Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîst e dagirker ji axa Efrînê derkev in’

10/03/2025
in ROJEV
A A
‘Pêwîst e dagirker ji axa Efrînê derkev in’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\ Qamişlo

Rêveberê Kombenda Efrîn a Civakî Ibrahîm Heftaro diyar kir ew ji bo vegera koçberên Efrînê li ser mal û milkên xwe di nava liv û tevgerê de ne û wiha got:”Divê ew kesên ku di Efrînê de niştecih bûne derkevin û gelê herêmê vegere li ser cih û warê xwe.”

Piştî ketina Rêjîma Baas û hatina rêveberiya HTŞ`ê li ser desthilatdariya Şamê ya nû, li herêmên dagirkirî bi taybet li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hîn jî dagirkerî berdewam e û welatî nikarin vegerin li ser cih û warê xwe. Herwiha di vê dema dawî de li ser vegera koçberan gelek nîqaş tên kirin.

Di derbarê rewşa Efrînê û vegera koçberan Rêveberê Kombenda Efrîn a Civakî Ibeahîm Heftaro ji Rojnameya me re axivî.

Ibeahîm Heftaro di destpêka axaftina xwe dde wiha got: “Piştî hatina HTŞli ser desthilatdariya Şamê gelek guhertin di Sûriyê de pêk hatin û vê yekê bandor li tevahiya gelên Sûriyê kir. Piştî hilweşandina Baas, dewleta Tirk a dagiker sûd ji vê yekê girt û êrişên xwe yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin. Herwiha êrişî Şehbayê û Til Rifetê jî kir, di encamê de gelek kes şehîd bûn û şêniyên wan cihan koçberî herêmê bi ewle yên Rêveberiya Xweser bûn. Herwiha careka din Efrîn bû qurbaniya diyaloga di navbera Erdogan û Ebû Mihemed Alcolanî de  û li herêmên dagirkirî komkujî berdewam in. Herwiha serdana Ebû Ehmed Cewlanî ji bajarê Efrînê re bê encam bû û piştî wê serdanê bi sedan welatî hatin girtin.”

‘Pêwîst e gelê Efrînê vegere li ser cih û warê xwe’

Ibeahîm Heftaro wiha domand: “Piştî têkçûna Rêjîma Baas û hatine desthilatdariya Şamê ya nû, pêwîste ew kesên ji Şam, Dara`a, Himis û Helebê ên ku li Efrînê bi cih bûne derkevin û vegerin cih û warên xwe. Em jî weke Kombenda Efrîn ketine nav liv û tevgerê da ku her kes vegere ser mal û milkên xwe. Di vê drbarê de me meşek li pêşiya Rêxistina UN li darxist, ev meş ji bo ku ew kesên di Efrînê de niştecihbûne derkevin, herwiha  gelê Efrînê vegere li ser mal û milkê xwe. Li ser vê bingehî me gelek civîn çêkirin. Yek ji wan civînan bi hevseroka Desteya Têkiliyên Derva a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elham Ehmed re çêkir, nîqaşên ku di civînê de hatin kirin, mijare vegera koçberan bû. Elham Ehmed ji me re diyar kir ku di civînên wan yên li dserve çîdibin xala sereke vegera gelê Efrînê li ser mal û milkên xwe ye. Rêveberiya xweser jî tekez kir ew ji bo vegera koçberên Efrîn danûstendinan dikin.”

Rêveberê Kombenda Efrîn a Civakî Ibeahîm Heftaro axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji hêzên navneteweyî daxwaz dikin ku rê li ber dagirkeriyê bigrin û bibin alîkar da ku gel Efrînê vegere li  ser axa xwe jiyan bike. Herwiha banga min ji gelên herêmê re ew e ku her kes bi hev re jiyan bike û destek bidin hev.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.