Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şervanên QSD’ê: Rizgarkirina Til Hemîs destpêka rêzeserkeftinên QSD’ê bû

27/02/2025
in ROJEV
A A
Şervanên QSD’ê: Rizgarkirina Til Hemîs destpêka rêzeserkeftinên QSD’ê bû
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo


Şervanên QSD’ê Cîhad û Ararat dan zanîn ku rizgarkirina Til Hemîs ji bo hemû pêngavên din ên dijî DAIŞ’ê destpêkek ji şerê rewa yê istratîjîk bû û gotin, “Di salvegera 10emîn a rizgarkirina Til Hemîs de em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û soza domandina têkoşînê dubare dikin.”

10 sal li ser salvegera rizgarkirina Til Hemîs ji çeteyên DAIŞ’ê derbas dibin. Şerekî rewa ji bo parastina gelên herêmê bi du hemleyan gihaşt armanca xwe û di encama wê de jî bajarê Til Hemîs hat rizgarkirin.

Derbarê rizgarkirina Til Hemîs de şervanên QSD’ê ku di hemleyên wê de beşdar bûn, Cîhad Mûrad û Ararat Sofî ji rojnameya me re axivîn.

Destpêkirina hemleya yekemîn a Til Hemîs sêhawirde bû

Cîhad Mûrad derbarê destpêkirina hemleya yekem wiha axivî: “Di salên destpêkê yên Şoreşa Rojava de me gelek hemle li herêma Cizîrê dijî Cebhet Elnusra dan meşandin. Nemaze hemleya rizgarkirina Til Hemîs a ku di 26’ê Berfanbara 2013’an de hat destpêkirin, ev yek jî piştî ku tevlîheviyek di navbera me û wan de li derdora Hedad dest pê kir. Herwiha piştî ku Nusra û hemû komên çete xwe kirin bin sîwana DAIŞ’ê, şerê rewa ji sê xetan bi rengekî hevbeş hat destpêkirin. Eniya ku ez tê de bûm, ji gundê Til Merûf dest pê kir, xeteke din ji gundê Gebeka û xeta siyem ji gundê Hedad bû. Yekem gundê ku ji hêla eniya me ve rizgar bû, gundê Harikê bû, gundê duyem Ebû Xezef, herwiha gundê Meslûsa, piştî wê şerekî mezin li gundê Ebû Qisayîb çêbû û me ew jî rizgar kir. Paşê xeta me rêwîtiya rizgarkirinê hetanî Ferfera, Ebû Tiwêna li wir termên 3 çeteyan kete destê me, Xiwêtla û Ebû Gubêr ango gundê dawîn ên herî nêzî Til Hemîsê bûn. Di şeva sersalê de me gundê Ebû Gubêr rizgar kir û di encamê de hevalekî me yê bi navê Ş.Rêwan Tirbespî şehîd bû. Piştî 5 rojan li wir em man û agahî ji me re hat ku her du xetên din şikestin, di encamê de jî em vegeriyan Til Merûf, gava yekem.”

Binkeftina hemleya Yekem ji ber êrişeke mezin a DAIŞ’ê encam da

Ararat Sofî têkildarî binkeftina hemleya duyem wisa domand: “Xeta me ji Gebeka dest pê kir, hêzeke mezin li gel me hebû, me gundên weke Tilfaris û çend gundên hawirdor rizgar kir. Piştî şerê 5 rojan, me gundê Til Berek rizgar kir û termê gelek çeteyan ketin destê me, herwiha me berê xwe da Gaziya Şêx û ji wir me berê xwe da Gundê Um Elrûs. Paşê em gihan gundê Hisêniyê, ev gund li tenşta Til Hemîsê bû, li wir şerekî giran çêbû, çiqasî me êriş dikir da ku em zora dijmin bibin, her û her şer dijwartir dibû. Di wê demê de şertûmerc ne li gorî ku tê xwestin bû, dema ku me êriş kir, mij kete erdê û peywendiya me qutbû. Di encamê de jî li Hisniyê zêdeyî 50 hevalên me şehîd ketin. Lewma jî piştî berxwedaniyeke mezin em vegeriyan gundê berî Hisêniyê, dîse êriş li ser me hat kirin, birîndar û şehîd zêdetir bûn, piştre di 5’ê Çileya 2014’an de fermana vekişandinê ji gundewarê Til Hemîs ji me re hat. Sedema vekişandinê ew bû ku hêzeke mezin a DAIŞ’ê ji Reqayê ji bo Til Hemîs hat. Di heman demê de me nas kir ku ji ber hin şaştiyên şer yên di milê istiratîjiya şer de em di hemleya yekem de bi bin ketin”

