Birûc Resûl/Bendava Tişrîn
Li Bendava Tişrînê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên berxwedêr bi sekna xwe bersiveke xurt didin dagirkeriya Tirk û îradeyeke xurt raber dikin. Berxwedêrên li bendavê diyar kirin ku ew ê xeyalên dagirkeran ji holê rakin.
Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, berxwedana gelan a Bendava Tişrînê ev zêdeyê 28 roj in dewam dike. Ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel kom bi kom berê xwe dide Bandavê. Vê carê jî ji kantona Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi sedan welatiyan berê xwe dan bendavê. Li ser bingiha ku ax û rûmeta xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêzin, çalekiyên cur bi cur li dar dixin.
Derbarê êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û li hemberî wê jî têkoşêna gel, welatiyên kantona Reqa, Tepqa ji Rojnamaya me re axivîn.
‘Wê encam ne li gorî dilê dewleta Tirk a dagirker be’
Welatiya bi navê Ferîda Mehmûd ku ew jî cihê xwe di nava nobedarên Bendava Tişrînê de digre, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew ji top û belafirên Erdogan mezintirin û wiha got: “Gava ku dewleta Tirk a dagirker êrişî derdora Bendava Tişrînê dike û gel birîndar û şehîd dixe, ew wiha dike da ku gel nema berê xwe bide bendavê û bendav jê re vala bimîne. Lê bila lêbixe heya ku biweste, em natirsin û gavekê bi paşve navêjin. Erdogan çi kir û çi nekir, tu goristan nema ku bi keç û xortên me danegirt. Xwarina ku em dixwin di qirika me de dimîne, ji ber ên ku şehîd dikevin zarokên me ne. Em neçûne erdê Tirko ew li cem me li çi digere? Ev li ser erdê me ye, me bi xwêdana eniya xwe û xwîna şehîdan dagirtiye. Em ji topên Erdogan mezintir in. Heta dawî em ê li vir bin û her gav û kêlî em durşmeyên ‘bijî berxwedana gelê şerê gelê şoreşgerî û bijî berxwedana QSD`ê bilind dikin’. Em wekê gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her em ê bi rihê şerê gelê şoreşgerî tevbigerin, em hemî jî niha li bendava şehîdan û berxwedanê ne ji bo rûmeta xwe biparêzin. Em nahêlin ku armanc dagirkeriya Tirk pêk were, wê encam ne li gorî dilê dewleta Tirk be. Em tu carî nayên tunekirin û wê teqiz serkeftin a kurd û Kudistanê be.”
‘Bi rihê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin’
Welatiyê bi navê Ebdulrehman Şekiro jî destnîşan kir ku stratejiya şerê gelê şoreşgerî bi rihê pêvajoyê ve girêdayî ye û wiha pê de çû: “Li hemberî êrişên hovane ku li ser gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk tên û bi tayebet ku niha li bendava Tişrîn û pira Qeraqozaqê bi dijwarî dewleta Tirk êrişên xwe didomîne. Ez niha yek ji pêkhateyên Êzîdî me û tevlî vê berxwedana rûmetê bûme, pêwîste her ferdekî di civakê de xwe li hemberî parastinê berpirsyar bibîne. Xwe bibîne berpirsyarê parastina ax, şeref, şoreş û nirxên xwe. Ji ber ku parastin tenê nakeve ser milên hêzên leşkerî. Hemû ferdên di vê civakê de li hemberî êrişan rû bi rû ye. Lewma her ferdek pêwîst e tevlî vê berxwedaniyê bibe. Ger em bigihîjin vê astê dijminê me zû bi zû cesaret nake êrişî me bike lewma em dibêjin bi rihê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriya demokratîk ava bikin. Li hemberî van êrişan şervanên QSD û YPJ’ê li eniyan berxwedaneke bêhempa raber dikin. Gelên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgirî bidin şervanên xwe ev zêdetirî mehek li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê dane destpêkirin û bi awayekî dorveger ev çalakî didome. Gel ji bo parastina xak, av û elektrîka xwe sekneke ku mînaka wê nîne raber dikin.”
‘Armanca êrişan pêşîgirtina azadiya gel e’
Ebdulrehman Şekiro di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo pêşî li çalakiya gel bigirin, her roj êrişê sivîlan dikin. Di encama van êrişan de bi dehan sivîl şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn. Bi top, balafirên şer û balafirên bêmirov ên bombebarkirî bi awayekî eşkere êrişê sivîlan dike. Armanca wan pêşî girtina gel e. Lê belê gel bi sekna xwe ya berxwedêr bersiveke xurt dide dagirkeran. Îradeyeke xurt raber dikin. Dibêjin eger wesayît nebin jî em ê bi meşê xwe bigihînin Bendavê û parastina wê bikin. Ev sekn û peyameke xurt e. Di têkoşîn û berxwedanê de israrek mezin heye. Ev 13 sal in têkoşîneke dijwar tê meşandin. Çawa Kobanê di sala 2014’an de di cîhanê de deng veda, wê di sala 2025`an de Bendava Tişrînê bi berxwedan, sekn û hebûna gelê xwe û şervanên xwe dîsa li Bakur û Rojhilata Sûriyê ji bo parastina ax, av û elektrîka xwe berxwedaneke dîrokî raber bikin.”