Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Tekoşer û şopdarê rastiyê; Egîd Roj’

03/03/2025
in ROJEV
A A
‘Tekoşer û şopdarê rastiyê; Egîd Roj’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

Rêhevalên şehîd Egîd Roj yên têkoşînê Arîn Helawî û rojnamevan Sozdar Rizgar dan diyarkirin ku ew di jiyan û xebatên xwe yên şoreşê de pir bi displîn bû û hêviya wî vegera Efrînê bû û wiha gotin: “Li hemberî hemû astengiyên jiyanê her tim rûyê wî bi ken bû.”

Rojnamevan Egîd Roj (Şervan Sîdo) dema ku li Bendava Tişrînê berxwedaniya gel dişopand bû armanca balafirên dewleta dagirker û şehîd ket. Rojnamevanên weke Nazim, Cîhan û Egîd di berxwedana Bendavê de bûn çav û guhê hemû gelê me û di şerê taybet de di têkbirina dewleta dagirker de roleke mezin lîstin. Armanca van êrîşên ku çapemenî dikin tirsandina gel e, herwiha dixwazin bi vê yekê raya giştî bidin bawer kirin û têkçuyina komên çete veşêrin. Lê pakrewanên weke Egîdan, Nazim û Cîhanan hebin wê têkçuyina dagirkeriyê teqez be.

Derbarê jiyana Rojnamevan Egîd Roj de, rêhevalên wî yên têkoşînê Arîn Helawî û Sozdar Rizgar ji rojnameya me re axivîn.

‘Em çiqas behsa kesayetên weke Egîd Roj bikin, nikarin hestên xwe pênase bikin’

Rêhevala rojnamevan Egîd Roj ya têkoşînê Arîn Helawî got ku heval Egîd pir girêdayi rêhevalê xwe bû û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi rastî jî, pênasekirina jiyana rêhevalên weke Egîd Roj pir zehmet e. Ji ber ku nayê gotin tê jiyan kirin û ez weke rêhavala wî min rojekê bawer nedikir ku li ser jiyana heval Egîd biaxivim û tevlî merasîma şahadeta heval bibim. Bi rastî jî, em rojên pir girîng û bi êş re derbas dibin. Ev kêlîyên şoreşê yên serkeftî ne. Em welatiyên heman Bajarî ne û hevaltiya me li qadên têkoşînê yên cuda de çêbû. Heval Egîd ne hevalekî ji rêzê bû, hevalê kêlî û zehmetiyan bû. Mirovek pir bihêz, giran û biha bû. Di nav şoreşê de mezin bibû, xwe kirbû zarokê şoreşê, Efrîn bi kesayetên qehremanên weke Egîdan destanên berxwedaniyê xêz kirin. Di berxwedaniya Efrînê ya 58 rojan ku berdewam kir û di heman demê de şerê li Şehba û Helebê jî berxwedaniyeke bêhempa hate meşandin. Dema ku em bi heval Egîd re axivîn ew li Bendavê bû û digot “Coşa me pir bilinde û ez pir şadim ku ji kêlîyên dîrokî re şahidiyê dikim.”Wî êşa koçberiyê di dil de jiyan dikir û hêviya wî ya herî mezin Efrîna dagirkirî rizgar û azad bibe. Rihê welatparêziya Efrînê di dilê xwe de jiyan dikir û bi şehadeta xwe jî ev yek isbat kir. Di malbata heval Egîd de ji bilî wî tevlîbûn hebûn, ji ber ku têkoşîna azadiyê  de weke malbat risteke mezin dabûn li ser milê xwe.

‘Bi têkoşîn û berxwedana gelê azadîxwaz wê Efrîn rizgar bibe’

Hêviya wî ew bû ku Efrîn rizgar bibe û ew li wir karê xwe yê ragihandinê bimeşîne. Em şopdarê heval Egîdin û em ti caran jî riya wî bernadin. Heval Egîd di destpêka êrîşên li ser Bendava Tişrînê û heyanî roja ku şehîd ketî jî li Bendavê bû û digot heya 58 rojan ez ê di nava berxwedaniyê de cih bigrim. Ji ber ku li Efrînê jî 58 rojan di nava berxwedaniyê de cih girtibû, ji ber wê sedemê jî hez dikir li Bendava Şehîdan jî bimîne.

‘Egîdên me ti carî namirin ew di dilê me de jiyan dikin’

Arîn da diyar kirin ku şahadeta heval Egîd hêz daye wan û wiha got: “Heval Egîd di dilê her hevalê/a xwe de cih girtibû û dihat hezkirin. Bi nîqaş û danûstandinên xwe de kaniya çareseriyê bû. Dîroknas bû û civaka xwe pir baş nas dikir. Ti caran hevalên xwe tenê nedihişt û coş dida derdorên xwe. Me digot “tu çima herdem rûkenî û coşa te nakeve?” Heval Egîd hertim ev bersiv dida me û digot “Roja me ti caran tarî nabe û bi coşa me serkeftin pêkan e, em hêza xwe ji rojê digirin û em ê bi hêz û coşa xwe dijmin têk bibin. Ew heval û hogirê rojên giran bû û digot em weke ciwanên Efrînê pêwîste dijminê me nekaribe coşa me bêxîne. Ev daxwaza xwe ji hevalên derdorê xwe re tanî ser ziman û digot “Dema ez şehîd bibim, bila ti kes xemgîn nebe û negirî, bi stranên şoreş ê min oxir bikin.” Em dîsa heval Egîd bibîrtînin û dibêjin kesayetên weke Egîd Roj nexşe rêya rizgarkirina Efrînê ne.”