Bi istratejiyeke mezin YPG’ê dest bi Hemleya duyem kir

Ararat derbarê hemleya duyemîn a rizgarkirina Til Hemîsê de wiha got: “Hemleya duyemîn a rizgarkirina Til Hemîs ji roja 21’ê Sibata 2015’an ve dest pê kir. Lê berî wê me hemleya Tolhildanê ya Til Berek dest pê kiribû, tê de jî bi sedan çete hatin kuştin. Me tola 50 hevalên xwe yên hemleya yekem hilanî, tevî ku berdêlên giranê hatin diyarîkirin, lê binkeftina hemleya yekem bû ezmûnek ku çawa em li xwe vegerin herwiha vê şekestinê nameyek da me ji bo em xwe baş perwerde bikin û bi istratîjiyeke cuda Til Hemîsê rizgar bikin. Rizgrakirina Til Hemîs ji bo hemû hemleyên din ên dijî DAIŞ’ê destpêkek ji şerê rewa yê istratîjîk bû hetanî şikestin DAIŞ’ê bi temamî jî me gav neavêtin paş. Yekem car hêzên Hevpeymana Navdewletî di Cezîrê de destek dan me, li Til Hemîs bû, wê bi asîmanî şer dimeşand û şervanên QSD’ê li ser rûyê erdê êriş dikirin. Êriş sêhawirde bû, bi rengekî veşartî me operasyonên xwe dimeşandin bêyî ku tu kes bizanibe, em diketin nav çeteyan bê ku nas bikin. Di heyama 6 rojan de, Til Hemîs rizgar bû, hemle ji gundê Ebû Xezef dest pê kir, em gihan gundê Hisêniya biçûk, çeteyan 3 malên destpêkê vala hiştibûn û di malên derdorê de bi kemînekê xwe veşartibûn, me êriş kir bi dehan çete tê de bûn me ew tev kuştin, ez û Şehîd Aram, Peto û Êrîş bi hev re bûn. Di wê demê de ez ji herdu lingên xwe birîndar bûm. Piştî wê di 27’ê Sibatê de bajarê Til Hemîs bi temamî hat rizgarkirin û çet reviyan deverên din.”

QSD’ê berevaniya ewlekariya cîhanê dike 

Şervanê QSD’ê Cîhad Mûrad derbarê erkê ku dikeve ser milê QSD’ê ji bo parastina gel û ewlekariya cîhanê tevî wisa bi lêv kir: “Dema ku Til Hemîs hat rizgarkirin, coş û moraleke mezin li cem gelên me ava bû, malbatên şehîdên hemleyê kêfxweşiya xwe anîn ser ziman ku tola şehîdên wan hat hilandin, pê re jî gelek keç û xort tevlî refên QSD’ê bûn. Li aliyekî din hêzên YPJ’ê di rizgarkirina Tilhemîs de xwedî rol bûn û berxwedaniyeke bêhempa bi şervanên QSD’ê re didan meşandin, hem jî hêza xwe isbat kirin. Piştî rizgarkirina Til Hemîs her kesî nas kir ku QSD’ê ne hêzeke lawaz e, ew hêzeke cîhanî ye û parastina ewlehiya cîhanê tevî dike. Di salvegera 10’emîn a rizgarkirina Til Hemîs de em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û soza domandina têkoşînê dubare dikin. Berê me tekez kiriye ku em parastina gelên xwe dikin û yê ku êriş bike em ê bersiv bidin. Îro em dibînin ku ew çeteyên di nav DAIŞ’ê de bûn û me ew şkandin, rêveberiya Şamê dikin. Ehrar Elşam û Cebhet Elnusra berî niha li pêşiya me hatine şkestin û îro jî eger êriş bikin em ê gelên xwe û herêma xwe ji wan û her kesên êriş bike, biparêzin.”

Post Views: 98
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.