Thursday, May 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

QSD û gel neynûk û goştin ji hev nayên qutkirin

16/02/2025
in ROJEV
A A
QSD û gel neynûk û goştin ji hev nayên qutkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo


Berxwederên ku li Bendava Tişrînê bûn, Botan Hoşê û Mezher Şêxo dan diyarkirin ku berxwedaniya gelan li bendava Tişrînê mohra xwe li dîrokê xistiye û wiha gotin: “Bi berxwedaniya gelan dê bendava Tişrînê bibe bendava jiyanê”

Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi însiyatîfa xwe di 8’ê Çileyê de berê xwe dan Bendava Tişrînê berdewam dike. Gelên ku ji 7 heta 70 salî beşdarî nobetê bûye, bi dirûşme û gerandina govendê hêzê didin berxwedana Tişrînê. Gel di dema gerandina govendê de alên QSD’ê hildigirin û dirûşmeya “Bijî Berxwedana QSD” berz dikin. Hemû pêkhateyan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser jî tevlî berxwedana dîrokê dibin

Derbarê berxwedaniya gel li bendava Tişrînê welatiyên ku di berxwedana Tişrînê de cih digirin, ji rojnemaya me re axivîn.

‘Em dagirkeriya Tirk  ku derê welat be bila bibe, napeijîrînin’

Endama Dîwana Wêjeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nivîskar Botan Hoşê da diyarkirin ku hatina wan ya li Bendava Tişrînê ne tenê ji bona piştgrî bidin şervanan, di heman demê de ji bona parastina zarokên xwe jî hatine û wiha nêrînên xwe vegotin: “Em îro şahîdiya berxwedaniyek bêhempa dikin. Em di heman demê de, parastina mafên zarokên xwe dikin. Ne tenê piştgiriya şervanan dikin, em li kelêka wan jî parastina pêşeroja zarokên xwe dikin. Bendava Tişrînê cihekê xizmetgûzarî û jiyanê ye, ne weke dewleta Tirk ya dagirker dibêje, ne cihê leşkerî ye. Ger ku Bendava Tişrînê bê dagirkirin, tê wê wateyê ku Rojava giştî hatiye dagirkirin. Deskeftiyên kurdan dê bi tevahî têk biçin. Kehrebeya herêmê û av hemû li wir tê hilbirîn. Siyaseta dewleta Tirk ya dagirker û komên çete yên girêdayi wê baş tê zanîn ku dema bendav çû dê gelê herêmê bêav bimîne. Armanca wan ew e ku gelê Kurd qir bikin. Bendava Tişrînê rih dide tevahî Sûriyê. Berxwedaniya li wir tê kirin berxwedaniya pêşeroja zarok û ciwanên bigiştî Rojavayê Kurdistanê ne. Em jî weke gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê jiyan dikin jî,  dagirkeran li axa xwe naxwazin..”

‘Ev êrîşên hovane hemû bin navê Islamê tê kirin, lê Islam dagirkeriyê red dike’

Rêveberê Kongira Islama Demokratîk Mezher Şêxo yê ku dinava berxwedaniya bendavê de cih digire got ku çete bi navê Islamê kiryarên howanê pêk tînin û wiha got: “Piştî hilweşandina rejîma Baas’ê li Sûriyê tevahî şer û pevçûn nemaye. Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên girêdayi wê hewildan ji vê valatiyê sûd werbigirin. Ji bona dinav ava şêlû de avjenî bike, li ser wê bingehê çeteyên girêdayi xwe xistin nava liv û tevgerê de. Destpekê bajarê Minbicê hat armanckirin, piştre jî bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê hate armanckirin. Bendava Tişrînê bûye bendava şehîdan û kêliyên hebûn û tinebûn ê tên jiyankirin. Armanca dewleta Tirk ya dagirker ya herî mezin ew e ku di axa tevahî Sûriyê de serwer be û bikare demografiya Sûriyê de guhertina bide avakirin. Ji xwe piştî têkçûyina rejîma Baas, bi serkêşiya  Ehmed el Şeraa (Ebû Mihemed el Colanî) HTŞ’ê bi piştgriya dewleta Tirk ya dagirker hin bajarên Sûriyê dagirkirin û kiryarên wan jî ji xwe li holê ne. Ev kiryarane giştî jî, bin navê olî û taybet Islamî tên kirin. Di Islamî de qirkirin, kuştin dizî û talan nîne, yên ku Islama ku bingehîn dimeşînin gelê Kurd e. Ev nayê pejirandin ku gelê Kurd û yên herêmê binavê Islamê bi qirkirinê re rûbirû bihêlin. Weke ku êdî HTŞ’ê Sûriyê de hêza sereke ye êdî mayinde bûye dan xuyakirin. Bendava Tişrînê, bendava jiyanê ye û em rênadin ti kesî ku dest bawêje jiyana me. Em ê ked û xebata şehîdan kiriye wisa hêsan ji dagirkeran re nehêlin.”

‘Divê cîhan bigiştî deng bidin qêrîna gelên Rojavayê Kurdistanê’

Mezher bêdengiya saziyên navnetewî hemberî kiryarên dagirkeriya Tirk rexne kir û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Cîhan hemû îro berxwedaniya gelan ya li bendava Tişrînê dimeşe, temaşe dik e. Di demê berxwedaniya Kobanê de, dewletên navnetewî û hêzên hegemon piştgrî didan komên çete yên binavê SMO (Artêşa Netewî a Sûriyê.). Piştî ku berxwedaniya şervan û gelan li Kobanê hat dîtîn serkeftin ava bû Kobanê bû sembolekî cîhanî. Ji ber wê ger em bi bendava Tişrînê jî serbikevin cîhan hemû li kêleka me cîh bigire. Em taybet ji bona dagirkeriya Tirk dibêjin; ‘Kurd ne kurdê berê ne, tu nîkarî wî gelê bixapînî.’ Ev gel şagirtên Rêber Apo ne û bi ramanên Rêber Apo hatine perwerde kirin. Em weke gel kêlî bi kêlî em QSD ne û QSD’ê emin. Em û QSD neynik û goştin, bihev ve nayên qûtkirin. Bila gelê me hemû wê rastiyê bawer bibe, serkeftin dê ya me be, em ê bi rihê şoreşgerane dagirkeriyê têk bibin. Weke mamosteyê mezin bavê Teyar anî li ser ziman me “Kefenê mirinê çirand.” Hemberî tiliyan dayikan dê dêngê êrîşan qut bibe.”

Post Views: 91
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.