‘Raste jiyan ne hêsan bû, lê heval Egîd Roj astengî nasnedikirin’

Rêhevala têkoşînê ya şehîd Egîd Roj, rojnamevan  Sozdar Rizgar diyar kir ku naskirina wan ya li gel rojnamevan Egîd Roj di şerê Helebê de çêbû û wiha berdewam kir: “Di sala 2012’an de dema êrîşên çeteyan li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rûda, wê demê me hevdû naskir û gelek bîranînên me bi hev re jiyan kirin hene. Hevalên ku wê demê cihê xwe di berxwedaniyê de digirtin di qadên şoreşê yên cuda de kar û xebat daye meşandin e, gelek ji wan jî şehîd bûne. Ji wan hevalan yek jî, rojnamevanê ku di berxwedaniya Bendava Tişrînê de şehîd bibû Egîd Roj bû. Pir koçberî û zext di wê demê de hate jiyan kirin û bi rastî jî kêliyên dîrokî yên di wê demê de şahidî kirin bi serê xwe dibe pisporiya di asteke bilind e. Hevalê Egîd Roj di wê demê de jî, temenê xwe pir ciwan bû, lê astengî nasnedikir, ruxmê wê jî şer dikir û roj bi roj di çeperên şer de çi kar ketiba pêşiya wî bê ku gav paşve bavêje dikir. Di sala 2014’an de vesaziya me her duyan jî ji bona qada ragihandinê çêbû û em derbasî bajarê Efrînê bûn. Danûsitandinên me di wê demê de pir hebûn, ew li Efrînê Şervan bû, li Bendava Tişrînê bû Egîdê serdemê. Ji bona ragihandina şoreşê, kiryarên ku dagirkeriya tirk û çeteyên wê pêkanîne û di heman demê de berxwedana şervanên YPJ û YPG’ê û gelê Efrînê û xweşikbûna bajarê Efrînê bide naskirin û ew her tim di nava liv û tevgerê de bû. Hevalekî pir bi hêz û jîr bû. Berxwedaniya 58 rojan ya ku li Efrînê, ya ku bi berxwedaniya Serdemê dihat naskirin, hevalê Egîd kêlî bi kêlî şopand û raste rast cihê xwe di nav de digirt. Ji bona her dezgeh û saziyên çapemeniyê kar dikir, dixwest ku Ragihandina Azad bibe hêza sereke ya cîhanî. Piştî dagirkirina Efrînê gelê ku bi darê zorê ji milê dagirkeriya Tirk ve hatin koçber kirin û li Şehbayê bi cih bûn û jiyaneke nû li wêderê afirandin, Egîd zarokê Efrînê êş û azarên koçberiya gelê Efrînê dişopand û berxwedana gelê berxwedêr ya ku yek xolekekî jî nerawestiya û biryara vegera Efrînê û rizgarkirina wê ji hemû milî ve dişopand.

 ‘Ji ber ku rojnamevan dengê rastiyê ne, dewleta Tirk heznake dengê rastiyê derbikev e’

Sozdar bibîrxist ku hevalê wan yê rojnamevan Egîd Roj ji bona berxwedaniya ku li Bendava Tişrînê dimeşe û rûyê dewleta Tirk ya dagirker dernekeve holê hat armanc kirin û wiha axaftina xwe qedand: “Çawa ku şervanên di çeperên şer de li ber xwe didin, gelê welatparêz jî piştgirî didin berxwedaniyê û pêwîste ku ev berxwedanî were mezinkirin û ji raya giştî re were ragihandin. Heval Egîd Roj bibû dengê berxwedaniya Serdemê ya Efrînê û di heman demê de ji Bendava Tişrînê, kêlî bi kêlî rastî dişopandin û ji ber wê jî hate armanc kirin. Hevalên me yên rojnamevan Nazim û Cîhan Bilgîn jî li heman cihî ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve hatin qetilkirin. Kiryarên dermirovî yên ku dagirkeriya tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û bi taybet jî li hemberî rojnamevanan û dengê heqîqetê isbat dike ku ew ji dengê rastiyê ditirse û dixwaze hemû kiryarên ku dike ji cîhanê veşêre. Lê em weke rêhevalên Egîdan, Nazim, Cîhan, Ezîz û Gulistanan nahêlin ku rastî di tariyê de bimînin. Pêwîste cîhan tev li hemberî kiryarên dagirkeriya tirk di serî de li ser ojnamevanan û tevahiya gel bê deng nemînin, ji ber ku dem hatiye ku dagirkeriya tirk di dadgehên navnetewî de were dadgehkirin. Em şehîdên ku ji bona derxistina rûyê rastiyê yê dagirkeriya tirk û çeteyên wê û endamên Ragihandina Azad bibîrtînin û weke rêhevaleke Egîd Roj ti caran nahêlin pênûs û kamereya wî li erdê bimîne.”

Post Views: 243
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.