Hafiz Ahmet Turhalli
Ev demekî dirêje şer û pevçûn di navbera kurdan û dewletên dagirkerên Kurdistanê de berdewam dike. Weke tê zanîn ev şer carnan gur dibe û carnan jî sist dibe. Ev zêdetirî sed sal in kurd bi dewleta Tirk re di nava şer de ne. Ji 13’yê Sibata 1925’an û virde ev şer bi şîwazên curbecur berdewam dike.
Bi hezaran gund, navçe û bajêr hatin sotin û xirakirin.
Bi sedhezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirkan tu carî destê kurdan yê aşitiyê negirt. Ji ber her dem wê êrîşî kurdan kiriye.
Rêveberiya vê dewletê çanda wê ya aşitiyê nîne. Tu demê ev desthilat bi aşitî û wekheviyê nehiziriye, lewre çanda wê ya talan û êrîşê ye. Ev rastiya wê desthelata hov, hema her kes dizane û ev desthelat jî vê tiştî venaşêre. Ji pirtûkên wan ên dibistanan bigre, heya xwendina xutbeyên olî, ji propagandaya çapemenîyê bigre heya kolanan dibêjin em ew êrîşkerin û talanan pêk tînin; ewên ku şûr di dest de ye, li ser pişta hesban welatan dagir dikin emin! Ewên ku malên xelkê bi zore desteser dikin em in! Ewên ku ji xwînrijandinê têr nabin em in!
Di dîroka rêveberên Tirkan de aşitî û lihevkirin nîne, xapandin û xefik danîn bûye çand. Ev çanda neyarên meye û em wanan baş dinasin.
Divê neyê jibîrkirin; milletê me xwedan çandekî giranbuha ye û di nava dîroka mirovahiyê de rolekî wî yê sereke heye. Em dizanin piştî hemû şerên dijwar jî, teqez aşitî heye. Milletê me heman demê bihevre jiyan û aşitî weke bingeh dibîne û ev hişmendî hêjî weke çandekî berdewam dike. Ji ber vê çandê, Kurdistanêde gellekî milletên dîtir, olên cuda, mezheb û terîqetên ji hev cuda hebûne/hene.
Li welatê me hemû millet, ol, mezhep û ramanên pir reng hebûne, rexmî hemû zordariyê jî ew pir rengî û pir dengî neha jî berdewam e.
Misilman, cuhû, xiristiyan, dawudî, sabîî, zerdeştî, elewî û êzidî, ereb, fars, asurî, keldanî, tirkmen û ermen hêjî bihevre jiyanê berdewam dikin.
Ev çanda dewlemend tenê kare bi aşitiyê were parastin.
Ev pêvajo divê weke daxwaza dewleta Tirk neyê bidestgirtin. Ev pêvajo rexmî hemu zilm û zordariyê jî divê were bilindkirin.
Bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan ev pêvajo hatiye destpêkirin. Lewre Rêber Abdullah Ocalan dizana çanda şerrûd bi pêşxistina aştiyê zûtir têk diçe.
Her dema ku bandora aşitiyê li welatê me çêbuye, birêveberiya vê dewleta hov lawaz buye.
Ev birêveberî tenê bi şer û kuştinan xwe ser pîyan dihêle. Divê em bi aşitiyê vê çanda şerrud têk bibin.
Binêrin di dîroka bizava azadiya Kurdistanêde her demak û dengê aşitiyê bilind bûye, hêza vê bizavê du qat zêdetir bûye. Ji 1993’an bigre heta neha, hêzbûna bizavê bi aşitî zêdetir pêş ketiye.
Dijminê me bi şer û pevçûnan xwe dide jiyankirin, ji ber ku ev çanda wêye û jû sud wergirtiye. Em bi zanyarî û aşitiyê pêşdikevin, jiber çanda me eve.
Divê em vê pêvajoyî bi yekdengî û bi hêz pêş xînin. Ger em Kurd hemû bihevre vê pêvajoyê xwedî derkevin û yekrêziya mala xwe çêkin, dê serkeftin jî ya me be.