Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Serkeftina Bendava Şehîdan

27/02/2025
in ROJEV
A A
Serkeftina Bendava Şehîdan
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl


Xwestekek min pir mezin hebû da ku ez wekî nûçegihana Rojnameya Ronahî xwe di nava berxwedaniya Bendava Tişrînê de bigirim û ez bawerim ku ev xwesteka her kesekî bû. Bêguman rojên wiha dîrokî û bi pêşengtiya rihê şerê gelê şoreşgerî pêwîstbû her kes xwe tevlî vê berxwedaniyê bike û bibe şahidê van rojên dîrokî û di haman demê de bibe şahidê van êrişên ku niha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û bi taybetî ku niha bi êrişên xwe yên herî dijwar û dijmirovî li ser Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê bi awayekî hovane didomîne.

Belê; ez bi heycan û kêfxweşiyekî pir mezin bi rê ketim, ji ber ku çiwyina min li bendavê bi serê xwe serkeftinek bû, hem ji bo kar û xebata xwe û hem jî ji bo xurtkirina tecrûbeyên min di nava kar û jiyanê de. Raste me gelek mijar girtin dest di derbarê berxwedaniya gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li bendava Tişrînê didin meşandin û di heman demê de derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de. Lê ne wekî ku mirov li cihê bûyerê bi xwe be, dema ez gihîştim bendavê û min rewş bi giştî dît ez ketim ferqa giraniya pêvajioya ku em tê re derbas dibin û heta ku mirov dikeva ferqa kesayeta xwe ku pêvajoyekî wiha de çi ji me tê xwestin? Divê em çi bikin da ku xwedî li pêvajoyê derkevin? Gelo emê bikaribin layiqî vê berxwedanê û têkoşênê derkevin? û gelek hizrandinên din li cem min çêbûn.

Gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêz û îradeya xwe li bendava Şehîdan da xuyakirin û îsbat kirin ku wê vîna gelan tekez serbikeve. Ew coş û hêza gel dihişt ku em zêdetir girêdayî xeta xwe ya azadiyê bin û ev hemû jî ji bandora fikir û felsefeya Rêber Apo tê. Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi balafirên xwe yên şer û yên bê mirov bendav û gel dikir hedef, lê vîna gel ji van êrişan mezintire. Di heman demê de gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê sînorê tires û kefenê mirinê çirandin. Bi hemû hêz û cesareta xwe li hemberî van êrişên hovane li ber xwe didin, her wiha asta têkoşîn, berxwedan û tolhilanê mezintir dikin.

Bê guman em bûn şahidê gelek bûyeran e, ku çawa dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser gelên ku nobeta parastinê li Bendava Tişrînê digirin û rojane komkujiyan li ser wan pêktînin. Tirsa dagirkeriya tirk  ji gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye û dizane ku gel bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve girêdayî ye û gav bi paşve navêje û bi diruşmeya ‘An serkeftin an serkeftin, Bê serok jiyan nabe, QSD`ê em bi te re ne heya mirinê’, bi hêris û kîn li hemberî dagirkeriya Tirk disekinîn. Bê guman îro êrişên dagirkeriya Tirk jî ne tenê li ser axa Sûriyê ye û dagirkirina wê ye, ev êrişên dewleta Tirk a dagirker ku niha dide meşandin li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku çawa gel ewqas bawerî û hêviyên xwe pê xurt kirine û bûya hêz ji wan re.

Dewleta Tirk a dagirker her êrişên xwe bi awayekî bê navber li ser bendavê dide meşandin û gel dike armanca, tenê ji bo ku îrade û hêza gel bişkîne û tirsê di nava gel de ava bike û nema berê xwe bide bendavê, lê me dît dema ku dagirkeriya Tirk êriş dikir û di êrişan de gelek şehîd û birîndar jî çêdibûn, lê  coş û vîna gel hîn xurtir dibû. Kîn û neferta wan li hemberî dijmin zêdetir dibû, di heman wextî de agirê azadiyê her qeşbû û li dora wê dîlan û govend digerandin. Ev bi serê xwe serkeftineke ku gelê berxwedêr bi coş û kelecana xwe bersiva êrişên dagirkeriyê dide. Berxwedaniya ku niha li Bendava Tişrînê tê kirin berxwedaniyeke dîrokî ye û her ku em behsa wê bikin jî wê kêm be, ji ber ku di cîhanê de berxwedaniyeke bi vî awayî nehatiye meşandin. Pêwîste em nema bêjin berxwedaniya Bendava Tişrînê, em dikarin bêjin serkeftina Bendava Tişrînê. Ji ber ku sekna gel li Bendavê misogeriya serkeftinê ye.

Bê guman em kêmek bal bikşînin li ser êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker; dagirkeriya Tirkiyê her çeteyên ku bi pereyan berê wan dide mirinê, her wiha bê armanc û bawerî ev çete êriş dikin, tenê ji bo pere xwe û axa xwe difroşin. Ji ber vê yekê her ew di şer de bin dikevin, Hêzên Sûriya Demokiratîk QSD`ê û Hêzên Parastina Jin YPJ`ê bi derbeyên pir giran li wan didin û gav bi gav çete paşve direvin. Dewleta Tirk a dagirker êdî bê çare maye û binkeftinê jiyan dike li hemberî îradeya hêz û gelê Bakur û Rojihaltê Sûriyê. Wek tê zanîn ku tenê bi teknîka xwe êriş dike û hêza wê ya şerkirinê nemaye.

Dagirkeriya Tirk di 15`ê Sibatê de Rojnameva Egîd Roj kir armanc, tenê ji bo ku sûc û kiryarên xwe yên qirêj veşêre û her Rojnamevanan dike hedefa xwe, wek tê zanîn beriya ku Rojnamavan Egîd Roj were hedef girtin, Rojnamevan Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan ew jî li pira Qereqozaqê hatin hedef girtin û şehîd ketin. Lê em wekî Rojnamevan her soza xwe ya çavê rastiyê û tolrakirina hevriyên xwe bilindtir dikin, em hene û bila dagirkerî jî bizanibe ku bi hezaran Egîd, Cîhan û Nazim hene û tu carî em rastiya sûcên şer yên dagirkeriya tirk nahêlin ku di tariyê de bimînin. Em serkeftin û berxwedana bendava Şehîdan diyarî giyanê hemû şehîdên bendava Şehîdan û di serî de  diyarî rihê Egîd, Nazim û Cîhanan dikin.

 

 

Post Views: 135
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.