Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berê jinê didin mirinê

12/02/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di pergala nû ya cîhanê de rola dagirkeriya Tirk
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale


Mêr di her nêzîkatiyeke xwe ya ji jinê re hewl dide ku sûdwerbigire û çi ji jinê were ne girîng e. Ji mafên xwe dibîne ku her tiştî bike û dikare jin, zarok, ciwan û her kesî bike qurbanê xwe. Di civaka zayendperest de her tim hewl tê dayîn ku hemû kêmaniyên mêr bi jinê îzah bikin. Çima ev nêzîkatî ji jinê re têne kirin? Civaka zayendperest li gorî pîvanên xwe li jinê dinêre, jin çiqasî bê qisûr bin wê tiştekî pêve bikin da ku nêzîkatiyên xwe ji jinê re rewa bikin.

Heqîqeta nêzîkatiyên ji jinê re li ber çav e. Jin gihandine asta êdî ew bixwe pir jinî, tûndiya li ser jin û zewaca zarokan rewa dibînin û li hemberî wê bê bertek bimîn in. Meclisên Kombûna Jin a Zenûbiya têdikoşin da ku jin ji qeyd û zincîrên koletiyê rizgar bibin û ji bo hebûn û rûmeta xwe dest bi têkoşînê bikin. Li beramberî vê yekê jin bertekên neyînî nîşan didin. Çima rêbazên civaka zayendperest têne lêpirsîn kirin, bertekên neyînî ji jinan bi xwe derdikev in. Jin qebûlnakin ku pir jinî û zewaca zarokan rabe. Gelek jin pir jinî ji pirsgirêkên xwe û hevjînê xwe re çareserî dibînin, ji bo ji mêr xilas bibin ew bixwe hevjînê xwe cara duyem, siyem û hwd. dizewicîn in. Ji vê mînakê tê fêmkirin ku jin bi temamî hêviyên xwe ji jiyanê qut kirine û her tim li benda mirinê ne.

Her wiha rêbazê pir zewacî ji bo terbiyekirina jinê tê bikar anîn. Ji mêr zêdetir jin vî rêbazî li hemberî hevdû didin bikar anîn. Eger jin ji hevdû heznekin, di navbera wan de pirsgirêk hebin ji bo hevdû terbiye bikin an jî tola xwe ji hevdû rabikin, mêr ji carekê zêdetir dizewicîn in. Ev rêbazên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî têne bikar anîn dibin sedema pirsgirêk mezin bibin.

Çawa asayî bûye ku mêr ji carekê zêdetir bizewice, zewaca jin a li ser hewiyê jî asayî ye. Keçên ciwan hîna temenê wan nebûye 18 salî diçin ser hewiyê. Ji xwe hilweşandina têkiliyên jin û mêr ne pirsgirêke û berdan gelekî zêde ye. Mêr hene ku salê carekê dizewicin, eger hevjînên wî bibin 4 wê êdî hinek ji wane berde heyanî ku bikarbe dîsa bizewicê. Gelek mêr hene ku zêdetirî 10 caran zewicî ne, hejmara zarokên wan dighêje 50 zarokî û civak tiştekî ji wan re nabêje.

Civaka ku xwe birêxistin neke, her tişt li gel wan asayî be wê her tim mehkûmî cehaletê bin. Bi taybet eger hemû rêbaz û nêzîkatiyên ji jinê re asayî werin dîtin, ew civak wê nikaribe xwe ji cehaletê rizgar bike yan jî pirsgirêkên xwe çareser bikin. Keçên ciwan hîna sal li ser zewaca wan re derbas nebûye ji ber nikarin wate bidin pirsgirêkên di navbera jin û mêr de dawî li jiyana xwe tînin. Hêza wan nîne ku pirsgirêkan çareser bikin û derdor wan tîne rewşa çareseriyê di mirine de bibîn in. Civak berê wan dide mirinê, ne ew mirinê hildibijêrin.

Post Views: 102
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.