Thursday, May 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Kar û xebata me ne bi qasî keda Rêber Apo ye’

16/02/2025
in ROJEV
A A
‘Kar û xebata me ne bi qasî keda Rêber Apo ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo


Li Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kesên ku Rêberê gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan dîtine, hene. Bi taybet kesên ku serdna mala Rêber Apo kirine û di civînên wî de amade bûne, heta roja îro jî li ser wê bigehê têkoşînê dewam dikin.

Li Rojavayê Kurdistanê bi dehan kes Rêber Apo dîtine û di civînên wî de hazir bûne, bi taybet dema ku Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bû. Yek ji wan jî Nahîf Elî ye ku di sala 1984’an de Rêber Apo dîtiyê û jê bandor bûye.

Di derbarê mijarê de Nahîf Elî ji rojnameya me re axivî

‘Naskirina Rêber Apo û tevgera azadiyê ji bo min tiştek nûbû’

Nahîf Elî di destpêka axaftina xwe dde wiha got: “Berya ku Rêber Apo û tevgera azadiyê derkeve şoreşek bi navê şoreşa Barzanî hebû. Min di 18 saliya xwe de tevgera azadiyê bi rêka keç û xortên ku di zanîngehan de dixwendin û tevlî tevgera azadiyê bûbûn naskir. Di heman demê de sekin û tevgera kadroyê PKK’ê  bandorek li ser min kir û ez gelek dame fikrandin. Ji wê demê heta niha min soz da ku heta hinaseya xwe ya dawiyê ezê di vê rêyê de bimeşîm.”

‘Rêber Apo di saniyekî de sê kar bi hevdûre dimeşand’

Nahîf Elî behsa çûyina xwe ya cem Rêber Apo kir û wiha got: “Dema ku ez yekem  car derbasê xaniyê Rêber Apo bûm not li pêşiya wî bû dixwand û bi destekî jî Radyo girtibû bi destê din jî pêşwaziya me dikir, ango li aliyekê not dixwand û li aliyekê radyo guhdar dikir, li aliyê din jî bi mêhvanan re mijûl dibû, Rêber Apo di saniyê de sê kar bi hevdûre dimeşand. ” Rêber Apo di gotina xwe ya yekemîn de got ku ” DIJMINEKÎ HOVE” piştî wê gotinê dest bi cîvînê kir û li gor pêvajoyê  rewş nirxand.  Komploya navnetewî ku li ser kesayeta Rêber Apo hat meşandin, tiştê ku dijmin xeyal dikir bi dîlgirtina Rêber Apo tevgera azadiyê tune bikin, lê tune nebû ji ber ku tevgera azadiyê koka xwe ji civaka xwe digre planê dijmin têk çû. şagirtên Rêber Apo xelekek ji agir li dora Rêber Apo  çêkirin û gotin kes nikare roja me tarî bike. Êdî roj bi roj tevgera azadiyê mezin bû û ji çarçoveya partîbûnê derket û bû hereketek fîkrî û herkes tevlî bûye, ne tenê ji bona gelê Kurd, di roja îro de ji bona tevahî gelan kar û xebatê dike û bûye hêviya cîhanê tevahî.

 ‘Rêber Apo bi fikrê xwe îmralî kir dibistana jiyanê’

Nahîf ragihand ku ew çiqas behsa keda Rêber Apo û tevgera Azadiyê bikin, ew ê li hemberî keda ku tê dayîn kêm bimînin û wiha domand: “Ruxmê ku îro êrîşeke hovane li ser me û tevgera azadiyê tê meşandin jî,  hêviyên me xortin.  26 salin ku Rêber Apo li gireva îmraliyê  di nav 4 dîwaran de dîl tê girtin û işkenceyeke giran li ser tê meşandin. Tecrîda ku di nava 4 dîwaran li ser Rêber Apo tê meşandin, wî ew veguherand dibistana jiyanê ji hemû cîhanê re, em heta dawiyê bi hêvîne ku Rêber Apo wê cîhaneke azad ava bike. Tevî hemû zehmetî, êş şahadet û talaniyê hêviyên me naşikin û hêza tevgera azadiyê ji wan êş û azaran mezintire serkeftinên xurt jî wê pêk bîne. ”

Gelê kurd hertim birçiyê siyasetê ye  

Nahîf di dawiyê de wiha got: “îro bi saya fikrê Rêber Apo gelê kurd xwe naskir û bû xwedî hêz û vîneke xurt. Tevgera azadiyê di Rojhilata navîn de bû mînaka hêzê û coşa xwe ji civakê digre, civaka Kurd jî bi heman rengî nêz dibû. Di sala 2025’an de hêviyên civaka azadîxwaz bûye felsefa tevgera azadiyê û fikrê Rêber Apo, hemû cîhan îro li ser fikrê Rêber Apo jiyan dike û ji bona xwe wek hêvî dibîne. Proja ku îro li cîhanê tê meşandin proja Rêber Apo ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû netewên ku di çeperên şer de şer dikin xwîna wan tevlî hev dibe û bi vê yekê re jî biratî û hevgirtina gelan bi hevre tê avakirin, ew jî encama keda Rêber Apo û şehîda ye.”

Post Views: 85
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.