Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li hemberî zaliman û dagîrkeran derketin mafeke xwezayî ye

13/08/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Di hefteya derbasbûyî de di nivîsa xwe de me gotibû ” dema hun vê nivîsê bixwînin  dibe ku dewleta Tirk dest bi êrîşên dagirkeriyê kiribe”. Jiber ku Erdoğan li ber çavê hemû dunyayê digot  ezê êrîş bikim. Di heman demê de me ev jî dabû xuya kirin, ger DYA û Rûsya destûr nedin Tirkiye nikare êrîşî Rojhilatê Firatê bike. Tirkiye di Rojhilata Navîn de ji nakokiyèn DYA û Rûsya, Îran û dewltên weke wê fayde dibîne. Di rewşa heyî de jî Sûriyê ne ciheke ku hema kî bixwaze bikaribe têkevê ye. Jiber ku DYA û Rûsya qada hewayî ya Sûriyê di nava xwe de parvekirine. Rojavayê Firatê yê Rûsya, Rojhilatê Firatê jî yê Amerîka ye. Rûsya, bi Tirkiyê re lihevkir û qada hewayî ya Sûriyê vekir. Dagîrkirina Efrîn û binpêkirinin li wir bi vî rengî pêkhat.

Tirkiyê di hefteyê dawî de dîsa gelek tehdîd dan û hêzên xwe nêzî sînor bi cih kir. Her wiha bi riya hevdîtinên bi Rûsya re ji bo êrîşan hewil da ku bingehê wê ava bike. Bi qasî ku hate xuya kirin Rûsya di vê mijarê de dîsa qebûl kiriye ku destek bide Tirkiye. Bi razîkirina Şamê hewil da ku li hemberî êrîşên Tirkiyê bê deng bike. Yana pêwîst dikir ku rêjîm qiyamet rakirba. Jiber axên ku werin Dagîrkirina axên Sûriyê ne. Herêmê ku Tirkiyê têkevê ye jî weke ku soz dide wê ikramî rejîmê nekiriba. Rêveberiya Esed jî wê wiha ketiba xeteriyê. Jiber Tirkiyê hêzên sunnî, İxwan Elmislimîn li herêmên ku dagîr dike bi cih dike û bi rêxistin dike. Çeteyên çekdar yê ku niha di bin kontorala Tirkiyê de ne jî, hêzên ku bermahiyên DAİŞ, El Nusra û yên weke wane. Niha jî dewleta Tirk hêza ku li İdlibê bi cih dike pê El Nusra diparêze û destpêkeke mezin ya çek û lojistîkê dide.

Tirkiye ne hêzeke ku li Sûriyê wiha rehet bisekine. Ev di her aliyê de jî hatiye isbat kirin. Li Efrînê her cureyên sucê mirovatî û şer kiriye. Bi lêkirina dîwar li Efrînê dixwaze tevlî Tirkiyê bike. Artêşa Tirk ji herêmên weke Bab û Cerablus ji bo ku xwe vekşîne tu daxuyanî nedaye. Di Van herêma de jî polîtîkaya tirkkirinê pêk tê. Wêraniyên li sûriyê pêk hatin û gurbûna şerên hundirîn dîsa jî bi pêşengtiya Tirkiye çêbûn. Bi hezaran çeteyên DAİŞ û yên wekî wan di ser Tirkiye re derbasî Sûriyê bûn. Tirkiye ya ku ewqes ketiye nava sûc û Wêraniyên mezin di Sûriyê de, li hemberî pîlansaziyên dagîrkeriyê nû yê Tirkiyê herî zêde pêwîstbû ku rêjîm li hemberî derket ba. Lê helwesta rejîmê li hemberî tehdîdane ji pêxistina ronahiya kesk derbas nekir. Li gorî min ev bi nêzîkatiya Rûsya ve girêdayî ye. Rûsya ji hêzên herî bi bandore di Sûriyê de. Dagîrkeriya Tirkiyê Ewê rê ji wêranî û pirsgirêkên mezin re veke. Rûsya jî Ewê ji vê yekê bandor bibe. Ruxmî vê yekê jî ji aliyê Rûsya ve li hemberî tehdîdên Erdoxan yê dagîrkeriyê tu neqebûlkirin, şermezarî an hewildanên astengkirinê nehate dîtin.

Şandeya DYA li Ankara yê hevdîtinên dirêj pêkanîn. Tê xuya kirin ku hevdîtin bi zehmetî derbas bûne. Di dawî de wezîr ewlekariyê yê DYA hişyariyeke vekirî da Tirkiye, got ku em destûr nadin tu têkeve rojhilatê Firatê. Me her ev yek gotiye; “ ger DYA û Rûsya nebêje erê Tirkiye nikare têkevê. Erdîngariyeke ewqes fereh û hêzên ku axên xwe li hemberî Tirkiye biparêzin heye. QSD daxuyandin ku ger êrîş çêbibe emê xwe biparêzin. Her wiha gelên li herêmê jî jiyan dikin diqîrin û dibêjin ku dagîrkeriya Tirk qebûl nakin. Qalbikî ji aliyê bakurê Sûriye ve li hemberî Tirkiye tu tedhdîd an êrîş çênebûye. Ji bo dagîrkeriyê bi vê hincetê dereweke mezin û propoxandeyeke reş pêş dixin. Piştî DYA artêşa herî mezin ya NATO di destê Tirkiye de ye. Gelên Bakurê Sûriye û hêzên wê yê berxwedêr li hemberî DAIŞ’ê şer kiriye, herêmên xwe azad kiriye û ji bo hevgirtina Sûrye yê di nava lêgerîna çareseriyeke demokratîke. Tu hizreke wan ya êrîşkirina Tirkiye yê û tehdîd kirineke wê tune ye. Hêzên koalisyonê bi xwe jî li bakurê Sûriye ye. Ger ku ji endamê NATO’yê, ji Tirkiye re bibe tehdîd herhalde ew jî temaşevan namînin.

Hevdîtinên li Ankara xuya dike ku ewê bi rengekî berdewam bikin. Di rewşa heyî de Tirkiye yek alî nikare dest bi dagîrkirinê bike. Lê ew xwe ji niyet û armancên xwe paşde nekişandiye. Lê niha ji bo êrîşeke vekirî zemîn nabîne. Ewê karta xwe ya şer her bide bikaranîn. Lê bê ku pêdivî bi şer bimîne jî ewê bi rengekî hewildanên wê yê ku bixwaze derbasî herêmê bibe û têxe bin kontirola xwe jî hebe. Di vê wateyê de gelên Sûriye pêwîste ku herdem hişyar û amede be. Tirkiye bi dû xeyalên xwe yê osmanî yê nû de ye. Erdoxanê ku ji hindir ve zayif ketiye û her ku diçe şansê xwe yê îqtîdarê wanda dike pêdiviyê wî bi macere-teşqeleyên nu heye. ji xwe di peyama xwe ya cejnê de jî digot emê weke serkeftin 30 tebaxê serkeftinên nu bidestbixin. Di 30 tebaxa sala 1922 de Tirka li hemberî işkalê li berxwedabûn û bi kurda re jî îtîfaq çêkiribûn. Niha jî bi kuştina kurdan re di nava lêgerîna serkeftina îşkalkirina axên Sûriye de ye. Erdoxan bi zîvirandina ruyê xwe ji dîrokê re temsîla faşîstiyeke herî zordar dike. Berxwedaniya gelan jî li hemberî zordestiyê ji mafên wan yê herî xwezayî ye.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.