Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi mêjiyê Baas-îxwanî Sûriya demokrat nabe!

16/02/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd aştiyê dixwazin
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydi


Rewşa Sûriyê piştî reva serokê Rêjîma wê Beşar El-Esed xumamtir bû û hema bêje niha li welat mêjîyekî ku karibe jiyanê kontrol bike û bi rêve bibe nemaye. Her çiqasî hinek saziyên di bin navê meşandina kar de hebin û karekî beşî dikin jî, lê bi giştî di nava xelkê de nerihetiyek heye. Dema em behsa vê rewşê dikin, bi taybet işaretê bi herêmên di bin destê serweriya koma Ebu Mohammad El-Colanî dikin. Lê pêşeroj wê çawa be, hin wêneyên derdikevin holê, hinekî sedema tevliheriya zêde ya li pêşiya Sûriyan dide xuyakirin. Mirov dikare bibêje ku berê mêjiyê Baas ê şofînî welat kontrol kiribû milet xistibû nava tirs û xofê û zilm dikir, lê niha yên Îxwanî ku dijberî wan bûn ketin nav û hîn zêde mêjîyekî tarî, selefî û bi kîn li holê ye.

Em li vir qala vê yekê bikin ku herî dawî qaşo ji bo lidarxistina Kongreya Niştîmanî ya Sûrî komîteyek hat avakirin. Ev komîte bi rengê Îxwanî û bi mêjiyê Baas ê tarî li ber çavaye. Ev rastiya van jî di dema ragihandina avakirina Komîteyê de eşkere bû ku hat pirsîn ka ji bo Kurdan û Bakurê Sûriyê kî û çawa di nava kongreyê de wê cih bigre bû. Bersiva ku hat dayîn pêşî û dawiya meselê raxist ber çavan û yekser gotinên dewleta Tirk, rêjîma Baas û qaşo muxalîfeta wan a li Tirkiyê anî bîra me. Dibêjin QSD’ê nûnertiya hemû Kurdan an jî Bakurê Sûriyê nake. Lê avabûna vê komîteyê bi xwe dihêle mirov bipirse, gelo ev nûnertiya kê dikin? Nûnertiya Durziyan li Siwêdayê? Nûnertiya Elewiyan li Berava Sûriyê dikin? Nûnertiya Xiristiyanên li nava Şamê dikin? Belkî jî ew QSD’ê nûnerê Bakurê Sûriyê nabînin lê xwe wekî nûner dixwazin bidin diyarkirin?

Her wiha li ser ekranan dema em dibînin yekî Baasî yê berê ku bi selefî û Îxwaniyên niha re mêjiyê wî bûye koktêl û dibêje birayên me yên Kurd em û wan bê pirsgirêkên lê pirsgirêk QSD’ê an Rêberiya Xweser an jî YPG’ê ye, rastî mirov dibêje ev çi mêjiyên zengargirtî ne ku wê ji 10 salên derbas bûyî qet dersê dernexin.

Bersiva zelal a nûnertiya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku got herçî komîte yan jî kongre werin lidarxistin û ew tê de nebin, biryarên wê jî wan eleqedar nakin, ev komîte û yên li pişt wê ji niha de bê bandor kirin.

Li aliyê din, ger ev aliyên ku li Şamê niha serweriyê dikin, rastî jî di mêjiyê wan de hembêzkirina hemû aliyên Sûrî heye, çima ev zêdetirî 2 heyvan e li ser bakur û rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk û gurûpên wê yên çete dewam dikin helwestek nîşan nedaye? Ger ew ji dewleta Tirk ditirse, wê demê wê çawa qale serweriya axa Sûriyê û yekbûna wê bike? Ger ew vî mêjiyê xwe yê Baas-Îxwanî ku niha bûye yek neguhertin, ew ê li Sûriyê çi demokrasî an jî aştî pêk were?

Îro rastî li ser erdê ye û QSD’ê hêza sereke ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û nûnertiya wê ya Siyasî jî Meclisa Sûriyê Demokratîk MSD’ê ye û di warê rêveberiya Sivîl de jî Rêveberiya wê ya xweser heye û ger alî bi niyetin ku diyalog û çareserî dûrî destwerdanên dewleta Tirk pêk were, dikarin bi van aliyan re rûnên. Bakur û Rojhilatê Sûryê ne tenê Kurdin û hêza wan a siyasî û leşkerî nûnertiya tenê Kurdan nake, lê belê ya hemû pêkhateyan dike. Alî an kesên ku dibêjin ev alî nûnertiya Kurdan an jî Bakurê Sûriyê nakin, an kirêgirtî ne an jî tehemûl nakin ku Sûriya demokrat bibe û her pêkhate bibe xwedî mafê xwe yê siyasî, rêvebirin û çandî.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.