Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Banga Rêber Apo û daxuyaniya PKK’ê di rojeva cîhanê de ye

01/03/2025
in ROJEV
A A
Banga Rêber Apo û daxuyaniya PKK’ê di rojeva cîhanê de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKKê di nava çend deqeyan de di çapemeniya cîhanê de cih girt.

Piştî banga dîrokî ya ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê kirî, Komîteya Rêveber a PKKê diyar kir ku ew beşdarî bangê dibin û wê guh bidinê. PKKê ji îro û pêve agirbest îlan kir

Mîna piştî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, daxuyaniya agirbestê ya PKKê jî di çapemeniya cîhanê de cihekî berfireh girt. Li seranserî cîhanê, ji dervey ajansên nûçeyan ên fermî yên Rûsya û Îranê Sputnik û IRNAyê, hema bêje hemû rêxistinên çapemeniyê nûçe weşandin. Servîsa Tirkî ya Sputnik jî nûçe bi zimanê medyaya alîgir, dît.

REUTERS

Reuters ragihand ku piştî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, PKKê agirbest îlan kir. Di nûçeyê de bal kişandin ser banga Rêber Apo ya 27ê Sibatê û diyar kirin ku 40 sal in şer dewam dike.

ASSOCIATED PRESS NEWS (AP)

Di nûçeya APê de hate diyarkirin ku PKKê di nava 2 rojan de agirbest îlan kir û daxuyaniya PKKê wiha da: “Ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bikeve meriyetê, em agirbestê îlan dikin. Heta ku êrîşî me neyê kirin, ti hêzên me çalakiya çekdarî nakin.”

FRANCE 24

Qenala nûçeyan a France 24 nûçe bi van gotinan servîs kir: “Em naveroka bangê qebûl dikin û em ê vê bişopînin û pêk bînin.”

XINHUA

Ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê Xinhua nûçeya xwe weke flaş weşand û ragihand ku PKKê bi banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re agirbest îlan kir.

AL JAZEERA

Al Jazeera diyar kir ku PKKê agibest îlan kir û got, “PKKê xwest ku lîderê wan Abdullah Ocalan ê di girtîgehê de, were berdan.”

JARUSALEM POST

Jarusalem Post a ku navenda wê Îsraîl e, îlana agirbestê ya PKKê bi xwînerên xwe re parve kir.

SKY NEWS

Televîzyona SKY News îlana agirbestê weke nûçeya lezgîn weşand.

BBC

BBCê bi nûçeya David Mercer re biryara agirbestê ya PKKê ragihand.

Sputnik

Servîsa Îngilîzî ya Sputnik ku ajansa nûçeyan a fermî ya Rûsyayê ye, nûçe ji nedîtî ve hat û servîsa Tirkî jî tercîh kir ku nûçeyê bi zimanê medyaya alîgir bibîne.

DW, CNN International, Al Arabiya, Bloomberg, The Washington Post, The Times Of Israel û gelek rojname, televîzyon û malperên nûçeyan biryara agirbestê ya PKKê parve kirin.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.