Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mehmet Kamaç: Pêvajo ji bo kurdan demeke Dîrokî ye

03/03/2025
in ROJEV
A A
Mehmet Kamaç: Pêvajo ji bo kurdan demeke Dîrokî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Parlementerê Amedê Mehmet Kamaç da zanîn ku ji bo serxistina pêvajoyê piştgiriya tevahiya aliyan pêwîst e û wiha got: “Niha qonaxeke dîrokî ye. Serokê MHP’ê ku di demên bûrî de hertim dijatiya çareseriya pirsgirêka kurd kiriye, îro bi awayekî erênî nêz dibe, ew jî ji bo kurdan te wateya demeke dîrokî.”

Derbarê ziyaretên DEM Partî ji Bakûr û Başûrê Kurdistanê re û destpêkirina pêvajoya dîrokî Parlementerê Amedê Mehmet Kamaç  bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha b:

Şandeya Partiya DEM li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi kesayet û partiyan re rûniştin, niqaşên ku hatin kirin heta çi astê êrenî bûn?

şandeya Partiya DEM piştê ku li Îmraliyê hevdîtin  bi Rêber Apo re çêkirin li ser daxwaza Rêber Apo ziyaretê hemû partiyên Bakûr û Tirkiyê hatin kirin, ji bo ku pêvajoya destpê bike û ji bo gav avêtina pêvajoyê jî hevkarî û piştgiriya hemû aliyan pêwîst e. Di serî de partiyên ku komên wan di parlementoyê de hene, bi wan hemûyan re hevdîtin hatin çêkirin, heman demê de siyasetmedarên ku îro di girtigehên Dewleta Tirk de ne, Selahedîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Leyla Guven re jî hevdîtin hatin çêkirin. Nêrîn û pêşniyarên wan jî hatin girtin. Ji bo ku pirsgirêka kurdan li Tirkiyê bê çareserkirin divî pêvajoyê de girînge ku hemû partî û kesayetên  navdar nêrînê xwe bidin. Em naxwazin ku di vê pêvajoyê de dijî derketinek çêbe. Heta niha pêvajoya ku hatiye meşandin, aliyên ku pê re hevdîtin hatine çêkirin hemû alî bi erênî nêzbûn. Her çiqas fikir û ramanên wan li ser pêvajoyê cûda bin jî bi awayek xwazayî nêrîn û pêşniyarên xwe parvekirin, pêvajoyek destpê bike wê nexşereya wê çawa be li ser kîjan esasan werin destpêkirin. Di hemû aliyan de ji bo bê  destpêkirin, erênî nêzê pêvajoyê bûn.

Li Başûrê Kurdistanê jî hevdîtin hatin kirin, di wan hevdîtinan de navarokên ku hatin nîqaşkirin çi bûn?  

Li Başûrê Kurdistanê jî bi hin kesayetan re hevdîtin hatin çêkirin li ser pêşniyar û daxwazên Rêber Abdullah Ocalan. Nêrînên  Rayedarên Başûrê Kurdistanê jî hatin girtin di Serî de wek serokê PDK’ê  Mesûd Barzanî, Serokê herema Kurdistanê Niçîrvan Barzanî û herwiha serok wezîrê herema Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û li aliyê Sileymaniyê jî bi Bafil Talabanî û Qûbat Talabanî re hevdîtin hatin çêkirin. Li ser pêvajoyê nêrînê wan hatin girtin. Hat  xwestin ku ew jî di vê pêvajoyê de rola xwe bileyizin. Ger li Bakûrê Kurdistanê pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurdan destpê bike we bandora wî li çarparçeyên kurdistanê çêbibe  taybet jî li ser Başûrê kurdistanê.  hikumeta Başûrê kurdistanê hem tekîliyên wî bi Dewletên heremî re hem jî tekiliyê wan yên navnetewî ji bo vî pêvajoyê muhîmin. li ser daxwaza Rêber Abdûllah Ocelan hem ji bo piştgiriya wan ji bo pêvajoya  çareseriyê hem jî nêrîn û pêşniyarên wan û daxwazên wan hebin li ser vî mijarê biwan re hat nîqaşkirin û bi erênî derbasbû.  ji bo me jî cîhê dilxaşiyê bû ku serokê kurdan li ser  pirsgirêka kurdan nêrîn û pêşniyarên hevdû bigrin û bi aqleke hevpar divî pêvajoyê de tevgerandin gavek erêniye, ji bo pêşerojê û yekîtiya kurdan bibe bingehek daîmî. rûniştinên ku li Başûrê kurdistanê hatin kirin pir baş derbasbûn nêrîn û pêşniyarên wan ji bo pêşerojê û ji bo avakirina nexşereya pêvajoyê pir başbû. mijara herê balkêş Rêber Abdûllah Ocelan beriya ku nexşereyê diyar bike nêrînê wan stand ew jî, ji bo wan bû cîhê kêyfxweşiyê.

