Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Reqsa bêexlaqiyê

08/08/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
113 Roj
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Di 2’yê Tebaxa 1990’an de Iraqê Kuweyt dagirkir. Ev dîrok wek destpêka şerê cîhanê yê sêyem tê pejirandin. Ev şer îroj li eniyên cûda dewam dike.

Şerê cîhanê yê sêyemîn, di 18’ê Kanûna 2010’an de, li Tinûsê bi destpêkirina “Bihara Gelan” ket qonexek nû. Piştî Tûnis şer li gelek eniyên wekî Misir, Lîbya û Yemen belav bû û di demek kin de bi encam bû. Di pêla “bahara gelan” de, sala 2011’an eniyek nû vebû; Eniya Sûrî. Û ev şerê Sûrî ku parçeyek ji şerê cîhanê bû, îroj êdî hêdî hêdî bidawî dibe.

Ji bo ku Sûrî di “Bahara Gelan” de fînal bû, her tişt jî cûda bû. Li vê eniyê hin qoz dihatin parvekirin. Di vê eniyêya şer de, Rûsya jî hebû. Êdî Amerîka û hêzên navdewletî li gorî kêyfa xwe nikaribûn hesp-balefirên xwe li vê eniyê bi bezînin.

Herdû hêzên mezin Rûsya û Amerîka, li Sûrî lihev kirin, parvekirin, li hember hev bêdeng man û erişî hev nekirin. Dest nedan hevkar-pîyon-çete-mitefik û alîgirên hev. Bi tenê li gorî stratejiyên xwe yên esasî tevgeriyan.

Sal derbasbûn reqsa wan a bê edebî li ser axa Kurdistanê destpê kir. Dema ku ev reqs dest pê kir, dewleta Tirk rojek bi Rûsya re û rojek bi Amerîkayê re, di reqsa bê edebiyê de bû. Carnan di şevek de ji paşila yekî derbasî paşila yekî din dibû. Di bedêla vê bê edebiya xwe de; zîv, zêr, neft, mucevher, qat, yat, xaz û vîla nedixwest. Tek daxwazek wî hebû; Bila Kurd nebin xwedî statuyek

Di sala 2018’an de sedemên bê edebiya wan a dagirkirina Efrînê, me di rûpelên rojnameyên paparazî de dît. Rûsya saha xwe ya hewayê ji wan re vekir. Hatin bi hemû hovitiya xwe dagirkirin û piştre jî talan kirin. Di bedêla wê de jî çeteyên Erdogan, di şevekê de ji Hama û deverên din barkirin hatin li Îdlîb û Efrînê bicîh bûn.

Lê li rojhilatê Firatê statuya Kurdan dewam dikir. Diviya ev statu ji holê bihata rakirin. Li rê û rêbazek talanê û dagirkeriyê digeriyan. Rejim û Rûsya dema ku Amerîka biryara vekişandinê da, ji bo ku vê heremê bi dest bixin ketin nav hewldanan. Roj hat Amerîka vekişandina xwe da seknadin. Li ser vê biryara Amerîkayê, Rejim û Rûsya ji bo vê heremê bidest bixin û sîstema vê herêmê serûbin bikin, îhale radestî Tirkiyê û Erdogan kirin.

Tirkiyê îroj behsa “herema ewle” dike û gef li Kurdan dixwe. Tu kesî ji gotina, “ji vê herêmê, sînorê me tê tehdît kirin” bawerî neanî. Ji gotina “penaber û koçberên li Tirkiyê em ê li van deveran bicîh bikin” jî kesî bawerî neanî. Îroj herkes dizane ku ev dagirkerî; ji bo ji nû ve zîndîkirina DAÎŞ’ê ye!

Lê nayê zanîn Tirkiye û Rûsya li odeya kîjan otêlê biryar girtin ku bi navê “heremek biewle”, axa Kurdistanê dagir bikin û çeteyên bi Tirkiyê ve girêdayî, bînin li wê heremê bicîh bikin.

Li hember van gefxarina Amerîka jî di nava hewldanan de ye. Dema ku min ev nivîs dinivîsî (06-08-2019), Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Thomas Esper daxuyaniyeke balkêş da û got: “Em ê tu operasyoneke Tirkiyê ya li dijî bakurê Suriyê qebûl nekin. Tişta ku em bikin ev e; Astengkirina operasyoneke yekalî ya li dijî bakurê Sûriyê ku wê xisarê bide berjewendiyên hevpar ên Amerîka, Tirkiye û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) e.”

Amerîka di daxwiyaniya xwe de, behsa berjewendiyên xwe jî dike. Lê em ê li bendê bin, ka ji bo berjewendiyên xwe be jî, wê destûr bide hewldanên Tirkiyê yên dagirkeriyê an na.

Lê em baş dizanin; ji bo ku Tirkiye hêz û cesareta ji Rûsya girtiye, di hewldanên xwe yên dagirkeriyê de bi israre. Kurd jî ji bo parastina herema xwe bi israrin. Ew ê evcar dîrok ‘Efrînê’ dubare neke. Kurd û gelên li bakur-rojhilatê Sûrî ji niha ve, ji bo parastina axa xwe, ji Dêrikê heta Minbicê ango li ser dirêjahiya 600 KM a sînor, amadekariyek mezin dikin. Evcar, wê xeyalên Erdogan yên Mîsak-î Mîllî li vêderê têk herin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.