Dîlan Mulhim\Qamişlo
Welatiyên bajarê Qamişlo komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê heta dawî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe dewam bikin û gotin, “Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye.”
Di 15`ê Sibata sala 1999’an de Rêber Apo dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin û komploya Navnetewî ku bi destê zêdetirî 34` dewlet û hêzên cîhanê li ser Rêber Apo dane meşandin. Herwiha armanca vê komployê şikandina îradeya gelê azadîxwaz e. Di derbarê komploya li ser Rêber Apo welatiyên Bajarê Qamişlo ên bi navê Rolyana Ehmed, Salih Omer û Xebat Beşîr ji Rojnameya me re axivîn.
‘Armanca Komploya Navnetewî şikandina îradeya gelê azadîxwaz e’
Welatiyê bi navê Salih Omer anî ziman ku komployeke Navnetewî bi destê zêdetirî 34` dewlet û hêzên cîhanê li ser Rêber Apo dane meşandin û wiha got: “Komployeke Navnetewî ku bi destê zêdetirî 34` dewletan li ser Rêber Apo dane meşandin. Armanca vê komployê şikandina îradeya gelê azadîxwaz e, herwiha ev 26`salin ku Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hatiye girtin û di van salan de berxwedaniyeke mezin dide meşandin. Em jî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo berxwedaniyê dikin û Rêber Apo dibêje em ne aşiqê xwînêne, lê em aşikê azadiyê ne, azadiya Rêber Apo azdiya mirovahiyê ye. Çareseriya tevahiya Rojhilata Navîn girêdayî azadiya Rêber Apo ye û xwesteka gelê kurd tevahî ew e, ku Rêber Apo azad bibe. Di heman demê de em li ser fikir û ramanê Rêber Apo berxwedaniyê dewam dikin û li ser vî bingehî armanca me avakirina biratiya gelan e. Hemû pêkhateyên herêmê bi kurd, ereb û suryanî li ser fikrê Rêber Apo têkoşînê didin meşandin.”
‘Azadiya Rêber Apo girêdayî çareseriya Rojhilata Navîn e ’
Salih Omer da zanîn ku gelê kurd tevahî li benda peyama Rêber Apo ne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Peyama ku Rêber Apo bide wê gelek guhertinan di Rojhilata Navîn de çêbike û em tevahî li benda peyamê ne. Pêwîste gelê li herêmê giştî piştgirtiya Rêber Apo bikin û rojane çalakiyan pêkbînin. Dema ku Rêber Apo azad bibe wê gelek pirsgirêk werin çareserkirin. Herwiha peyama Rêber Apo ji bo me gelekî girînge û em ê li gorî wê tevbigerin û gavan bavêjin. Herwiha dewleta Tirk bi sedê sala ye ku gelê kurd qetil dike û her ku yek ji me şehîd dikeve bi sedan çeka wî radikin. Gelê kurd ne kurdê berê ye, gelê kurd xwedî hêzeke xurte ku îro li ser erdê berxwedanyeke bêhempa li hemberî dagirkeriyê dide meşandin. Dema ku yek ji zarokê me şehîd dikeve pêhtir em bi biryar dibin û hêza me xurt dibe. Bangewaziya min ji tevahî gelê kurd re heye ku piştgirtiya Rêber Apo bikin. Ji bo ku Rêber Apo azad bibe û dema ku ew azad bibe wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn tevahî çareserbibin.”
‘Gelên li herêmê bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve girêdayîn e’
Ciwana bi navê Rolyana Ehmed wiha axivî: “ 15’ê Sibatê ji bo gelê azadîxwaz rojeke reş e, ji ber ku di vê rojê de Rêber Apo bi komployeke navnetewî hate dîl girtin. Herwiha em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet jinên Rojava em vê komployê şermezar dikin. Armanca dewletên komploger pêknehat û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî gelên berxwedêr û azadîxwaz yên ku hertim bi pirojeya Rêber Apo ya Netewa demukratîk ve girêdayîne hertim di nava kar û xebatan de ne. Ne tenê gelê kurd tevahî gelên li herêmê bi ramanên Rêber Apo ve girêdayîne û ji bo azadiya fîzîk a Rêber Apo hertim têkoşînê dikin.”
‘Fikirê Rêber Apo di nava gelên li herêmê de zindiye’
Rolyana Ehmed gotina xwe wiha bi dawî kir: “Gelên kurd hêviyên wan ên azadiyê xurtin û em bi israrin heta ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêkneyê em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê hertim têkoşînê bidin meşandin û bi durişmeya ku bê Rêber Apo jiyan nabe em berxwedaniyê dewam bikin, wê di vê çarçoveyê de kar û xebat were meşandin. Dibe ku Rêber Apo di zindanê de ye, lê ew bi fikir û ramanê xwe di nava me de zindî û azad e.”
‘Em ê her tim di nava çalakiyan de bin’
Jina bi navê Xebat Beşîr got ku ew ê roja reş bikin roja azadiyê û wiha bi dawî kir: “ Em ê rojane di nava çalakiyan debin heta ku Rêber Apo azad bibe û em weke jin heta dilopa xwînê di canê me be hebe em ê li ber xwe bidin. Herwiha weke ku Rêber Apo dibêje em ê ji 7`salî heta 70 salî li qada bin û berxwedaniyê bikin. Ev 26` salin ku Rêber Apo dîl hatiye girtin û hevpeyvîn pêre nayên çêkirin. Ji ber vê yekê gelê cîhanê û bi taybet gelê kurd li benda peyama rêber Apo ye ka wê çi bêje û wê çi guhertinê bi xwe re bîne.”
‘Pêwîste dewletên Navnetewî bi erkê xwe rabin’
Xebat Beşîr da xuyakirin ku azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya cîhanê ye û wiha got: Em dixwzin ku Rêberê me di nava me de azad jiyan bike û ji bo ku Rêber Apo azad bibe. Pêwîste em hertim di nava liv û tevgerê de bin û bi taybet jin, rojane li çalakiyan bibin û em bêdengiya cîhanê şermezar dikin.