Asya Weşûkanî
Weke ku di ezmûnên gelan de hatiye jiyan kirin her dem, vîna gelan hêzên desthilatdar şikandîye û serkeftin bi dest xistine û piştî rizgar kirinê; pergalên nû dane înşa kirin. Lê mixabin piştî şoreşê û di encama ne guherîna hişmendiya, desthilatdar ji kesayetên serwer hez careke din xwe li ser berhema; keda gelan dane jiyan kirin û tevî komên bîrokrat careke din civak xistine bin, siya pergala xwe ya zext û zorê de. Gerek were zanîn ku di şoreşê de guherîna hişmendiyê, gelekî giringe û tekez gerek bi rêbazê tekoşîna şoreşê were guherîn û bibe malê civakê; naxwe şoreş serkeftinê bidest bixe jî lê ku hişmendî ne hatibe guhertin wê heman, desthilatdarî xwe nûjen bike û weke dînazorekî derkeve pêşiya civakê. Hişmendiya desthilatdar weke ku em tev jî di zanin di destpêkê de, li ser jinê hatiye serwer kirin û bi tekoşîna şoreşê ya siyasî û fikrî re gerek jin jî di nava; şoreşê de ciyê xwe bigirin û bi rêbazê perwerdê ew hişmendî were guherîn.
Weke ku hatiye dîtin di ezmûna şoreşên gelan yên netewî de, her dem pirsgirêka jin û civakê hatiye paşde xistin û tevî tekoşîna şoreşên; sosyalîst ya 200 salan jî ji pirsgirêkên jin û civakê re nebûn çareserî. Û sedema xwe jî ewe ku heman hişmendiya desthilatdar û mêrperwer, berdewam bûye û pergalên desthilatdar tenê nav û nîşanên xwe; guhertine. Û bi wê sedemê jî hîna jin û civak rû bi rûyê pergala kevnar ya, mêrserwere û hişmendiya tundrew jî xwe dûmdar dike û 5 hezar salên; xwe jî bûrandîye lê hîna jî li ser piyaye û jin û civak di nava, pençên xwe de di çewisîne. Tevî keda mirovahiyê ya hewqese salan jî lê hîna jin û civak di nava, tirajîdiyeke mezin de jiyan dikin û hîna jî di nava lepê qirkirina; siyasî, abûrî, sosyal, çandî û fîzîkî dene. Ne jin û ne jî civakê wiha teslîmiyet û koletî wiha, bi hesanî qebûl nekirine lê pergala desthilatdar her bi fen û futên xwe; civak ji hevdû belav kirine û li hemberî jinan bi rêxistin kirine.
Ji wê rêxistina civakê ya li dijberî jinan re têye gotin civaka, zayende perest û heyanî roja me ya niha jî ew hişmendiya zayende perest; li ser civakê berdewam dike û jinan jî bi xwe re dikin dost û heval. Ji ber ku tevî şoreşa Kurdistanê û di encama berhema keda Rêber Apo, ya ji bo jinan jî lê hîna jî beşeke mezin jin haj li xwe nînin û ji pergala; mêrperest re dibin pariyeke hesan û heman hişmendiyê li ser, hem zayenda xwe didin pêkanîn û dibin zimanê desthilatdaran. Ji vê mijarê de Rêber Apo dibêje mêr weke pilingê di qefesê de û her hewildide, ku pençên (Lehpelûşkên xwe) bavêjin jinan û wan têxin qefesa xwe de; lê mirov dibîne ku jin jî weke pilinga mê weke mêr hewildide ku, mêr têxe qefesa xwe ya xeternak û wan hêsîr bike û were hêsîr kirin. Mebesta Rêber Apo ewe ku bi jin û mêran bide zanîn bêka, çiqasî bi pergala desthilatdar bi rêbazê şerê taybet; bandora xwe liser civakê kiriye û ew kirine gurê hev.
