Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Şehîd nirxên herî pîroz in’

15/02/2025
in ROJEV
A A
‘Şehîd nirxên herî pîroz in’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo


Berdevka Ofîsa Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Hêvî Seyîd diyar kir ku şehîd nirxên herî pîroz in lewma dagirkerî dest tavêje van nirxan û ev yek sûcekî nemirovî û nexlaqî ye.

Dagirkeriya Tirk bi hemû awayan êrişî gelê kurd dike û dixwaze pirojeya Netewa Demokratîk têk bibe. Di van demên dawî de êdî berê xwe dide goristanên Şehîdan û oxirên pîroz, ev yek tê wateyê ku dagirkeriya Tirk heya ji şehîdên gelê Kurd jî ditirse.

Di derbarê kiryarên dagirkeriya Tirk yê di derheqê goristanên Şehîdan de, berdevka Ofîsa Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Hêvî Seyîd ji rojameya me re axivî.

Hêvî Seyîd da zanîn dagirkeriya Tirk ne tenê binesaziyê û mirovan dike armanc, heta goristanên Şehîdan jî ji kiryarên dagirkeriyê yên hovan e bêpar namînin û wiha got: “Dijmin ku herdem dixwaze me qir bike, helbet  ew ê tevahiya kiryarên hovane jî pêk bîne. Dema dagirkerî berê xwe dide goristanên me tê diyarkirin ku hisaba ji şehîdên me jî dike. Ev tê wateyê ku dijmin di ber têkçûnê ve diçe, lewma hemû şêwazên êrişan bikar tîne. Lê bila dagirkerî baş zanibe, em ê li hember vê yekê bisekinin û hertim li ser piyan bin û wê nikaribe moralê me bi van kiryaran bişkîne. Ev kiryar û êrişên ku dagirkerî dike ne li gor qanûnên navdewletî ne jî. pêwîste hêzên navnetewî bêdeng nemînin. Divê herkes helwesta xwe nîşan bide. Eger ku hêzên navnetewî bêdengin ev tê wateya ku ew çavê xwe jê digrin. Lê dagirkeriya Tirk dizane ku çiqasî gel bi şehîdên xwe ve girêdayî ye û nirxên wan diparêze, lewma berê xwe dide goristanên wan û dixwaze moralê gel bişkîne.”

Berdevka Ofîsa Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Hêvî Seyîd axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Li hemberî kiryarên dagirkeriyê yên hov wê çalakiyên me dewam bikin. Em ê her tim ji bo şehîdan têkoşînê bikin û bejna xwe li ber wan bitewînin û hertim em ê ji bo wan soza xwe nû bikin.  Me bi axaftina berxwedan jiyan e dest pê kiriye û em ê her û her li ber xwe bidin. Wê serkeftin ya me be. Em ê li benda axaftina mîmarê azadiyê Rêber Apo bin û em qet ranawestin. Hêviya me ew e ku Rêber Apo fîzîkî azad bibe û ev keda ku 47 salan em dikin wê bi ser bikeve û em ê bighêjin mafên xwe.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.