ku Rojhilata Navîn û tevahî cîhan tê de derbas dibe, yan em ê ber bi aşitiyek pir mezin ve biçin yan jî em ê şerekî pir dijwar re derbas bibin. Di nav şer de jî yên ku herê zêde dibin hedef jin û zarokin. Pêwîst e sîstemên sermeyadar yên ku dewletan birêve dibin, wekî ku çawa civak bi giştî ew peyam hembêzkirin, ew jî peyama Rêber Apo hembêz bikin û bikin pratîkê, wê demê wê serkeftinên pir mezin ji aliyê aşitiyê ve bên bidestxistin.”

‘Jin 8’ê Adarê li mîmarê azadiyê pîroz dikin’

Rozelîn Bekir axaftina xwe wiha qedand: “Em jin di serî de 8’ê Adarê li mîmarê azadiyê û mîmarê zanista jin Rêber Apo pîroz dikin û soza bilindkirina tekoşîna xwe didin. Meha Adarê ji bo tevahî jinan meheke pîroz û binirx e, roja berxwedan û tekoşînê ye, hemû jin bi yek dengî mil didin milê hevdû û bi xemla xwe ya gelêrî 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Li hemû cihan jin derdikevin kolanan û bi felsefeya jin jiyan Azadî bang dikin. Em jin ji bo ku peyam û nêrînên Rêber Apo pêk bînin, ji bo avakirina civake demokratîk û aşitiyane, em ê yekîtiya jinan xortir bikin. Rêber Apo diyar dike ku hê “Dîroka jin nehatiye nivîsandin” em jî wek jinên kurd dixwazin ji nûve mohra xwe li dîrokê bixin da ku laîqê hemû jinên ku pêşengtî dikirin û şehîd bûne. Jinên ku rastê tundiyê hatin û berdel dane heman demê de jinên ku îro di girtîgehan de em ê laîqê wan derkevin û wê tekoşîna me bidome.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.