Ji xwe feylesufekî serdema pergala sermayedar wiha ji bi civakê, şirove dike û dibêje ger ku dewlet nebe wê civak weke guran hevdû bixwin; lê Rêber Apo jî li ser wan şirovên wiha di nirxîne û dibêje: Dewlet bi xwe mirovan dike gurên hev û wan, bi hevdû didin kuştin û em rojane dibînin bêka çawa gelan bi hevdû didine; kuştin û li ser wan serwer dibin. Rêber Apo li hemberî vê hişmendiyê şoreşa Kurdistanê da înşa kirin û ya din jî, Rêber Abdulah Ocalan ferq kir ku gelê herî hatiye xistin û kole kirin; gelê Kurd û jina Kurd e û li ser van bingehan dest bi şoreşê kir. Ji xwe gotineke Rêber Apo ya wiha jî heye ku dibêje: Li ku ketin kûr be li wir jî rabûn bihêze û dest bi meşa, xwe ya dirêj kir û heyanî vê rojê berdewam kir. Rêber Apo di ferqa hêza gelê Kurd ya xam û sade debû û gelekî jî li ser, civaka Kurd lêhurbûn kir û gihaşte qinyata ku gelekî xwezayîye û her xwe di nava çiyan û ciyên asê de; parastiye û pak maye. Û dema ku em li ser şoreşa Kurdistanê dihizirin em pir zelal, dibînin bêka Rêber Apo bi gelê xwe re çiqasî zor û zehmetî kişandiye.
Rêber Apo ji tevahî pêximber, feylesuf û zanyaran zêdetir, zor û zehmetî dîtiye û hîna jî dibîne ji bo ku wan; îqna bike û bide tekoşîn kirin. Weke têye zanîn pêximber Yahudiyan Hizretî Musa 40 salî gelê, benî Îsraîl li çola Sînayê gerand heyanî ku ew gîhand Erd- Elmîyad û wenda bû. Pêximberê xaçperestan jî Hizretî Îsa ji zarokatîya xwe de û heyanî 25- 30 saliya xwe tekoşîn kir û xwest ku, wan bigihîne pîvanê hişmendiya mirovahiya rast (Homanîst) lê mixabin temenê wî têrê nekir û bi destê zordarên Romalî; hate çarmix kirin û pirosa xwe pêknanî. Û niha jî em dibînin bêka mirovahî tevî tekoşîn û keda wan alîm, feylesuf û pêximberan jî rewşeke çawa jiyan dike û çawa; di nava pençên qirkirinê de jiyan dikin. Û dema ku em lêkolîn dikin em dibînin ku Cîhana me du şerên, pir dijwar jiyan kiriye û hina jî lutkeya şerê xwe yê siyemîn jî jiyan dike. Lê dema ku em pelên dîrokê diqulipînin û di xwînin em dibînin, ku her civak baqîne (Mayendîne) û toza wan hukumdar û dektatorên navdar; jî peyda nabe û ger ku têne qal kirin jî, bi xerabî têne qal kirin.
Naxwe gerek tevahî hukumdar û dektatorên heyî pir baş, haj li xwe hebin û yeksere li xwe vegerin û vîna gelan bingeh bigirin; ger ku wiha nebe wê weke ku Rêber Apo gotiye ku, têkevin qutîka sergoyê dîrokê de. Ji ber ku dawiya pergala desthilatdar hatiye û gerek were şehitandin, weke ku xelkên bajarê Kobanê dibêjin; wê pergala wan bi şehite û têk biçe. Rêber Apo di bangewaziya xwe ya ji tevahî gelê Kurd, dewleta Tirk û tevahî pergalên desthilatdare daye diyar kirin ku; serdema şer û gengeşeya temam bûye û pêdiviya mirovahiyê, bi xwişk û biratiya gelan heye û gerek li şûna şer siyaset û çareseriya demokratîk were xeberdan. Û weke ku em temaşe dikin û dibînin gelê Kurd xwe ji, çareseriya demokratîk re hazir kiriye û çavê her kesî li vekirina deriyê; girava Îmraliyê ye ku ronahiya xwe bide perlemanê Tirkiyê û çareseriya, demokratîk pêkan bike. Ji xwe Rêber Apo di bangewaziya xwe de bi zelalî her tişt daniye, holê û gotiye ku ez ji her wextî zêdetir ji çareseriya; demokratîk re hazirim û li benda PKK ê û dewleta Tirkm ku hin gavên piratîkî bavêjin.
