Farûk Sakik
Serokê Amerîka yê wê demê Bill Clinton piştî 21 salan di Cotmeha 1994’an de serdana Sûriyê kir. Ji 4 saetên hevdîtina Bill Clinton-Hafiz Esad, 3 saet jê der barê Rêber Apo de bû.
Ev hevdîtin starta Komployê bû. Perde ewroj vebû û di 15’ê Sibatê de ev perde hat girtin. Perdeyeke nû ji nû de vebû. Evcar li dika dîrokê Rêber Apo hebû. 26 sal ev rola xwe ya ji bo aştiya cîhanê, li hember hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo parastina gelan têdikoşiya.
Di sala 2023’yan de şerê cîhanê derbasî qonaxeke nû bû. Di vê serdema nû de diyar e ku dizayneke nû di rojevê de ye. Îsraîl li Rojhilata Navîn hakîmiyeta şer girtiye bin destê xwe. Dema ku 26 sal berê komplo dane destpêkirin wan bawerî anî ku vê tevgerê vî rêberî wê di 15’ê Sibata 1999’an de ji holê rakin. Nebû-nikaribûn. Dema ku îroj ji nû de vegeriyan herêmê dîtin, ev tevger û ev rêber diha bi hêz û mezintir bûye. Ji bo vê yekê di hin çareseriyan de ji Rêber Apo alîkarî xwestin. Rêber Apo ji bo parastina mafê gelên herêmê qebûl kir. Hevdîtinan dest pê kir. Heyet çûn giravê û vegeriyan. Ev bazariyek û lihevkirinek e. Li ser çi û çawa lihevkirin em nizanin di rojên pêş de wê zelal bibin. Herkes li benda dengê Rêber Apo ye.
Bi peyamên Rêber Apo di nav civaka de hêviyek peyda bû.
Îroj, bi vê baweriya civakê, li ser navê gelan bi paradîgmaya xwe daxilî siyaseta Rojhilata Navîn dibe. Di demeke wiha de ji bo bi tenê nemîne û bihêz be, divê ku herkes erk û berpirsyariya xwe bi cîh bîne.Herkes li aliyekê çawa dikare tevlî vê rêwîtiyê bibe ji îro de amadekariyên xwe bike. Rojên giran û zehmet li pêş me ne. Rêwîtiya aştiyê ji şer zortir û zehmetir e. Di vê rêwîtiyê de aliyên bi salan ji vî şerî sûd wergirtine ji bo şîrket, îqtidar, berjewendî û dewlemendiya xwe biparêzin-bidomînin wê astengiyan derbixin. Aha wa di siyaseta Tirkiyê de zimanê li hemberî vê rêwîtiyê tê bikaranîn ji anha de îşaretên wê di paşerojê de zehmetiyên çawa derkevin pêş aştiyê nîşan dide.
Di demek waha de di 10’ê Sibatê de Kontra-Abdulkadîr Selvî ku bi salane di bin siya AKP’ê de telisiye, dest bi êrişan kir. Bi terzek bêedebî ji bo hin nirxên Kurdan peyva ‘terorîst’ bi kar tîne. Kontra-Selvî dizane heger rêwîtiya aştiyê bi encam bibe, siya ser wî wê vekişe û li bin tavê bitevize.
Rêvebirên Tevgera azadiyê van talûkeyan ji anha de dibînin û di daxuyaniyên xwe de balê dikşînin ser vê yeke. Dixwazin Rêber Apo di şertên azad de bikaribe nexşeriyê bi rê ve bibe.
Murat Karayilan jî di Stêrk Tv de dixwest balê bikişîne ser niyeta kesên wek Kontra-Selvî. Dibîne ku kesên wek vî kontrayê wê derkevin û li pêşiya Rêber Apo bibin asteng. Wek vî kontrayî gelek kesan Murat Karayilan xelet xwendin û fahmkirin. Bi tenê van gotinên wî bersiv dide herkesî.
“Divê Rêber Apo azad bibe. Ji derveyî Rêber Apo kes nikare van hevalan îkna bike ku çek berdin. Destpêkê divê Rêber Apo azad bibe û li cihekî azad, bi rêya teknîkê dibe, rêbazên cuda dibe, heyetan dibe, li ser vê pêvajoyê bisekine. Angu bangeke sembolîk bê guman hêja ye. Lê piştre jî divê bikeve meriyetê.”
Bi tene dixwaze rê li pêşiya rêwîtiya azadiyê vebe û Rêber Apo jî azad be.