Medenî FERHO
Tevahiya Kurdan karîkatura “gora betonî”, ya piştî têkçûna berxwedana Agirî û Ihsan Nurî Paşa dizanin. Gora betonî, ne tenê beden, mêjiyê Kurd, hişmendiya Kurdbûn û mijulahiya li ser paşerojên azad, hest û refleksa “muhamekirin”ê, “aîdiyet” û psîkolojiya kollektîf tune kiribû.
Azadiya civakan, bi muhakemekirin, aîdiyat û psîkolojiiya kollektîf ve girêdayî ye.
Birêz Ocalan jî, di hevdîtina dawî ya bi parêzeran de got: ”Ez dixwazim aqilê ku civaka azad ya Kurdan biparêze ava bikim”. Dewşirmeyên Tirk (gelê Tirk tenzih dikim) wek gotina Comte; “mirî zindiyan rêve dibin”, êrîşî miriyên Kurdan, gorîstanên Kurdan dikin.
Pengava 15ê Tebaxê, gora betonî parçe kir, bi têkoşîna 40 salî, ji nû de avakirina hest û refleksa “muhakemekirin”, psîkolojiya kollektîf hate pêkanîn; “aqilê” hemwelatiyên profesyonel li Bakur, Rojava û Şingalê, wek hest û refleksê derxiste holê.
Li Başûr hebû, mixabin kirin qurbanê berjewendiyan!..
Hemberî ku, dijmin gelek “gorên betonî”, wek “enfalê” li Başûr çêkirin, refleksên kollektîf, wek raperînê derketin holê, lê rêvebirên herêmê dewlemendiya “aqil”, berhemdariya “aqil” ya kultura neteweyî û herêmî, ji nedîtî ve hatin; hevpaydeya Kurdan, “aqil” û psîkolojiya kollektîf dernexistin holê. Dewşirmeyên Tirk, piştî azmuneyên li Başûr, Bakur û Rojava, dîtin ku eniya herî lewaz Başûr e. Ev jî, bi azmuneyên piştî çuwalê di serê efserên Tirk de, siyaseta nerm û şidandî, zimanê xweş û pişthişk, arîkariya têkbirina aîdiyetê kirin pratîkê.
Medya Başûr jî berhemê vê siyasetê ye, îro jî, di pêla manîpûlasyon, derew û propagendeya bê exlaqî de, ji gelê Başûr bêhtir, berdevkiya dewşirmeyên Tirk dike.
Dewleta Tirk, di mijara herêma li sînorê Rojava de, bi zêra Rusya hin serketin bidestxistibin jî, bi saya “aqil”, hest û refleksa kollektîf, darbeyek xwar. Dîtin ku “aqil”ê hemwelatiya profesyonel çêbûye, hest û refleksa kollektîf derfetê nadê wan, kolonîkirina Başûrê Kurdistanê kire pratîkê.
Îro, kuştinek fizîkî, dagirkirinek cografî, “zihnî” dike; hest û “zikrê” “muhakemekirina” defactoya herêmê jî hêdî hêdî têk dibe. Defactoya Başûr, her dem tirsa dilê dewşirmeyên Tirk bû, îro jî dixwazin tune bikin. Serketin bidestxistine, bandor li mirovên kolanê jî kirine, ev jî metirsîniyek mezin e, lê, enerjiya abad ya civaka Başûr, wek li Şeladizê hate xuya kirin, li dijî dagikeriyê û bêîradebûna desthilatdariyê di nava xwe de dikele.
Sahih e k,ti gel, bi vizyonên dijmin azad nebûne. Azadiya gelan, di pratîze kirina sîstematîk ya azadiya ontolojîk, (hebûne tiştekî heyî) meşrûiyeta ontolojîk û otorîteya ontolojîk de misoger bibe. Dewleta Tirk jî, her dem li dijî gelê Kurd, projeyek helandin, tunekirinê di pratîkê de hiştiye. Ev plan, wek îro, bi rêbazên demsalên barbarî, bi hişê “sêva sor” kirine pratîkê; di rizgarkirina Musilê ji çeteyên DAIŞê, bi erêniya PDKê li Başîka bi cih bû. Bi êrîşa li dijî Şingalê, hest û refleksa Baxdayê pîva û dagirkirina Başûr da dest pê kirin.
Dubare dikim: Dewleta Tirk, desthilatdarî û hêzên siyasî yên Başûr î, eniya herî lewaz ya Kurdan dibînin. Desthilatdariya Başûr, kapîtulasyon dane dewleta Erdogan, lê pere jî yên Başûriyan bûn, dîse jî, deyndar bûne Başûrî. Vê jî bingeha dagirkeriya îro amade kir.
Desthilatdariya Başûr, ku di nava 28 salan de, li ser bingeha hiquq û demokrasî, li ser bingeha aboriyek rêkûpêk, ku hêza xwe ji “aqil”ê zanîngehan bistîne ava nekir; afirîner nebû, kargehên berhemdariyê ava nekirin, hêz û enerjiya civakê nekire nava haraketê, modela Gandhi, ku di zilma Saddam de jî têk neçû, ne parast, îro jî, di çerxa bîrdoza “tevnepîrk” û bîrdoza “dojehê” de, ketiye ber şibaqa zalimên Îttîhadî.
Dewşirme Erdogan, dixwaze xewna “hinterlanda Osmanî” li Başûr zindî bike, defactoya herêmê li Xakurkê bike gora betonî. Lê Kurdên Başûr, xwedayê raperînê, wê xewna Erdogan bikin kabûs.






