Hemza Sêvo/ Qamişlo
Endamê Desteya Hevserokatiya MSD’ê Hesen Elî, diyar kir ku wê encamên civîna sêalî datayên xwe û amadekariyên ji bo pêvajoya pêşdemê bi gel re werin nîqaşkirin û got, “QSD’ê bingeheke ji bo artêşa Sûriya nû, hemû pirsgirêk bi diyalogê dibin, lewma xebat ji bo eniya sûrî-demokrat tê kirin.”
Ji bo nîqaşkirina rewşa herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha tevahiya geşedanên li ser asta Sûriyê rûdidin, di 17’ê vê mehê de civînek ji hêla QSD, MSD û Rêveberiya Xweser ve li dar ket. Derbarê heman mijarê jî endamê Desteya Hevserokatiya Meclisa Sûriyaya Demokrat(MSD) Hesen Elî bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
-Bi çi armancê civîn di navbera QSD,
Rêveberiya Xweser û MSD’ê de hat lidarxistin herwiha naveroka civînê çi bû û li ser çi xalan nîqaş hatin kirin?
Wekî em dizanin ku lidarxistina van civînên sêalî tiştekî normalde ye û her tim li dar dikevin. Bi pêşveçûna rewşa giştî ya Sûriyê û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûdidin em Mecilisa Sûriyaya Demokrat weke sîwana siyasî li gel QSD û Rêveberiya Xweser civatên xwe li dar dixin. Di van mehên dawîn de, piştî rûxandina rêjîmê û hatina HTŞ’ê bi taybet niha em dibînin ku wê sîstemeke nû ji bo Sûriyê bê bicihkirin. Ji bo ku em nerîn û helwestên hev binerin û bi hevbeşî em bikaribin bi riya diyalogê re Sûriyeke nû ava bikin. Naverok û mijarên ku di vê civînê de hatin nîqaşkirin jî di serî de rawestandina şer li tevahiya Sûriyê bû. Ji bo ku diyalogeke serkeftî û baş çêbibe divê êriş û şer bê rawestandin, lewma divê ji bo vê yekê hikumeta Şamê bang bike, ji ber ku ev erk ji wê tê xwestin. Ya duyem jî ew bû ku pêwîst e em di warê danûstandinê de em pozîtîv bin. Ji hêleke din ve me rola QSD’ê ya di warê têkbirina çeteyên DAIŞ’ê anî ser ziman û pê re li ser cihê QSD’ê di siberoja Sûriyê de guftûgo kir. QSD’ê dikare bibe bingeha artêşa Sûriyê û hemû Sûriyê dikare sûdê ji hêz û bisporiya wê weribigire, ji ber ku ew xwedî tecirûbeyeke leşkerî pir mezin e. Gelek mijarên din weke mijara DAIŞ’ê malbatên wan û herêmên dagirkirî hatin nîqaşkirin.
-Xalên astengdar ên di navbera hikumeta nû û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê heya çi astê çareser bûn?
Da ku diyalogeke serkeftî ji bo pêşeroja Sûriyê bi rê ve biçe ji destpêka rûxandina rêjîma Beis ve hevdîtin di navbera Rêveberê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Ehmed Elşeri` de çêbû. Ev hevdîtin jî bi riya Hêzên Hevpeymanî, Amerîka, Ferensa û hwd… re çêbûn. Gelek dewletan piştgirî dan van hevdîtin û civînan û hin dewletan xwestin û dixwazin astengiyan li pêşiya diyalogê çêbikin. Mijara Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ne hema mijareke hêsan e û wê bi rengekî bê diyalog û bê mekanîzim were nîqaşkirin. QSD’ê xwedî tecurbeyeke mezin a bi salan e, ew bi hemû cureyên pêşketî ên perwerdeyê ji hêla Hêzên Hevpeymana Navnetewî hatiye perwerdekirin. Ji ber wê jî QSD’ê dikare bi riya danûstandina bibe hêza bingehîn ji hêza Sûriyê ya pêşerojê. Niha tevahiya pirsgirêkên Sûriyê û gelên wê çareser nebûne, hemû astengî jî bi riya guhdarkirin û diyalogê re çareser dibin. Çawa ku em îro em rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş dikin, em ê pirsgirêka Şamê, Idlib, Deria, Laziqiyê, Serêkaniyê, Efrîn, Girê Spî û hwd… bînin ser maseya diyalogê. Armanca me ew e bi rengekî hevbeş, aqlane û bi ruhê berpirsiyariyê astengiyan derbas bikin da ku Sûriyeke pêşerojê ava bikin. Ev hemû riyên çareseriyê ne, nameya me ji Hêzên Hevpeymanî, dewletên ereban û dewletên ewropî re ye, helwesta me diyar e, me daxwaz û helwestên xwe dan nîşandan, êdî gok di stada wan de ye.
-Ji vê civînê û bi şûn de wê çakar û xebat bên kirin?
Bê guman me encamên nîqaş û mijarên civîna xwe ji bo her kesê eşkere kir, ceneral Mezlûm Ebdî pîrozbahiya Ehmed Elşeri` kir û ew vexwend herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Piştî lidarxistina vê civînê em ê ji bo pêvajoya siverojê bi gelên herêmê re bicivin. Herwiha wê nerîna gel ji bo amadekirina reşnivîs û encamnameyan bê girtin. Tê de jî wê piratîk û xebata ku wê bê kirin bi datayên wê ve bê eşkerekirin. Ji hêleke din ve em zextekê li hikumeta nû bikin da ku diyalog bi rengekî pozîtîf bi rê ve biçe. Ji vê demê û bi şûn de em dikevin qonaxeke nû, niha ofîsa MSD’ê li Şamê kar û xebata siyasî dike, berî niha bi demekê me hevdîtin bi 35 hêzên siyasî yên sûrî re çêkirin. Armanc jê ew bû ku em eniyeke sûrî yên azad û wekhev ava bikin. Îro jî di bin navê eniya siyasî de xebatek tê meşandin û wê di demeke nêz de belavokeke wan a siyasî belav bibie. Em dixazin eneyeke demokratîk li hemû Sûriyê çêbikin. Herwiha lihevkirineke giştî ya bi bandor bi riya yek eniyê li her bajarekî keoalisyon werin were çêkirin.





