Thursday, May 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Desthilata Şamê bi bêdengiya xwe dibe hevkara dagirkeriya Tirk’

11/02/2025
in ROJEV
A A
‘Desthilata Şamê bi bêdengiya xwe dibe hevkara dagirkeriya Tirk’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo


Xanim Hibo da zanîn ku ew ê heye dilopa dawî ji xwîna xwe têkoşîn bike, xaka xwe radestî dijmin neke û wiha got: “Bila desthilata Şamê ji bo êrişên dewleta Tirk xwe bêdeng neke, bêdengiya wê tê wateya ku bi dagirkeriya Tirk re hevkariyê dike.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên bejahî û hewayî li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Bi taybet li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê êrişên pir dijwar tên kirin. Wek ku tê zanîn Bendava Tişrîn ji bo gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çavkaniyek jiyanê ye ku pê ava xwe tînin û jêdera elekitrîkê ye. Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku av û elekitrîka xwe biparêzin ev 39 rojin bi kerwanên bajar û bajarok diçin bendavê û nobetî digrin.

Yek ji jinênê ku tevî serma û seqemê li Bendava Tişrînê nobetê digre Xanim Hibo ku ji bajarê Kobanê ye  ji rojnameya me re axivî.

‘Dewleta tirik dixwaze tkoşîna jinê têk bibe’

Xanim Hibo di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Bi hatina şoreşa Rojava a ku bû çirûska jina azad û em ji qalibê zilamê serdest rizgar kirin. Em niha di hemû sazî û dezgehên civakê de rolekê dilîzin çi di milê leşkerî, siyasî û hwd. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku vîna jina azad bişkîne ew êrişî Bendava Tişrîn dike. Me jî wek gel berê xwe da vê benava berxwedanê û me her tişt li pey xwe hişt, da ku em xaka xwe ji dagirkeriyê biparêzin. Lê dewleta Tirk a dagirker ji bo ku xaka me dagirbike rojane zarok û jinana dike hedef, ma gelo mafê mirovan vê yekê nabînin çima dengê xwe nakin û van êrişên li ser sivîlan nareawestînin. Bila ev gotnina min bighêje tevahî dûniyanê çi kesên ku xwe nakin xwedî li doza Kurdan ew bixwe hevalbendên Erdoxanin. Di heman demê de em wek gelê Kobanê ev nêzî 2 mehin ne kehrebe û ne jî ava me heye, em pir zehmetiyan dikşînin. Ez nizanim dewleta Tirk çi ji me dixwaze va axa wî heye lê çavê xwe berdeaya axa Kurdan û dixwaze Krudan bi xwe tune bike. Li kêlek vê yekê jî car din êrişê zarokên me dikin û rojane komkujiyan li ser wan pêk tîne. Ez dayikek bi temen mezin û kal me dest ji mala xwe û zarokên xwe yên biçûk berdaye da ku em parastina Bendava xwe ji dijmin bikin û nehêlin dewleta Tirk bikeve xaka me de.”

‘Rojane zarok û sivîl li bendavê tên qetil kirin’

