Dilîn Ehmed /Kobanê
Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser kantona Firatê, di du mehan de 62 welatî şehîd bûn û 193 welatî jî birîndar bûn. Di heman demê de ziyaneke mezin gihaşt binesaziya hermê.
Piştî hilweşîna rêjîma Baas û hatina desthilatdariya Şamê ya nû bi rêveberiya Abû Mihemed Al-Cloanî , dagirkeriya Tirk êrişên xwe li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kir. Êriş herî zêde li ser kantona Firatê û bi taybet li ser pira Qerqozaq, Bendava Tişrîn û gundewarên Kobanê pêk tên.
Dewleta Tirk ya dagîrker û komên çete yên girêdayî wê, di van êrşan de hemû çek û alavên nûjen, di nav de dironên xwekuj, balafirên şer, tank, top û çekên din bi kar anîn. Lê tevlî van hemû hewldanan, dagirkeriya tirk nikare li hemberî berxwedan û têkoşîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi ser bikeve.
Bêlançoya êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li kantona Firatê:
Di 8’ê Berfanbara 2024’an de dewleta Tirk ya dagirker bi balafirên bêmirov komkujiyek hovane li dijî sivîlên gundê El-Mustareeha yê ku dikeve 15 km rojavayê bajarê Eyn Îsayê de, pêk anî û di encamê de 12 welatê ku piraniya wan zarok û jin bûn, şehîd bûn. Navê şehîdan jî wiha ye: “Mihemed Îbrahîm El-Îdo 70 salî- Mistefa Îbrahîm El-Eîdo, 50 salî – Îsmaîl Mehmûd El-Eîdo, 12 sal – Hesen Mistefa El-Eîdo, salek – Ebdulqader Mistefa El-Eîdo, deh salî – Ruqeya Osman El-Eîdo, 45 sal – Kewser Mustafa El-Eîdo, 17 sal – Nûma Mustefa El-Eîdo 16 salî, Zemzem Mistefa El-Eîdo 12 sal- Neda Mihemed El-Îdo 15 salî- Tûrkiya Mihemed El-Îdo 30 salî- Ebîr Ehmed El-Finiş 22 û du salî.”
Di 10’ê heman mehê de balafirên dewleta Tirk ya dagîrker mala welatiyekî sivîl li gundê Safyan ê gundewarên rojavayê Girê Spî hedef girt û di encamê de 8 welatî şehîd bûn. Navên şehîdan jî wiha ye: “Xelîl Silêman – Wadah Silêman – Mihemed El-Ebo – Ebdulkerîm El-Ebo – Delal Silêman, Nadiya Silêman û du zarokên bi nave Casim û Husam Silêman.”.
Di heman rojê de di encama topbarana çeteyên dewleta tirk ya li ser malên sivîlan ên li gundê Ceada yê rojavayê bajarê Kobanê de welatiye bi navê Ebdullah Mehmûd Şêx Elî yê 25 salî û zarokê bi navê Mehmûd Şêxo yê 12 salî jiyana xwe ji destan. Her wiha zarokê bi nave Omer Mehmûd Şêx Elî yê 10 salî û Mehmûd Mehmûd Şêx Elî yê 8 salî birîndar bûn.
Di 11’ê Berfanbara sala borî de, di encama êrîşa çeteyên girêdayî dewleta tirk ya dagîrker ya li dijî erebeyekê li ser pira Qereqozaqê welatiya bi navê Zahêdê Ehmed Bozan ya 50 salî jiyana xwe ji dest da û neviyê wê yê 8 salî Ciwan Barkel birîndar bû. Her wiha di heman rojê de balafirên keşfê yên dewleta Tirk ambolanseke nexweşxaneya Kobanê kir hedef û di encamê de ajokarê wê yê bi navê Kurdo Necdet û yek ji birîndarên ku ji bo nexweşxaneya dihat birêkirin, şehîd bûn.
Di 18’ê Berfanbara borî de Radyoya Kobanê FM du caran ji aliyê balafirên dewleta Tirk ya dagîrker ve hate bombekirin û di encamê de, zerareke mezin gihişt alavên weşanê.
Di heman rojê de rojnemevan Nazim Deştan û nûçegihana Ajansa Hawarê Cîhan Belkîn, li ser rêya di navbera Sirîn û Bendava Tişrînê de ji aliyê balafirên bê mirov yên dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin û şehîd bûn.
Di 21’ê Berfanbara sala borî de dewleta Tirk ya dagîrker ambarên bajarê Sirînê bombebaran kir û di encamê de 300 ton genimê şewitî. Herwiha di 22’ê Berfanbarê de di encama topbarana dewleta Tirk ya dagîrker li ser gundê Ceada yê dikeve rojavayê bajarê Kobanê de, dayîka bi navê Sawsan Xelîl ya 35 salî û keça wê Nesîm Xelîl ya 12 salî, jiyana xwe ji dest dan.
Di 27ê Berfanbarê de gundê Aslan Kewî yê başûrê bajarê Kobanî rastî topbaraneke tund hat û di encamê de 2 welatî birîndar bûn.
Di 31’ê Berfanbara sala borî de li gundê Mûxê ji aliyê artêşa dewleta tirk ya dagîrker ve, ciwanê bi navê Mihemed Neasan rastî guleyan hat û di encamê de birîndar bû.
