Thursday, May 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji têkoşerê heqîqet û azadiyê re

15/02/2025
in ROJEV
A A
Pêvajo têkoşînekî xurttir dixwaze
Share on FacebookShare on Twitter

Asya Weşûkanî.

Di tevahî Cîhanê de nehatiye dîtin ku mirov bi ewqase hejmar, canê xwe ji bo Rêberekî feda bikin û ger ku yên wiha hatibin dîtin jî; pir kêmin û li ser tiliyên destan têne hejmartin. Lê weke ku di Kurdistanê de hatiye dîtin, ku bi hejmareke pir zêde şêre jin û mêrxaxên şoreşger canê xwe ji bo; Rêber Apo feda kirin e û bi rûkenî û siloxanan, berê xwe dane mirinê. Herwiha gelek jin û mêrên dilêr û zana bedena xwe, weke perperîkên lêgerînvanên heqîqetê li derdora Rêber Apo xwe kom kirin e; xelekek ji agir û bi gotina bijî Rêber Apo û bimire komploya navdewletî qêrîyan û gihaştin kerwanê pakrewanên pîroz û hîna jî ew qehremanî û fedayîbûn bi hemû giraniya xwe, berdewam dike û wan lehengan daye îsbat kirin ku heyanî komplo berdewam be wê çalakiyên wan; yên fedayîbûnê jî berdewam be. Bi taybet jî ew jin û xortên çelng û nuhatî ku sozdan Rêber Apo û sozên xwe pêkanîn û bûn pekrewanên pîroz.

Ji xwedawend Sema Yuce bigire û heyanî Taylan, Evrim Demir, Viyan Soran, Ebu Muslim Dogan, Elefterya Fortolkakî, Yekta, Serpîl, Dilpak û bi dehan jin û ciwanên weke wan ku bi çalakiyên; canbexşane 15’ê Reşemehê pêşwazî kirin û bi canê xwe, komploya nevdewletî şermezar û pirotesto kirin û ya din jî weke ku her kes dizane û dibîne çawa, Rêber Apo berteka xwe li hemberî çalakiyên wiha hestiyar û bi taybet jî; çalakiyên bedena xwe dana ber agir û Rêber Apo gelekî ji wan çalakiyan hêrs dibe û qebûl nake. Ji xwe Rêbertî di hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re, bi hurgulî li ser van mijaran rawestiya ye û gotiye ku gerek hûn pêşiyê li çalakiyên wiha hestiyar bigrin û li şûna çalakiyên wiha hestiyar gotiye ku gerek hûn bi aqil, tevbigerin û têkoşîna xwe xurt bikin û cardin jî Rêbertî wiha bi lêv dike û dibêje: Gerek hûn di rêbazê çalakiyan de xuliqkar bin û çalakiyên, xwe cihê reng bikin û encamên xurt bi dest bixin.

Ji xwe Rêber Apo di pênc beşên parêznameya xwe de yên, manîfestoya civaka demokratîk de qala xwe û hatina girava Îmraliyê kiriye û gotiye ku; dema ku min anîn girava Îmraliyê rewşa min pir cuda bû û di wê demê de min ji xwe re wiha biryar da ku ez jî, weke hevalên destpêkê yên rojiya 14’ê Tîrmehê; têkevim rojiyê de û heyanî dawiyê ji jiyana wiha xwe bînim. Lê paşî ez hizirîm û min ji xwe re got ku ji xwe hedef û armanca, hêzên komploger jî ew bûye ku şexsê min têkbibin û gelê Kurd bê xwedî; bihêlin û ya din jî xwe ji gelê Kurd û gelê Tirk her duyan jî xelas bikin. Ji ber vê min got ku gerek ez vê pîlana li ser gelan xera bikim û tola xwe ji hişmendiya dewlet netew û hêzên wê yên komploger bigirim. Li ser van bingehan min dev ji çalakiya bi rêbazê, kilasîk berda û ez ketim nava fikarên ku ezê çawa; komployê vala derxînim û her du galan ji pîlana sedsalê ya bikuj û were kuştin xelas bikim. Rêber Apo dibêje ku ez gelekî li ser pirsgirêka gelan, fikirîm û min serê xwe teqand ji bo ku ez dehfika; li ser gelê Kurd bê bandor bikim û gelan ji pirsgirêka kor xelas bikim.

