Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Şoreşa Rojavayê Kurdistanê rihê 8`ê Adarê zindî û watedartir kir’

10/03/2025
in ROJEV
A A
‘Şoreşa Rojavayê Kurdistanê rihê 8`ê Adarê zindî û watedartir kir’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Endamê Mecilisa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokiratîk PYD Silêman Ereb Têkildarî Roja Jin ya Cîhanî wiha got: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê rihê 8’ê Adarê zindî û watedartir kir. Herwiha têkoşîna xwe  veguhest tevahî qadên jiyanê. “

Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê têkoşîna jinên ku dikarîbûn hebûn û nasnameya xwe şênber bikin, derket holê. Îro li Rojavayê Kurdistanê wekheviya gelan misoger dibe û yekitiya jinan berbiçav e. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, endamê Meclisa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokiratîk PYD’ê Silêman Ereb nêrîn xwe der barê vê rojê de anîn ziman.

Silêman Ereb di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Roja 8`ê Adarê tê wateya roja jiyanê û wiha got: “Roja 8`ê Adarê ne tenê rojeke ji bo jinê, belê di jiyana me de jin jiyane û her roj jî cejina wê ye, em dikarin roja 8`ê Adarê bi roja jiyanê bidin pênasekirin. Di bin dirûşma “Jin Jiyan Azadî” de, jinên hemû  pêkhateyan; Kurd, Ereb, Suryan û Çerkezan…hwd têkoşînê dikin. Îro têkoşîna jinan û bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îlhamê didin jinên cîhanê û jinên azadîxwaz yên cîhanî jî dixwazin tevlî şoreşa jinan bibin. Dewletên desthilatdar dixwestin bi riya jinan hêz û hebûna jinên pêşeng têk bibin. Lê jinên Kurd ên mîna Sakîne Cansiz û bi hezaran mîna wê, li hemberî desthilatdariyê serî netewandin û heya roja me ya îro ev tekoşîn berdewame. Ev têkoşîn bi pêşengiya hevalên mîna Sakîne Cansiz mezin bû. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek êrişên tund li ser jinê hatin kirin, lê bi pêşengiya jinan ew êriş hemû têk çûn. Îro YPJ`ê parastina tevahî destkeftiyên jinan dike. Bi saya bi hezaran jinan îro em 8’ê Adarê bi pêşengiya jinan pêşwazî û pîroz dikin. Roja 8’ê Adarê wê bibe roja berxwedan û têkoşînê da ku hemû roj bibin 8’ê Adarê.”

Şoreşa 19`ê Tîrmehê û Jin

Ereb di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pergala mêr-dewlet bi salane hewil dide ku serhildan û daxwazên jin tune bikin û roja 8`ê Adarê weke rojeke ji rêzê bidin rûnişkandin. Li hember vê hişmendiyê jinên Kurd di sedsala 21`emîn de bi zanebûn û berpirsyariya mezinkirin û şopandina mîrasa jinên têkoşer yên cîhanî û Kurdistanê dest bi şoreşê kirin. Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an ku li Rojavayê Kurdistanê destpê kir bû modela guhertin û avakirina jiyaneke nû. Jinên Kurd ku pêşengiya vê şoreşê kirin, îro ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bûn çavkaniya têkoşîn û berxwedanê. Ev şoreş weke mezintirîn destkeftiyên jin yên dîrokî jî tê pênasekirin.”

‘Jin bingeha jiyan û civakê ye’

Silêman Ereb da zanîn ku Şoreşa Rojava û pirojeya Netewa Demokratîk xwe dispêrin bîrdoziya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan ku di vê der barê de bi sedan perspektîf ji bo jinan û gelên Rojihlata Navîn pêşkêş kir û wiha di domand: “Bê guman divê em bîrdoziya Rêber Apo ku ji bo jinên Kurd û tevahî cîhanê ên azadîxwaz pêşkêş kir, ji bîr nekin. Rêber Apo dibêje; heta ku jin koleye divê em behsa azadiya civakê nekin. Ji ber vê Rêber Apo di asta yekemîn de bi azadiya jin re mijûl bû û gelek xebat ji bo vê mijarê nîşan dan. Ji ber ku jin bingiha jiyan û civakê ye. Bîrdoziya Rêber Apo ji bo me û jinan dibistana azadiyê ye ku bi hezaran kes perwerde lê dîtin û xwebirêxistin kirin. Berhemên ked û xebata Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê derketin holê. Heger îro jinên cîhanê silgoana “Jin, jiyan, azadî” berz dikin û xwedî lê derdikevin, ev careke din xwe dispêre bîrdoziya Rêber Apo û têkoşîna jinên Kurd. Ev mijar ji bo me gelek watedar û binirx e ku serkeftina şoreş û têkoşîna me teqez dike.”

‘Şoreşa Rojavayê Kurdistanê rihê 8`ê Adarê zindî kir’

Endamê Meclisa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokiratîk PYD’ê Silêman Ereb di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şoreşa Rojava rihê 8`ê Adarê zindî kir û wiha got: “Heger mirov hevrûkirinekê di navbera wateya 8`ê Adarê beriya şoreşê û di roja me ya îro de çêbike, bê guman me gelek pêvajo li pey xwe hîştin. Ji ber ku li herêmên heta astekê naskiririna ji pirojeya Rêber Apo ya azadiya jin re hatibû çêkirin, 8`ê Adarê bi rengekî lewaz dihat pêşwazî kirin. Ev yek jî xwe dispart pergala zayendperest û baviksalar ya li Sûriyê û di nava civakê de. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê rihê 8`ê Adarê zindî kir, çawa ku di salên 80`î de bi sed hezaran jin daketin qadan û behsa mafê xwe kirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî jinan ev têkoşîn geş kirin, watedartir kirin û vegerandin tevahî qadên jiyanê. Pergala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya jinan hatiye bi cih kirin, ji bo jinên cîhanê bûye qada berxwedan û têkoşînê ku jin bikarbin careke din li derdora doza xwe kom bibin, nûnertiya xwe ya siyasî, leşkerî, aborî û hwd bikin. Di dawî de jî em dibêjin roja 8`ê Adarê li tevahî dayikên şehîdan pîroz be û li tevahî jinên cîhan jî pîroz dikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.