Ji bo ku pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ser bikeve erka ku dikeve ser mile kesayet û partiyên Başûr çi ye?

pêvajoya ku Rêber Apo destpêkiriye ji bo ku ser bikeve  pêwîstî ji  başûrê kurdistanê ji hemû rojan zêdetire statuya ku di destê Başûrê kurdistanê de heye di asta navnetewî de meşrûiyetek Başûr heye rayederên Başûr tekîliyê wan hem bi hêzên navnetewî re hemjî bi hêzên heremî re tekîliyên wan ji aliyê siyasî hene, divî pêvajoyê de Rolekê girîng dikeve wî aliyê. dibe ku hindek caran xitîminek çê bibe rol di aliyêwan de heye ku pêşiya pêvajoyê bê vekirin diyalogên ku werin kirin bi zelalî werin kirin. Meseleya Bakurê Kurdistanê rast rast bi hemû parçeyên Kurdistanê ve girêdayî ye, eger pêvajoya Bakûr ser bikeve muhaqaq bandorek mezin li ser hemû aliyên Kurdistanê bike. Helbet bandora Mesûd, Mesrûr, Niçirvan Berzanî û Bafil û Qubat Talabanî bandoriya wan li Kurdistanê heye. Ji bo wî jî roleke mezin dikeve aliyê rayedarên Başûrê kurdistanê hemûyan. daxwaza me jî pêk anîna wî rola wan bû ku divî pêvajoyê de bileyîzin, ew jî ji bo kur ola xwe bicîh bînin bi dildarî û dil xweşî piştgiriya xwe ji bo wî pêvajoyê diyar kirin.

Ji bo ku pêvajo bi encam bibe pêwîst e çi were kirin?

Ji bo ku pêvajo ser bikeve taybet hemû aliyan de kurd bi îradeyek xort piştgiriya pêvajoy bikin. pêvajo niha di asteke dîrokî da ye. Di nav Tirkiyê de Serokê MHP’ê ku di demên bûrî de hertim dijatiya çareseriya pirsgirêka kurd ji aliyê aşitiyan û demokratîk de kiriye îro bi awayek erênî nêz dibe, ew jî ji bo kurdan te wateya demeke dîrokî ye. Rêber Abdullah Ocalan îradeyek danî pêşiya herkesê, dibe ku nêrînê cûda jî hebin lê pêwîste çar parçê  kurdistanê, taybet li Bakûrê kurdistanê hemû kurd baweriya wan bi partî û saziyên wan çi dibe bila bibe ev mesel li ser wî îradeyê wan hemûyan derbas dike divê herkes cudahiyê xwe daynin aliyekî ji bo pêşeroja kurdan û ji bo parastina destkeftiyên kurdan, kurd dinav xwe de piştgiriya wî îradê û piştgiriya wî pêvajoyê bikin ku ji aliyê kudan vê ev pêvajo ser bikeve. eger divî pêvajoya dîrokî de kurd cuda bisekinin an jî pêşiya pêvajoy rexneyên xwe bînin wê pirsgirêk derkevin, ji bo wî jî di aliyê kurdan de pêwîsti heye ku hemû kurd di sedsala 21’mîn de yekîtiya xwe avabikin da ku bikaribin serbikevin. ev vî piştgoh nekin di pêvajoyek de mûhaqaq hertiştek sedî sed bicîh nay  eger sedî pîncî ji aliyê kurdan ve serbikeve ji bo me destkeftiyek mezine.  

Post Views: 94
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.