Ronaz Silêman/Qamişlo
Rojnamevan Alan Etê û Davyan Dawid diyar kirin ku dewleta Tirk a faşîst bi hedefgirtina rojnamevanan dixwaze dengê heqîqetê bêdeng bike, lê dengê heqîqetê tu carî nayê bêdengkirin, ji ber ku deng û pênûsa rojnamevan ji êrişan xurtire.
Dewleta Tirk a dagirker bi domdarî êriş û kiryarên xwe yên hovane li dijî rojnamevanên dengê heqîqtê pêk tîne. Dewleta Tirk bi zanebûn êrişên birêxistinkirî û bi balafirên bê mirov, rojnamevanan dike armanc. Ji ber ku Rojnamevanên Ragihandina Azad bi derxistina ruyê faşîsta Tirk a rast, rê li ber nûçeyên derewîn digire, lewra dem bi dem ji aliyê dewleta Tirk ve têne hedefgirtin. Bi hedefgirtina rojnamevanan dixwaze kiryarên xwe yên li ser sivîlan ku di nav de zarokên temenên wan nagihe salekê veşêre. Di heman demê de pêşî li bertekên navneteweyî yên li hemberî polîtîkaya xwe ya qirêj bigire. Kiryarên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan ne tenê li Rojavayê Kurdistanê têne kirin, lê di heman wextî de li ser asta her çar perçeyên Kurdistanê ev yek pêk tê.
Derbarê hedefgirtina rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, Rojnamevan Alan Etê û Davyan Dawid ji rojnameya me re axivîn.
Rojnamevan Alan Etê êrişên li ser rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi tundî şermezar kir û wiha
got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrişî deverên kurdan dike, ne tenê li ser asta Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lê di heman wextî de li ser asta her çar perçeyên Kurdistanê êrişî hemû pêkhateyan dike. Di demên dawiyê de dewleta Tirk a faşîst êrişên zêde biriye li ser rojnamevanan û wan dike aramanc êrişên xwe yên hovane. Mînaka wê jî di demên dawiyê de, me dît çawa li bendava berxwedanê Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê, êrişî rojnamevanan kir di encama wê êrişê de hevalên me rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn gihiştin asta şehadetê. Di heman demê de berî çend rojan jî dewleta Tirk bi balafirên xwe yên bê mirov êrişî Devera Ranyayê li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê kir û di encamê de mamosete û pêşengê Ragihandina Azad Ezîz Koyluoglu şehîd bû. Ez êrişên ku rojnamevanan dike armanc bi tundî şermezar dikim. Di heman demê de hevalên me yên ku bi rêya balafirên bê mirov û êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker de, gihiştin asta şehadetê bi rêzdarî wan bi bîr tînim û bejan xwe li hemberî wan ditewînim. Herwiha sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin.”
‘Dengê rastiyê nayê bêdengkirin’
Alan Etê di dewamkirina axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk a faşîst dixwaze dengê rastiyê biçewisîne û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser rojnamevana armanc dike ku dengê rastiyê biçewisîne. Da ku rastiya xwe di bin perdeya veşartî de bihêle. Herwiha dixwaze rojnamevanan dûrî mafê gel û şoreşê bixîne. Di milekî din de jî dixwaze rojnamevan çeka xwe deyîne ku çeka wî jî pênûs û kamîreya wî ye. Lê dengê rastiyê nayê bêdengkirin û çewsandin. Ji xwe ev êriş ne tenê li ser rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê ye, lê li Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî rojnamevan dibin hedefa êrişan û rastî binçavkirinê tên. Ji ber ku ev rojnamevan dengê heqîqetê derdixin pêş çavê civakê û cîhanê.”
‘Pênûs û kamîre çeka me ye’
Alan Etê axaftina xwe wiha qedand: “Tiştê ku niha li hemberî van êrişên qirker ên dewleta Tirk û hedefgirtina rojnamevana, dikeve ser milê rojnamevanan û tê xwestin ku hêza xwe bêtir xurt bikin. Herwiha deng, kamîre û pênûsa me li hemberî êrişan yek be. Xwedî li gel, şoreş, kamîre û pênûsa havalên xwe yên şehîd xwe derkevin. Mil bi mil li kêleka şervan û hêza xwe bin. Têkoşîn û berxwedana wan derxînin pêş. Qelsbûn û têkçûyîna dagirkera Tirk jî, ji cîhanê re raghînin. Ji ber ku armanca dewletên dagirker bi taybet dewleta Tirk ew e ku dengê rojnamevanan qut bike. Lê kamîre û pênûsa me çeka me ye.”
‘Deng û pênûsa rojnamevan ji êrişan xurtire’
Di heman çarçoveyê de rojnamevan Davyan Dawid diyar kir ku ev ne cara yekemîne ku dewleta Tirk a dagirker
rojnamevanên dengê rastiyê dike armanc û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi domdarî êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Di van êrişan de sivîl, jin, zarok û rojnamevan dibin hedef. Em van êrişên bê ser û ber ên dewleta Tirk şermezar dikin. Ji xwe ji her kesî re zela û diyar ku armanca dewleta Tirk ew e ku îradeya gelê azad bişkîne. Da ku gelê piştî hezarên salan bi şoreşê re gavên ber bi demokratiyekê avêtin, dûrî demokratîkbûnê bikevin û destkeftiyên ewqas sal têk biçin. Lê hêz û vîna gelê azadîxwaz ji êrişan mezintir. Deng û pênûsa rojnamevan ji êrişan xurtire.”
‘Her em ê rûreşiya dewleta Tirk bi heqîqetê êşekere bikin’
Rojnamevan Davyan Dawid di dawiya axaftina xwe de soza dewamkirina rêya hevalên xwe yên rojnamevan da û wiha got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina rojnamevanan ew e ku dengê heqîqetê qut bike. Her hevalekî me yê rojnamevan şehîd dibe, li pey xwe mîrasekî heqîqtê dihêle. Her çiqas dewleta Tirk êriş bike wê israr û berxwedana me ya li ser şopandina heqîqetê berdewam be. Em tu carî ji dewleta Tirk a dagirker natirsin. Em ê her li ser şopa şehîdên xwe bin. Soza me jî ji hevalên me yên şehîd re ew e ku em ê berdewamiya xeta we bin û ji dagirkeran re serî natewînin. Her em ê rûreşiya dewleta Tirk bi heqîqetê êşekere bikin.”





