Idrîs HENAN
Tiştên ku derûniya mirovan têk dibin û tampoya têkoşîna wan dadixin gelek in. Ji ber ku mirov ne tenê heyîneke madî ye, nikare bê hêza razber li ser lingan bisekine. Ancax tenê zindiyeke kovî hatibe kedîkirin be. Wê çaxê jî ti wateya têgeha mirov û mirovahiyê namîne. Ango di bin sîwana peyva ‘zindî’ de bê esil û cudahî dibe. Em dikarin bibêjin jî: “Mirovê kovî yê hatiye kedîkirin”.
Gelo mirov bi razberî û şênberiya xwe çi li xisletên xwe zêde dike? Ji çalakiya guherîn û veguherînê re enerjiyeke çawa ye? Di nava komên zindiyan de bi razberiya xwe xwedî kîjan fonksyonê ye? Çi li pêvajoya pêşketin û zanistê zêde dike? Kîjan exlaqê esas digire û terezekî jiyanê yê çawa hildibijêre?. Li kêleka van hemû pirsan, gelek rêzepirsên dîtir hene ku bi bersivandina wan re qonaxên avabûna mejûyê civakî û herikîna dîrokî ya daneheva nirxên çandan tê fêmkirin. Bi van têgihaştinên li pey hev re, paradîgmaya ku bûye esasê jiyînê tê tesbîtkirin. Wê çaxê ferq û cudahiya zindiyê bi aqil û yê bê aqil xwe radixe ber çavan. Her wiha hevbeşbûna xisletên zindiyan jî tên naskirin ku bûne esasê terzê jiyana komînal a xwe dispêre jiyana heveş a wekhev.
Di wê şêweyê jiyanê de sazî û dezgehên xwezayî li gorî asta pêşketin û hewcedariyê tên avakirin. Her avahiyek jiyanê jî, li ser bingehên exlaqî li gorî xwe hêza xwe ya rêveberiyê ava dike û erkên xwe yên gerdûnî bi rêkûpêk bi cih tîne. Bi pêşketinên zanist, zanyarî û naverokên danûstandinê re, rêvaberiya saziyên civakî, têkîliyên civakî û pîvanên exlaq-polîtîk bi gewde dibin. Li gorî serdema tê jiyîn jî rêzik û rêgezên hevdutemamker ên mirovatiya li ser nirxên civakbûyên hatiye avakirin, çandên gelan weke kevneşopî yên hev temam dikin ji hev tên cudakirin. Ango xislet û xisûsa gelan a xweser derdikeve holê. Bi gotineke din; mirov an civak dibe, xwedî xweseriyekê ye. Bê ku taybetmendiyên xwe ji dest bide, dikare bi xweseriya xwe kom û cugrafiya di nav de dewlemend bike. Ji amûrekî xentar û têgeha zêdebûnê pirtir, dibe hêmanê sereke ya civakbûyînê ku bê wî civakbûyîn û mirovatî serguha nabe.
Her bizaveke derveyî nirxên komînal ên ku pala xwe didin elimandin, qurnasî û nêçîriyê dibe sersebebê biyanî ye. Lê bi serhevbûn û dubarekirina bizavên bi vî rengî re, bi demê re, dê sûra exlaq-polîtîk a civakbûyîn biderize. Ger ast hê bilinditr bibe tekez wê sûr jî hilweşe. Bi herifîna sûra civakbûyînê re çi diqewime û civak çi qezenc û çi ji dest dide? Tişta misoger ku ti qezencên vê yekê nînin. Ya dîrokê piştrast kiriye ku di serî de civak hêza xwe ya berxwedanê ji dest dide. Bi nebûna wê hêzê re civak ji êrişên fîzîkî û çandî re dibe qadeke sempatiyê ku li şûna nirxên exlaqî, nirxên serdest ên nêçîriyê serwer dibin. Desthilatdarî tê avakirin û cewherê jiyanê vala dibe. Ne komînalbûyîn û ne jî civakbûyîn dimînin. Li şûna komê, perjewendiyên takekes pêş dikevin. Sazîbûn namîne û paradîgmaya dizîn, keysbazî û gendeliyê hakim dibe. Her tişta dermirovî û derçandî esas tê girtin. Rêbaza fikirîna firsendperest, çewsîner û kedxwar hegemon dibe û beşa mezin ji civakê tê kolekirin. Potensyel û enerjiya jiyana berxwedêr a ber bi pêşerojeke azad, wekhev û demokrat ve diherikin ziwa dibin û civak kerrî dibe. Ancax civaka ku rojane tê qirkirin bi mudexeleya ideolojîk a felsefeya jiyan rast ku berî xakê aqilê giştî yê civakê rizgar dike bête parastin. Bêdengî şirîkatî û aliyekî êrişê ye.






