Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bendava berxwedanê Rûmeta me ye’

15/02/2025
in ROJEV
A A
‘Bendava berxwedanê Rûmeta me ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/ Qamişlo


Heta ku mirov azadiyê bi dest bixe, berdelên wê jî hene, dibe ku ev berdêl birîndarbûn, gazîbûyîn û Şihadet jî be. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku azadiya xwe bi dest bixe bi hemû netewên xwe berê xwe didin bendava Şehîdan. Welatiyê bi navê Nezîr Ciwêl ê 64 salî tevî ku di lingê xwe de gaziye jî bi rêhevalên xwe re bere xwe dide bendava şehîdan.  

Dewleta Tirk bi hilweşandina rejîma Baas re firsendê digere

Piştî rûxandina rejîma Bass û hatina HTŞ’ê li ser desthilatdariya Şamê, dewleta Tirk a dagirker ev rewşa aloz firsend dît û êrîşên xwe yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kir. Piştî dagirkirina Minbicê dagirkeriya Tirk berê xwe da Kobanê, lê ji ber sekna bi biryar a QSD’ê û berxwedan gel, dagirkeriya Tirk berê xwe da Bendava Tişrînê. Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku destkeftiyên xwe ji dagirkeran biparêzin bi salane bi biryardariyeke mezin têkoşînê dikin. Dewleta Tirk bi zihniyeteke ku bi salane Kurdistanê parçe dike, tevdigere. Dagirkerî hebûna dîrokî ya gelê Kurd înkar dike û dixwaze vê hebûnê tune bike. Êrîşên li ser Qereqozax û Bendava Tişrînê mînakeke nû ya vê zîhniyetê ye.

Bendava Tişrînê abîdeya azadiyê ye

Bendava Tişrînê abîdeya azadiyê ye ku bi xwîna jin û ciwanan hatiye bidestxistin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina sîstema wekhevî û aştiyê ya ku bi têkoşînê avabûye, berxwedaneke bêhempa didin meşandin. Dewleta Tirk a dagirker jî hewil dide vê projeya demokratîk ji holê rake. Berdelên ku gelê kurd ji bo parastina axa xwe li bendava Tişrînê daye di dîroka mirovahiyê de hatiye nivîsandin. Çawa ku cîhan li hember gelek komkujiyên çeteyên Dewleta Tirk bêdeng ma, îro jî li hemberî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li bendava Tişrînê bêdengin. Di Bendava Tişrînê de xwîna kurd, ereb û xiristiyanan bûye yek û bi yek armancê parastina axa xwe dikin. Li Tişrînê jin, ciwan û mirovên temen mezin ji bo azadiyê berdelên giran didin.

Di şoreşa Rojava de gelek berdêl hatin dayîn, gelek welatiyên ku birîndarbûn û parçeyek ji canê xwe dane jî hene. Mînaka wê jî welatiyê bi navê Nezîr Ciwêl ku 64 saliye di êrîşa Dewleta Tirk de lingek xwe winda kiriye û rûxmê wî jî dev ji tekoşîna xwe bernedaye. Dewleta Tirk a dagirker di 19’ê Mijdara 2022’an de dema ku gundê Teqil Beqil ê Dêrikê bombebaran dike, welatiyên bajarê Dêrikê ji bo ku birîndara rizgar bikin berê xwe didin cîhê bûyerê, di nav welatiyan Nezîr Ciwêl jî di wî êrîşê de lingek xwe winda dike. Ruxmê ku linge xwe jî winda dike dev ji tekoşîna xwe bernade û di her qada şoreşê de dibe xwedî rol û misyon.

Nezîr Ciwêl Xidir ku hem dengbêje, hem jî di xebatên Hêzên Parastina Cewherî û di komîteya Lihevanînê de cîhê xwe digre, li ser xwsteka xwe berê xwe dide bendava Tişrînê û şahidiyê ji berxwedanê re dike.

Di derbarê mijarê de welatiyê bi navê Nezîr Ciwêl ku ji bajarê Dêrikê ji Rojnameya Ronahî re axivî.

‘Bidestxistina azadiyê berdêl dixwaze’

Nezîr Ciwêl diyar kir ku ji bo destkeftiyên şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bên parastin ew amade ne ku berdelên girantir jî bidin û wiha got: “Her şoreşek berdêlek xwe heye, berdelê azadiyê jî şehîdbûn, birîndarbûn û gazîbûne. Em îro wan rastiyan didin berçavê xwe û bere xwe didin bendava Şehîdan da ku parastina axa xwe bikin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê bi êrîşên xwe hewil dide bendava Tişrînê û Qereqozaxê dagir bike. Dewleta Tirk ji 8’ê Berfanbarê ve li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi dijwarî topbaran dike, li ser bangawaziya Rêveberiya Xweser me berê xwe da bendava Tişrînê ji bo ku em parastina av, ax û elektirîka xwe bikin. Me tu carî êrîşên dewleta Tirk ji bo xwe nekir asteng. Dagirkerî bi rêya çeteyan û bi êrîşên hewayî hewl dide Bendava Tişrînê dagir bike.”

‘Ez ji gazîbûna xwe hêz digrim’

Nezîr Ciwêl diyar kir ku gazîbûyîn li pêşiya tekoşîna wî nabe asteng û wiha domand: “Ger îro şervan di çeperên şer de ji bo parastina welatê xwe canê xwe kirine sîper û şer dikin, ez nikarim li hember fedekariya wan bejim ku ez gazî an jî birîndarim. Em îro ji bo Rûmeta xwe şer dikin, heta ku dilopek xwîn di laşê min de hebe ez ê li berxwe bidim. Ger min îro parçeyek ji canê xwe dabe ji bo min rûmete, ew jî dihêle ku ez hîn zêdetir xwedî li nirxê şoreşê derkevim. Em birîndar jî bibin an şehîd jî bibin moralê me nakeve, wê tekoşîna me mezintir dibe.”

‘Dewleta tirk sûcên şer dike’

Welatiyê bi navê Nezîr Ciwêl di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Komkujiyên ku dewleta Tirk li bendava Tişrînê pêk tîne sûcên dijmirovî ne. Bendava Tişrînê îro bûye keleha berxwedanê ku şervan û gel bi yek rihê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ber xwe didin. Çawa ku dagırkerıya Tirk bi balafirên şer şervanên di eniya pêş de dike hedef, welatiyên ku li Tişrînê nobedariyê dikin jî dike hedef. Her kes dizane yên ku diçin bendavê gelê sivîle û ne kesên leşkerin. Tene îrade û baweriyek me heye ku em axa xwe diparêzin. Balafir û ne jî tang û topên dewleta tirk li pêşiya me nabin asteng. Li kêleka me hevalên me şehîd jî ketin, herçiqas ji bo me cîhê xemginiyê be jî lê mîrasê ku wan ji mera hiştiye pêwîste em bigîhînin serkeftinê.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.