Xanim Hibû di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ev Bendav ne tenê ya gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye lê belê ev bendav ya giştî Sûriyê ye û bi vê yekê pêwîste Hikûmeta Şamê jî mudexela bike û çareyekê ji êrişên dewelata Tirk re deyne û wiha domand: “Dewleta Tirk vê yekê bi serê zarokan dike Bendava Tişrîn hîn bi xwîna zarok û sivîlan hatiye şûştin me ev însanetiye gelo!, ka mafê mirovan li kur ma, mafê zarokan li kur ma. Ev zarok zarokên xaka Sûriyê ne ne tenê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Dewleta Tirk a dagiker dibêje ez misûlmanim û ez li mê dikim, lê ez ji te re dibêjim tu ne rast dibîjî yê mûsilman be zarokan qetil nake, yê musûlman be kumkujiyan bi serê gel nayêne yê ku mûsilban be xaka gelekî na dize û dagir nake. Dema Erdoxan dibêje ez mûslmanim wê demê tu navê Îslamê xirab dike, ji ber ku tu ji teroran jî xerab tirî. Êdî bese bila çareyek ji vî gelê bindest re were dayîn û em nema vê yekê qebûl dikim ji ber ku xwîna zarokên me ne erzane û em ê heta dawî tola xwîna zarokên xwe ji Erdoxan hilînin. Dewleta Tirk a dagirker di sala 2014`an de DAIŞ`ê li cem xwe fêr kirin û berda ser gelê Kurdn da wê demê bi dehan komkujî li ser gelê Kobanê hat meşandin û bi hezaran tiştên qirêj li ser jinên me hatin kirin, lê bi destê şervanên QSD`ê ev çeteyên qirêj yên dewleta Tirk a dagirker hatin tune kirin. Niha careke din dewleta Tirk dixwaze vê yekê vejîn bike û komkujyan li ser Bendavê pêk bîne û her cûryên şer li ser gelan pêk bîne. Ev nêzî 70 rojin berxwedaniya Bedanvê bi xwîna gel û ciwanan dimeşe, ma qey ev însaniyete, em wek gel hetian ji bo em parastina ava xwe û elektirîka xwe bikin me çek ranekiriye lê belê rûxmî wê jî dewleta Tirk êriş sivîlan dike û wan qetil dike.”

‘Berxwedaniya me li bendavê wê bidome’

Xanim Hibo di nav axaftinên xwe de anî ziman ku ew Kurdin û Kurd di dîroka xwe de hatine zanîn ku ew serî ji kesekî re natewînin û ew bi baweriya xwe ve pir girêdayî ne û wiha pê de çû: “Em ti car serî ji Erdoxanê faşîst re natewînin û em ê Bendava xwe ji çavên wî xilas bikin, eger zarokên me hemû şehîd bikevin li ber vê Bedanê em qebûlin û eger were xwestin em ê jî xwe li ber vê axê canê xwe feda bikin û çavê dijimin derxînin. Em ji mirinê êdî natitsin û me têkoşîn kir xeta bingihîn a jiyana xwe. Em ê li hember vê dijiminî simbola serkeftinê hildin. Erdoxan ditirse ku Kurd pêş bikevin û Sîstema wan ya demokrasiyê balvî tevhî cîhanê bibe ji ber ku ew însanekî netewereste naxwze ku ti netew ji bilî netewa wî di Kurdisatê de hebe. Em alîkarî ji kesekî naxwazin û bi keda xwe jiyana xwe ava bikin lê bila Erdoxan êdî bela xwe ji me veke em wî naxwazin çima wê were bi darê zorê xaka me ji me bistîne û me bê war bihêle. Em Kurd nayên xapandin ji ber wê jî em naxwazin kesek derbasî xaka me bibe û pêwîste çi çeteyek di warê me de hebe derkeve, eger dernekeve wê şerekî mezin biqewime. Em dayikên welat parêz kesek bi me nikare, em ê heta dawî berxwedanî bikin. Ji ber vê jî bila Erdoxan bizane ne tenê ciwan parastina xaka xwe dikin lê belê di destpêkê de dayik welatê xwe diparêzin û wê çavê kesê ku bikeve walatê wan de derxîne. Ne kes zarokên me dibe ji bo ku li hember dijimin şer bikin, lê belê em bi destê xwe zarokên xwe didin ji bo ku piştgirtiya QSD`ê bikin û gelê xwe ji vî dijminê rizgar bikin. Em soz didin ku di jiyana xwe de ji dijmin re teslîm nebin û em ê welatê xwe ji van çeteyan paqij bikin û wê dijmin jî li ser ewqas tiştên ku bi serê Kudan anî ceza bibe.”

Post Views: 121
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist
JIN

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist

15/05/2025
1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir
NÛÇE

1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15/05/2025
Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.