Di 8’ê Çileya îsal de, dewleta Tirk li nêzî rawestgeha Dîcle ya li gundê Karakê li başûrê Kobanî, otomobîlek kir armanc û di encamê de 2 welatiyên bi navê Mistefa Ebdî û Elî Ebas şehîd bûn.
Di 10’ê Çileyê de ji ber bomberana balafirên şer ên dewleta Tirk ya dagîrker, malek li gundê Mesrîb yê bajarokê Sirînê kir hedef û de encamî de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û ji heman malbatê 4 sivîl birîndar bûn.
Her wiha di 1’ê Çile de, gundê Bîr Heso yê başûrê Kobanî rastî topbaranê hatibû û di encamê de du zarokên birayên hev Casim Elî Şewax yê 11 salî û Hanî Elî Şewax 16 salî birîndar bûn.
Di 17’ê Çileyê de, encama topbarana giran ya ji aliyê delweta tirk ve li ser bajarê Eyn Îsa de 3`ê zarok ji heman malbatê ku navê wan; “Mehmûd Mihemed El-Ebd, 3 salî, Buşra Casim El-Ebd, 16 salî û Îsmaîl Casim El-Ebd, 16 salî,” birîndar bûn.
Di 26’ê Çileya borî de gundê El-Cemmas yê ku 7 kîlometre li rojhilatê Eyn Îsayê dikeve, hat topbaran kirin û di encamê de zarokê bi navê Ebdulrehman Îsmaîl El-Hisên yê yek salî û Asiya Hemed El-Hisên ya 12 salî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha welatiya bi navê Arîc Xalid El-Hisên ya 20 salî jî birîndar bû.
Di 28’ê Çile de bazara gel ya navenda bajarê Sirîn ya girêdayî kantona Firatê rastî êrîşên hewayî yên balafirên keşfê yên tirk hat û di encamê de 13 welatiyên ku piraniya wan zarok bûn jiyana xwe ji dest dan. Roja din balafirên keşfê yên dewleta tirk ya dagîrker maleke sivîlan li aliyê rojavayê bajarê Kobanê yê girêdayî Herêma Firatê bi du êrîşên li pey hev hedef girtin û di encamê de welatiyên bi navê Azad Mehmûd û Şezad Ebdî şehîd bûn.
Roja 1ê Sibata îsal, firokeyeke şer ya dewleta tirk mala welatiyekî li gundê Aşma yê rojavayê bajarê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de 10 welatiyan ku ji du malbtan û piraniya wan zarok û jin bûn, birîndar bûn.
Birîndar ev in: Ehmed Îbrahîm Derwîş 46 salî, Sebah Silêman Îsmaîl 26 salî, Leyla Silêman Hesen 35 salî, Xezal Cemal Derwîş 2 salî, Yûsif Cemal Derwîş 4 salî, Evîn Silêman Îsmaîl 2 salî, Şêrîn Silêman Îsmaîl pênc salî, Mihemed Cemal Derwîş 8 salî, Arîn Cemal Derwîş yek salî û Emîne Cemal Derwêş 13 salî.
Di 2ê Sibatê de stasyona sereke ya ava vexwarinê ku bajarê Kobanê û gundewarên wê dabîn dike, ji aliyê balafirên şer ve hat bombebarankirin. Di encamê de stasyon bi temamî ji xizmetê derket û 200 hezar rûniştvanên navçeya Firatê ji ava vexwarinê bêpar man.
Di 8’ê Sibatê de balafirên keşfê yên dewleta tirk ya dagîrker, gundê Aşmê Uweyna yê li başûrê bajarê Kobanê, bombe kir û di encamê de keça du salî ya bi navê Cîlan Hamo ji ber birîna xwe ya giran jiyana xwe ji dest da. Her wiha 8 kesên din jî birîndar bûn ku piraniya wan zarok in.
Birîndar ev in: Îbrahîm Mihemed Hebeş 13 salî, Rodî Mihemed Hebeş 12 salî, Mislim Yaser Hebeş 13 salî, Mihemed Yaser Hebeş 15 salî, Eyşe Cemal Îsmaîl 28 salî, Hûda Salih Hemo 20 salî, Îbrahîm Salih Hemo 15 salî, Ebdullah Îsmayîl Hemo 3 salî
Di 9’ê Sibatê de balafirên dewleta tirk ya dagîrker, li gundê Sikro yê li rojhilatê Eyn Îsayê ,mala welatiyekî dike hedef û di encamê de zarokek şehîd bû.
Berxwedana Bendava Tîşrîn
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca parastina Bendava Tişrînê, ev sere du heyva li bendavê nobetê diire. Dewleta tirk ya dagîrker jî bi armanca têkbirina moralê gelê bi hovane êriş dike. Dewleta tirk gelek komkujî li dijî sivîlên ku li Bendava Tişrînê dimînin, pêk anî, di encamê de 24 welatiyên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest dan, ji wan jî 10 şehîdên herêma Firatê û 116 kes birîndar bûn.
Şehîd ev in: Welatiyê bi navê Elî Abbas, Mihemed Qaso, Hîza Mihemed û hevjînê wê Adhem Mihemed Elî, Azad Şêx Hisên, Mahîr Mihmîd, Omer Hesen, Osman Mistefa Îbrahîm, Ronîza Mihemed Elî, Mistefa Ebdî.