Dîlan Mulhim\Qamişlo
Nûçegihanên ragihandina azad diyar kirin ku rojnamevan dengê heqîqetê ji cîhanê re radigihînin, lewma dewleta Tirk da ku binpêkirinên xwe veşêre û rojnamevanan bê deng bike, Rojnamevanên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc.
Dewleta Tirk a dagirker bi 10’ê salan e êrişên li dijî berxwedan û vîna gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Çapemeniya Azad ji destpêka avabûna xwe ve û heya niha rastiya dagirkeriya Tirk ji cîhanê re radighîne, lewma dewleta Tirk ji vê yekê neraziye û Rojnamevanan hedef digire.
Di derbarê hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker Rojnamevanan re, Rênas Remo û Roj Denîz ji Rojnameya me re axivîn.
‘Ragihandin dengê civak û heqîqetê ye’
Rojnamevan Rênas Remo da zanîn ragihandina azad her dem rastiya dewleta tirk ji raya giştî re eşkere dike û wiha got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ragihandina Azad her dem rastiya dewleta Tirk a dagirker bi raya giştî re parve dike. Her wiha dewleta Tirk a dagirker ji bo ku rastiyan ji holê rake û dengê çapemeniya azad tune bike, Rojnamevanan hedef digire. Kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker di derheqê Rojnamevanan de dike berdewamiya DAIŞ`ê ne, di destpêkê de DAIŞ çawa rojnemevan kirin hedef, dewleta Tirk a dagirker jî bi vî rengî heta roja îro berdewam dike. Ji ber ragihandin dengê civak û heqîqetê ye, di heman demê de ragihandina azad her dem rastiya civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê parve dike û çawa pêkhateyên li herêmê bi hev re jiyan dikin, berxwedanek xort li ser asta cîhanê didin meşandin. Lewma dewleta Tirk ji vê yekê ne raziye û Rojnamevanan armanc digire”.
‘Hedefgirtina Rojnamevanan sûcekî li dijî mirovahiyê ye’
Rênas Remo anî ziman ku hedefgirtina rojnamevanan sûcekî li dijî mirovahiyê ye û wiha bi dawî kir: “Pêwîste dewletên cîhanê li hemberî hedefgirtina Rojnamevanan bê deng nemînin û bi erkên xwe rabin, her wiha bêdengiya raya giştî rê dide dewleta Tirk a dagirker ku kiryarên xwe yên qirêj ên di derheqê rojnamevanan de dewam bike. Deweleta Tirk dewleteke ku li ser tunekirina gelan ava bûye û rojane komkujiyan di derheqê gelan de dike û bi taybet gelê Kurd. Ji ber vê yekê pêwîste dewleta Tirk di asta navdewletî de were cezakirin, di heman demê de em weke nûçegihan dema ku yekemîn hevalên me şehîd bûn, me soz da ku berdewamiya pênûs û kamîreya wan bin û riya wan bişopînin.”
‘Dewleta Tirk siyaseta xwe ya qirêj li ser Rojnamevanan dimeşîne’
Ji aliyê xwe ve rojnamevan Roj Denîz jî tekez kir ku ragihandina azad lingekî sereke ya şoreşa Rojava ye û navgînek bingehîn ê vedengiya berxwedanê bû û ev tişt got: “Di şoreşa Rojava de yek ji lingên sereke ku hişt ev şoreş bighêje cîhanê rojnamevan in. Her wiha Rojnamevanên ku bi şoreşê re derketine û soz dane ku bi vê şoreşê re gav bi gav bavêjin, ev yek girtin ser milê xwe û bi awayekî pir xort, bi pênûs û kamîreya xwe kêlê bi kêlî berxwedan û geşedanên vê şoreşê ji cîhanê re radigihandin.
Hem rastiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana gel, hem jî deng û rengê şoreşê bi riya ragihandina azad derketine pêş. Ev yek jî ne li gorî berjewendiya dewleta Tirk bû, ji ber vê yekê her dem rojnamevanan hedef digire. Siyaseta xwe ya qirêj her dem li ser rojnamevanan dimeşîne, qaşo dixwaze ku deng û rengê gel qut bike. Armanca dewleta Tirk têkbirina destkeftiyên şoreşa Rojava ye”.
‘Em ê bi pênûs û Kamîreya xwe riya Cîhan, Nazim û Egîdan bişopînin‘
Roj Denîz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku Rojnamevan rastiya dewleta Tirk ji raya giştîre re eşkere dikin, wan dixe hedefa xwe. Lew re jî barê herî giran li ser milê rojnamevanan e û ragihandina azad bi roleke mezin di çepemeniya cîhanê de dilîze. Di heman demê de çapemeniya azad bûye xwedî rol û misyoneke mezin ku îro dikare rojevekê biguhere, ji ber vê yekê her dem dewleta Tirk a dagirker hesabê vê dike. Da ku kiryar û komkujiyên dewleta Tirk di derheqê gelê Kurd de dike, dernekevin pêş her dem di asta yekemîn de rojnamevanan armanc digire. Dewleta Tirk ne têne li Rojava li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî rojnamevanan digire û qetil dike. Dewleta Tirk nikare dengê Cîhan, Nazim û Egîdan qut bike û em ê bi pênûs û kamîreya xwe riya wan bişopînin, heta yek ji me rojnemevanan hebe, em ê li hemberî dewleta Tirk têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin”.