Qasim ENGÎN
Carek din li Kurdistanê rojên ku dîrok werin nivîsandin tên jiyan. Dîrok her tim rê nade ku were nivîsandin. Ji ber ku dîrok di kêliyên pir zirav û hesas de tên nivîsandin. Çarenûsa gelan jî gelek caran di kêliyên wiha de tê diyarkirin.
Lê gelek caran jî hatiye dîtin ku ger derfetên dîrokî nehatine nirxandin, hêzên çeqel û keftar rewşên wiha baş nirxandine û dîrok li gora berjewendiyên xwe destgirtine û nivîsîne.
Mixabin gelek caran yên ku dîrok nivîsîne keftar û çeqal bûne. Ji ber ku bi çeqaltî û hovîtiya keftaran bi şêweyekê xwe serxistine.
Mînakek gelek pêşçav qirkirina Ermen û Sûryan-Keldane. Kîjan Ermen û Sûryan-Keldan dikare îro bêje ku filan cih warê bav û kalên me ye? An jî dema bêjîn jî gelo çendî wateya xwe wê hebe? Keftaran bi qirkirina Ermen û Sûryan-Keldanan dîrokek bi xwîn nivîsandin.
Dîsa çi di şerê cîhanê yê yekem de çi jî pê re di navberên salên 1925’an û 1938’an de li Kurdistanê bi sed hezaran Kurd him hatin kuştin, him hatin mişextkirin û him jî bi anîna sed hezaran Tirkên li derve wek li; Arnavût, Yugoslavya, Gurcî demografya Kurdistan guhertîn. Ruxme ku rastî ev in, niha jî îdîa dikin ku, ev erdnîgarî çendî ya Tirkane û çendî welatê wan yê esliye!.
Rewşa ku îro ewqas sosrete gelo çawa derxistin holê?
Hêna -qaşo beriya ku êrîşa bibin ser Kurdistanê- di salên 1925’an piştî perçiqandina Serhildana Şêx Seîd Efendî, Serokê Meclîsê Tirk Abdulhalîk Renda di raporek xwe de: “Li herêma Kurdistanê, nifûsa Tirkan ji çaran yek nifûsa Kurdan hê jî kêmtir e. Li eraziya Tirkiyeyê ya di dest me de maye, ez derfetê ku her du millet bi heman qudret û selametê li ser serwer bin, qet nabînim. Lewma jî ez ferz û neçarî dibînim ku li tevahî welêt nifûs û bandora Tirkan bê serwerkirin” nivîsandî bû.
Nifûs û bandora Tirkan çawa serwer kirin? Yek bi qirkirinê, ango bi tepisandin û qetlkirina ku me li Geliyê Zîlan û li Dêrsimê dît. Yek jî bi leystina demografyaya Kurdistanê. Vê jî em di xala pêncemîn a Plana Islahkirina Şerqê de wiha dibînin:
”…Tirk û Arnavûdên ku wê ji Yûgoslavyayê bên û koçberên ku wê ji Îran û Qafkasyayê werin, destpêkê wê di navbera Elezîz, Erxenî, Diyarbekîr, Palo, Gêxî, Mûşê… bêne bicihkirin. Ji bilî van ji bo bicihkirina şêniyên ji wîlayetên Rîze, Trabzonê û ji navçeyên bakurrojhilatê wîlayeta Erziromê… neqlî Ava Xinûsê û Geliyê Mûradê û mintiqaya li bakurê Gola Wanê bêne kirin…
Di sala 1341’an de herî zêde wê 50 hezar nifûs were veguhestin û bicihkirin…
Bi heman şiklî, ji bo di nav 10 salan de nifûsek 500 hezarî ji Yûgoslavyayê, Bûlgarîstanê, Qafkasyayê û Azerbaycanê li mintiqayê bêne bicihkirin…” û her wiha di gelek xalên dîtir jî çawa him bi demografyaya Kurdistanê leystine û him jî yê Kurdan çawa li Kurdistanê derbixine yek bi yek nivîsîne.
Bêyî ku em dirêj bikin, an emê di kêliyên wiha dîrokê de bi baweriyek û yekîtiyek gelek mezin berxwedanek bêhempa derbixin û dîrokê bi xwe binîvîsînin, an jî îcar carek din çeqal û keftarên demê yê heman tiştên ku beriya sed salî li Kurdistanê kirine dûbare bikine.
Beriya sed salî em bi xepandinê perçekirin û belavkirin. Îcar bi hêviya ku em bi yek rengî û bi yek dengî li gora rastiya keftaran tevbigerin!






