Dîlan Mulhim\Qamişlo
Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ne tenê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê ew dixwaze ku Rojhilata Navîn bi tevahî dagir bike û wiha got: “Pêwîste dewleta Tirk a dagirker li ser asta navneteweyî bê cezakirin.”
Di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûryê, koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo bersiva pirsê Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
-Dagirkeriya Tirk behsa çareseriyê dike û ji alîkî ve siyaseta xwe ya qetilkirinê berdewam dike, hûn vê yekê çawa dinrxînin?
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, lê belê li ser tevahiya Rojhilata Navîn dide meşandin. Dagirkeriya Tirk a faşîst zagonên navdewletî binpê dike û rojane bi belafirên xwe yên bêmirov êrişî gelê kurd dike û sivîl, jin û zarokan dike hedef. Herwiha dagirkerî şerê taybet jî li ser gelê me dide meşandin û armanca şerê taybet ew e ku moralê gel bişkîne. Armanca van êrişan dagirkirina tevahiya Rojhilata Navîn û tunekirina gelê azadîxwaz e. Dewleta Tirk dixwaze ku çand û nasnameya gelê kurd di nava Kurdistanê de tune bike. Li hemberî vê siyaseta dewleta Tirk a qirêj têkoşîna gelê kurd bi hezarê salan li hemberî hişmendiya nijandperstî û dagirkeriyê berdewame. Di heman demê de gelê kurd ji bo azadiya mafê xwe di nava têkoşînê de ne û bi şev û roj li qadan e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev 13’sal in li hemberî siyaseta dewleta Tirk a dagirker berxwedaniyeke bêhempa ji aliyê gelê kurd û bi taybet jinan ve tê kirin. Em dibînin her ku dewleta Tirk ber bi tunebûnê ve diçe bangewazî û doza çareseriyê dike û dibêje em amedene ji çareseriyê re. Li kêleka wê jî êrişên xwe berdewam dike û rojane komkujiyan li ser gelê kurd pêk tîne. Ew siyaseta xwe ya qirêj li dijî gelê kurd pêk tîne.
-Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk berdewamin, li hemberî van êrişan pêwîste çi were kirin?
Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêz û teknîka xwe êrişî gelê kurd dike û bi sedema vê siyaseta xwe a qirêj a ku li ser gelê kurd dide meşandin ew di nava aloziyan de derbas dibe. Herwiha dewleta Tirk a dagirker dixweaze pilanên qirker li ser gelan bimeşîne û bi taybet gelê kurd. Ji ber vê yekê her ku van êrişan dike, têkoşîna gelê kurd xurtir dibe. Di heman demê de dewleta Tirk bi qetilkirina gelan navdar e û ne tênê êrişî gelê kurd dike lê belê çi gelê ku doza azadiyê dike êrişî wan dike. Li hemberî vê hişmediya dewleta Tirk a qirker têkoşîneke xurt tê kirin.Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk û çeteyê girêdayî wê berdewamin û rojane bi belafirê xwe yê bîmirov êrişî herêmê dike. Herwiha piştî hilweşandina Rêjîma Baas gelek guhertin û veguhertin li herêmê çêbûn, dewleta Tirk ji van guhertinên li herêmê sûd girt û êrîşên xwe zêdetir kirin. Dagirkeriya Tirk dixwaze herêma Rêveberiya Xweser jî dagirbike û siyaseta xwe ya qirêj bide meşandin. Li hemberî wê jî pêwîste gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin desteke û li hemberî siyaseta dewleta Tirk a dagirker têkoşîn û berxwedaniyê bikin. Herwiha nehêlin ku pilanên dewleta Tirk a faşîst bi serbikeve.
-Ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê kurd û tevahî pirsgirkên Rojhilata Navîn hêza Rêber Apo heye, li sr wê bingehê gelek hevdîtin bi Rêber Apo re hatin kirin, niha jî çavî tevahî cçhanê li peyamam Rêber Apo ya dîrokî ye, hûn vê pêvajoyê çawa dinrxînin?
Ev çend salin ku gelê kurd dixwazin ku bi Rêber Apo re hevdîtin çêbibin. Lê dewleta Tirk a dagirker cezayan li ser Rêber Apo ferzdike û nahêle ku hevdîtin pê re pêk werin. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê kurd e û gel li hêviya peyama Rêber Apo ne ku wê di vê mehê were belavkirin. Wê peyam ji bo pirsgirêka doza kurdî û tevahiya pirsgirêkên herêmê be. Armanca Rêber Apo çaresrkirina pirsgirêka kurd û pirsgirkên Rojhilata Navîn e. Piştî têkoşîna gelan ji bo azadiya Rêber Apo a fîzîkî û israrkirina gelê kurd di dozê de hebû ,herwiha berxwedaniya ku niha li herêmê tê meşandin ji aliyê gel û şervan ve, vê yekê hişt ku dewleta Tirk a dagirker behsa çareseriyê bike. Lê ew di heman dfemê de êrişên dewam dike. Dagirkeriya Tirk xetimandike cidî jiyan dike.
-Daxwazên we çi ne?
Daxwaze me ew e ku bi azad jiyan bikin, êriş bên rawestandin û herêmên dagirkirî bên rizgar kirin. Herwiha dewleta Tirk bê cezakirin li ser sûcên xwe. Em weke jin hêviyên me yên azadiyê xurtin. Heta dilopa xwînê di cane me de hebe em ê têkoşîn û berxwedaniyê berdewam bikin. Dewleta Tirk bi van êrişên xwe nikare îradeya me bişkîne û heta nefsa dawiyê em ê têkoşînê bikin. Ji bo berdewambûna vê têkoşîna dîrokî ya ji bo jiyaneke azad, wekehev, pêwîste ku pirojayeke jinan di her welatekî de were avakirin, ji bo ku jin bi nasname, hebûn, çand û xweseriya xwe jiyan bike. Em weke jin dibêjin çareseriya hemû pirsgirêkan û di serî de pirsgirêka jin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, bi azadiya Rêber Apo wê azadiya hemû pêkhateya misoger bibe.