Cardin jî Rêber Apo qala serokê demkî yê Tirkiyê Bulent Ecevîd kir û gotiye ku ez nizanim, çima Apo radestî me kirin û Bulent Ecevît jî mafdar bû di gotinên xwe de, ji ber ku hêzên derve yên komploger Rêber Apo weke gulokek agir avêtin nava Tirkiyê û agir pê geş kirin. Ji xwe pir zelal diyar bû ku ew komplo bi destê hêzên nevdewletî, hate pêkanîn û xwestin ku xwe ji her du gelan jî xelas bikin û Rêber Apo bi riya parêzerên xwe ji her kesî re tayên komlpoyê yên, weke tayê îxtebûtê derxiste ronahiyê û pilanên wan; yên odeyên tarî û li pişt perdên reş vala derxist. Cardin jî Rêber Apo got ku piştî wê lêhûrbûnê min dev ji rêbazê kevin yê têkoşîn û berxwedanê berda û li şûna wê min zindan ji xwe re kire weke dibistanekê ku ez têde peradîgma kevin ya dewletparêz û komploger, guhert û li şûna wê paradîgma civaka demokratîk ava kir. Rêbertî li ser wan bingehan kete nava têkoşînê û berxwedaneke bêhempa, ji bo ku partiya ku bi xwe sazûman kiriye rizgar bike; Rêber Apo bi hemû hêza xwe ya fikrî xebitî û bi enerjiyeke pir xurt, hewildanên xayîn û tesfiyekaran tevahî badilhewa kir û cewhera Partiya Karkirên Kurdistanê bi kedeke pir mezin parast.

Bi rastî tevgera azadiyê bi hêza Rêber Apo ya bêhempa û têkoşîna wî ya 26 salan, hate parastin û gihaşte vê pileyê. Weke ku têye zanîn di salên 2003-2004’an de û di encama wê tesfiyekariya, herî mezin de her kesî tekez kir û wê tevgera Apoyî; wenda bike û hilweşe. Lê Rêberê gelê Kurd îsbat kir ku partî li ser bingehên rast û paqij hatiye sazûman kirin û hilweşîna wê ji derveyî aqilaye. Herwiha Rêber Apo bi rengekî pir balkêş û bi hunereke pir bi hostatî tevgera xwe rizgar kir û gihande saxlemiyê. Di dema ku Rêber Apo hate girtin û her kesî got ku, Apo hate gitin û wê tevgera azadiya gelê Kurd jî têkbiçe û di wan demên awarte de Rêber Apo di nava; zindana Îmraliyê de zayîneke nû destpêkir û got ku: Girava zilmê Îmralî ji bo min bû dibistanek ji bo ku, ez lêvegerekê di hundirê xwe de çêbikim û di mijarên ku ez di wan de bi nakokim, min di serê xwe de zelal kirin. Di her hevdîtineke xwe ya bi parêzeran re mijareke nû dixiste rojeva tevgera azadiyê û gelê Kurd de û bi van rêbazan; Rêber Apo dixwest ku wan perwerde bike û ji çareseriya netewî re hazir bike.

Rêbertî gav bi gav xwest ku gelê Kurd şiyar bike û wan bîne pileya ku ji gelan re rola pêşengtiyê bikin û di vê mijarê de her digot ku; Kurdistan kilîta Rojhilata Navîne û Rojhilata Navîn jî, dilê Cîhanê ye û wê xelasiya wan jî hevbeşbe. Ji xwe carnan jî hêza me ya fikrî têrê nedkir ku em bizanin, ka Rêber Apo çi dibêje: Lê me ji Rêbertî bawer dikir û me gelekan jî digot ku, Rêber Apo çi bibêje raste û em tevlê dibûn, lê me pir kûr fam nedikir. Ji xwe piştî ku paraznameyên Rêbertî hatin wergerandin bi zimanê Kurdî û Erebî, Rêber Apo bi xwe xiste rojeva rêxistinê ku wergerînin zimanên biyanî jî ji bo ku her kes karibe bixwîne û li ser biponije û niha jî em encamên wê pir zelal dibînin û îro çawa mirovên, zanyar û huquqnas li Rêber Apo xwedî derdikevin û dema ku fikrên Rêbertî dixwînin jî fam dikin û pir baş jî şîrove dikin.