Û ya din jî erkên mayî dikevin ser milê aliyan ku pêkbînin û ew jî hêlên, hukukî û zagoniye ji xwe Partiya Karkirên Kurdistanê ji hêla xwe de gaveke giring; avêt û agirbest îlan kir. Lê rayedarên dewleta Tirk hîna jî ji derveyî axaftinan, ti gavên piratîkî na vêtiye û ji derveyî wê bi tang, top û belafirên xwe yên şer û keşfê; bê atlayî li ciyên gerîla dixe û heyanî niha 1072 caran li cîh û warên gerîla didin û kîmyesalê jî, bi kartînin. Û li gorî ku em têgihiştin wendahiyên gerîla jî hene, ji xwe li Bakur û Rojhilatê Suryeyê jî bi heman rêbazan şer û pefçûn berdewam dikin. Ji xwe wayeta wê jî ewe ku dewleta Tirk ji agirbestê feyde digire û hewil dide ku, weke her carê gerîla derbe bike. Ez naxwazim wiha binirxînim lê bi rastî wiha xiwya dike ku, wê dewleta Tirk qernekî din jî badilhewa berde û di şer û kuştin û dana kuştinê de; îsrar bike û bibe sedema wenda kirina her du gelan û ev jî têye wateya wenda kirina mirovahiyê jî.
Bi vê mebestê weke tak ez bangewazî li her kesê azadî xwaz, dikim ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û destekê bidin; Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk. Ji bo gelê Kurd û Tirk ev firsenda dawiyê ye ku bi dest dikeve û ez bawer nakim, ku careke din firsendek wiha were peyda kirin. Gerek ji hêla pergalên desthilatdar ve were zanîn ku şensê, dawiyê ye û li keda Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan ya 50 salî xwedî derkevin; naxwe wê bextê gelan her tarî û reş bimîne û dawî li şer û gengeşeyan jî neyê. Niha tişta ku gerek bi cidiyet were kirin jî ewe ku, rayedarên Tirk yê weke Dewlet Behçelî yê ku temsîla dewleta kûr dike û Receb Teyip Erdogan jî yê ku; nûnertiya rêveberiya hukumeta demê dike pir baş bixebitin û semîmî bin, naxwe wê têkbiçin û dîrok wê wan efû neke. Wê vîna gelan zalim û zordaran li ber lehiya xwe wan pakbike û wê weke xeynî xwe, pergala wan hilweşe û têkbiçe.
Careke din ez balê dikişînim ser xezeba civakê û dibêjim, gerek pergalên kevnar yên ku ji derveyî demê mane haj li xwe; hebin û pir bi lezgînî xwe bi demê re bigihînin û dawiyê li şer, pefçûn û gengeşeyan bînin û wişk û biratiya gelan esas bigirin naxwe wê têkevin sergoyê dîrokê de. Tekez ev mijar ji bo Ebû Ehmed El- Cewlanî jî derbasdare, ji ber ku li gorî ku ez di şopînim xeteriyeke wenda kirinê jiyan dike û wê serê xwe; têxe belayê de. Serokê demkî yê Suryeyê her roj li ser riya çûna welataye, lê mixabin durî gelên Suryeyê bi xweye û li derve li çareseriya; pirsgirêkê digere û di xwaze çareser bike. Lê gerek zanibe ku çareserî bi yekitî û xiwşk û biratiya gelan, ve girêdayîye û ez dibêjim birêz Cewlanî berê xwe bide hundir û bibînin; bêka rojane çi li serê gelê Suryeyê têye kirin.
Di nezera min de siyaseta serokê demkî yê Suryeyê gelekî xelete û xeternake, ji ber ku çete û mirovên dest bi xwîn li derûdora xwe kom kirine û zextan li ser; gelan dikin û wê ev jî bibe sedema ku hêzên dervejî gelan li hemberî wan, sorbikin û pergala wan bi şehetînin. Di nezera min de tişta ku Rêber Apo ji bo dewleta Tirk gotiye, ji bo wan jî derbas dare û gerek ji feyda Tirkiyê û çeteyên li derûdora xwe zêdetir; li gelên Suryeyê û hêzên parastina gelan guhdar bike û bi lezgînî, pergaleke demokrasiya xwecihî pêkbîne û raya gelan qezenc bike. Û weke ku min di serî de jî got vîna gelan û xezeba wan, pir dijware û ti pergalê xwe heyanî niha li hemberî wê berdewam nekiriye.





