Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Taybetmendiyên pêkhateyên Sûriyê bi saya Rêveberiya Xweser tên parastin’

25/02/2025
in ROJEV
A A
‘Taybetmendiyên pêkhateyên Sûriyê bi saya Rêveberiya Xweser tên parastin’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo


Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD`ê Sîhanok Dîbo tekez kir ku beşdarên di foruma “Asoyên çareseriya Sûriyeyê û kêşeyên wê” bi rengekî eşkere û zelal anîn ziman ku hêviyên wan ku şêwazê Rêveberiya Xweser bibe şêweyekê ji bo giştî Sûriya pêşerojê.“

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê di 13`ê Sibatê de forumek bi navê “Asoyên çareseriya Sûriyeyê û kêşeyên wê”, li hola El Erd El Seîda ya li bajarê Reqayê, bi beşdariya siyasetmedarên Sûriyeyî, rewşenbîr, oldar û endamên saziyên sivîl û MSD’ê, rewşenbîrên ji Siwêda, Şam, Hema, Himus, herêmên berava Sûriyeyê, her wiha nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, li dar xist.

Derbarê mijar, nêrîn û encamnameya ku di forumê de hatin nîqşkirin û dayîn, Hevserokê Nivîsgeha Têkîliyên Giştî ya PYD`ê Sîhanok Dîbo ji rojnameya me re destnîşan kir ku Partiya Yekîtiya Demokratîk her sal di çarçoveya vê forumê de hemû hêz, kesayet, partî, tevgerên niştîmanperwer û demokrat ên Sûriyê vedixwîne.

Sîhanok Dîbo diyar kir ku nêzî 80`ê kesayet, tevger, hêz, partiyên siyasî û kesayetên serbixwe di foruma çaremîn de hazir bûn.

Sîhanok Dîbo wiha anî ziman: “Di forumê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin (Rewşa Sûriyeyê piştî ketina

rejîma Baas, nirx û hêmanên komara sêyemîn a Sûriyeyê) û (çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê, Netewa Demokratîk, ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk nimûneya Rêveberiya Xweser).”

Sîhanok Dîbo wiha pê de çû: “Di forumê de bi dehan mudaxele ji hemû aliyan ve hatin kirin, nîqaş, nêrîn û pêşniyarên beşdaran ên taybet û bilind li ser mijara guhertin û veghurîna Sûriyê, goftûgoyên pir girîng çêbûn. Piştgirî ji bo mijara nenavendiya Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser û rola QSD û çareseriya doza Kurd hate kirin. Nîşqaşên berpirs ne tenê di çarçoveya nêrînan de bûn, lê beşdaran hêviyên xwe bi rengekî eşkere û zelal anîn ziman ku hêviyên wan ew e şêwazê Rêveberiya Xweser bibe şêweyek ji bo giştî Sûriyeya pêşerojê.”

Sîhanok Dîbo îşaret kir ku Sûriyê pir rengî ye, ji gelek pêkhateyên cuda, ol û baweriyan pêk tê, lewma jî çareserî û taybetmendiya van pêkhateyan di riya şêwazê Rêveberiya Xweser de tê parastin, wiha berdewam kir: “Beşdaran tekez kirin ku Rêveberiya Xweser beşeke girîng ji bo çareseriya doza Kurdî û doza Sûriyê giştî ye, ji bo pêkanîna wê jî misogeriya xurtkirina Rêveberiya Xweser û piştgiriya rola QSD pêwîst dike.”

Di dawiyê de Hevserokê Nivîsgeha Têkîliyên Giştî ya PYD`ê Sîhanok Dîbo encamname û biryarên ku di forumê de derketine anîn ziman:

Encam û biryarên forumê bi daxuyaniykê di dawiyê de li gorî nerînên beşdaran anîn ziman û bi boneya komploya navdewletî li ser rêber Abdullah Ocalan ev in:

-Redkirina şêwazê komploya navdewletî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ji bo Rêber APO.

-Piştgiriya çareseriya doza Kurd li gorî qanûnên navdewletî.

-Çareseriya doza Sûriyê û astengiyên heyî di riya diyalogê de û rêgirtina li pêşiya destwerdanên derve bi taybet dagirkeriya Tirk.

-Vegera bi ewle ya koçberan bi taybet Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.