Mirov dikare ji bo van pêşveçûnan bibêje ku Rêber Apo di zindana girava Îmraliyê de şoreşek çêkir û ew şoreş jî kire malê her kesî û ya din jî Rêbertî, di hevdîtineke xwe ya bi parêzeran re wiha bilêvdike û dibêje: Ez di her rojekê de 40 caran şoreşê çêdikim û ger ku derfet dihêla, hiqûqî de bidin min ezê Kurdistanê wergerînim bihuştê. Tevî ku em ji dervene jî lê weke heval û hogirên Rêber Apo, em pir lawaz dimînin û nabin destek û alîkar û ev jî rexnedayîna herî mezin e, û bi wate lê tekez gerek were piratîze kirin û jiyanî bibe. Têkoşîn û berxwedana Rêber Apo ya 26 salan ji bo me hemûyan, ciyê îlhama têkoşîn û berxwedanê ye, û di encama wê têkoşînê de gelê Kurd û dost û hevalên xwe, li her deverê reng û dengê xwe daye û ji gelên bindest re bûye ciyê îlham û kelecaneke mezin. Weke ku têye zanîn gelê Kurd û keç û kurên xwe yên lewend, li kêleka hev di sengerên pêşde şerê desthilatdarên faşîst dikin û biryar dane; ku wê şerê xwe yê gelê şoreşgerî berdewam bikin heyanî serkeftinê.

Weke ku em dibînin gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê jî, bi gelemperî jin, mêr, ciwan û zarok ji heft salî û heyanî heftê salî, her kes di nava çalakî û geşedanan dene. Weke ku her kes şahidiya wê dike çawa di encama ked û têkoşîna Rêber Apo ya salan berhem dide û ji bo siberojê dibe çavkaniya bingehîn. Dema ku mirov dibîne ku kesayetên navdar, rewşenbîr û hiqûqnas li Rêber Apo xwedî derdikevin mirov pir kêfxweş dibe; lê di heman demê de jî mirov weke heval û şagirtên Rêber Apo xwe lawaz û netêrker dibîne. Ji xwe carnan hin kesayet derdikevin ser medyaya civakî û kesayeta Rêbertî pesin didin, mirov dibêje çima; em hevalên Rêber Apo nikarin wiha Rêbertî wesif bikin û bînin ser ziman. Ji xwe diyar dibe ku em di hêla tewrî de jî lawazin û nikarin hest û helwesta xwe ya li hemberî dijmin jî îfade bikin û em Kurd ji bo me piratîk giringe; lê di rastiyê de ger ku mirov xwe bi ziman îfade neke, piratîka mirov jî lawaz dimîne.

Ji bona vê yekê gerek em weke ku çawa piratîk dikin wiha jî tewrîk bikin û xwe pir baş, îfade bikin bi taybet jî di wesifdana Rêbertî de gerek em weke hunermend û wêjevanan bi erkê xwe rabin û gerek were zanîn ku ew xwedîderketina li Rêber Apo jî berhema ked û têkoşîna wî ya 50 saliye. Careke din ez komploya navnetewî şermezar û pirotesto dikim û dibêjim ku di van demên dawiyê de, rayedarên dewleta Tirk derfetên hevdîtina Rêbertî ya bi heyeta( DEM PARTÎ) re daye û ji bona ku pirsgirêka Kurd û Tirk û rojhilata navîn çareserbike Rêber Apo her tim di nava kar û xebatêdeye. Lê wê dewleta Tirk çiqasî rast û durust be di vê yekê de, ev yek qet diyar nîne, lê tişta giring jî ewe ku, derfetek hatiye dayîn ku danûstandin di nava partî û aliyan de were çêkirin û dibe ku bibe sedem ku gelê Tirk jî û partiyên siyasî dijberî pergala AKP’ê derkevin û wê tengav bikin. Di van rojên pêş me de wê zelal bibe ka niyeta dewleta Tirk wê çibe.

Lê ez bi hêvîme ku çareserî were çêkirin, lê mixabin, dewleta Tirk tu hêviyê nade mirov ji ber ku ji hêlekê ve hevdîtinan dike û ji hêlekê din ve jî êrîşî ser gelê Kurd li Bakur, Rojava û bi taybet jî li bendava Tişrînê dike û ev jî, dibe sedema gumanan. Lê careke din em hêviya xwe ji çareseriyê tu carî qut nakin û her wê hêviyên me zindî bin û weke ku gelê me dibêje hêviyên me bi Rêber Apo û gelê me yê têkoşer heye û serkeftin teqez wê ya gelên mafdar be.

Post Views: 127
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.