Dîlan Mulhim\Qamişlo
Berdevka Jinên Ciwan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê, Sara Hesen diyar kir ku dema Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ragihand ciwanên herêmê bi rihê Şerê Gel ê Şoreşgerî tevlî seferberiyê bûn û got, “Em weke ciwan ji bo parastina nasname û welatê xwe tevlî seferberiyê bûn.”
Piştî ku Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ragihanid hemû ciwanên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê erk û berpirsyariyeke mezin girtin ser milê xwe tevlî seferberiyê bûn. Herwiha dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê di 8’ê Berfenbara 2024’an de êrişî Bendava Tişrînê kirin ciwanên herêmê berê xwe dane bendavê ji bo ku destekdayîn û piştgirtiya şervanên QSD’ê bikin.
Di derbarê tevlîbûna ciwanan ji bo seferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweser ragihandî Berdevka jinên ciwanên Partiya Yekêtiya Dîmokratîk PYD’ê, Sara Hesen ji Rojnameya me re axivî.
‘Bi rihê şerê gel ê şoreşgerî em ê parastina welatê xwe bikin’
Sara Hesen da zanîn ku dema Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ragihand ew tevlî seferberiyê bûn û wiha got: “ Em weke Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê, ji bo ku em bi erkê xwe rabin û parastina axa xwe bikin, em tevlî seferberiya giştî bûn. Ji bo ku em piştgirtiya şervanên xwe yên di çeperên şer de jî bikin em tevlî berxwedana Bendava Tişrînê bûn. Herwiha di vê rewşê de em ciwan, me bi roleke bingehîn lîst, ji ber ku em li her cihî parastina axa xwe dikin. Ev dema hebûn û tunebûnê ye, ji ber vê yekê me xwe da diyar kirin û em tevlî seferberiyê bûn. Ji ber ku qirkirina siyasî û leşkerî li ser me tê meşandin. Di vê demê de dijmin şerê derûnî li ser gelê me dide meşandin û dixwaze bi riya şerê derûnî coşa gelê me bişkîne, herwiha li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî gelek komên ciwan tevlî seferberiyê bûn û niha gelek ciwan di çeperên şer de cihê xwe girtin û berxwedaniyê dikin.”
‘Dîrok ji nû ve li Bendava Tişrînê tê nivîsandin’
Sara Hesen anî ziman ku li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ciwan tevlî seferberiyê bûne û wiha domanid: “Seferberî ne ew e, ku her kes cihê xwe di çeperên şer de bigre, seferberî gelan birêxistin dike. Di heman demê de ciwanên me li Bendava Tişrînê destekdayîn û piştgirî ji bo şervanên di çeperên şer de dikin û heta niha jî ev piştgirî berdewam e. Herwiha ciwan xwe li ser bingehê şerê gelê şoreşgerî xwe birêxistin dikin û di vê pêvejoyê de şerê gelê şoreşgerî hat xuya kirin. Me gelek civîn ji bo ciwanan çêkirin ev civîn li ser pişgirtiya ciwanan ji bo şervanên QSD’ê bûn û civînên me berdewamin. Rêber Apo dibêje bi ciwantiyê me destpêkir û bi ciwantiyê em ê bi ser bikevin û li ser vî bingehî em ê bi ser bikevin. Niha di vê demê de ji aliyê ciwan û şervanan ve li bendava Tişrînê berxwedaniyeke bêhempa tê meşandin û dîrok ji nû ve li Bendava Tişrînê tê nivîsandin.”
‘Pêwîste hemû ciwan tevlî seferberiyê bibin’
Berdevka jinên ciwanên di Partiya Yekêtiya Dîmokratîk PYD’ê de Sara Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” Di vê rewşa herêmê de barê herî giran li ser milê jin û bi taybet ciwana ye, ji ber ku dewleta Tirk êrişî xeta jin û ciwanan dike. Herwiha êrişên dewleta Tirk a dagirker tucarî nikare coşa me bişkîne û em ê heta dawiyê berevaniyê di ber axa xwe de bikin û parastina rûmeta xwe bikin. Banga me ew e, ku hemû ciwan tevlî seferberiyê bibin, parastina nasname û welatê xwe bikin.”