Mihemed ŞAHÎN
Ev du sale dewleta tirk amedakrî dike ku êrîşê Rojhiyalata Feratê bike û wê heremê jî bi aqûbeta Efrînê re rûbirû bihêle. Ji bo wê hemû çekên xwe yên giran tank û topên xwe birine li ser tixubê Rojava bi cih kirine.
Di heman demê de dewleta tirk her tim hewl daye ku Amerîka yê ji bo dagirkirina Rojava yê îkna bike. Di pêvajoyên hilbijartinande ji bo serkeftina xwe ya hilbijartinan sê caran ceriband, lê Emerîkayê destûr neda û dewleta tirk jî cesaret nekir li dijî biryara Amerîkayê tevbigere û dakeve Rojhilata Feratê.
Li gel zext û zordarî û helwestên êrîşkar ên dewleta tirk gelek dewletên Rojava yên wekî Fransayê di astên serok dewletiyê de yan jî di astên herî jor de di qesrên xwe de rayedarên Rojava pêşwazî kirin. Yekbûna Netewan QSD weke muhatab qebûl kir û bi serfermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî re peyman destnîşan kir. Ji bo darizandina DAÎŞ’yan di qada navneteweyî de dîplomasiyeke xurt tê meşandin û pêve girêdayî statuya Rojava tê nîqaşkirin. Her çiqasî dewleta tirk bi awayeke tund bertek nîşanê van geşedanan bide jî kesî paxê pê nekir.
Piştî ku dewleta tirk dît kes paxê pê neke û her ku diçe Rojava di cîhanê de wekî stêrk dibûriqe careke din êrîşkariya xwe anî rojevê. Hewl dide bi dagirkrinê pêşî li meşrûbûn û mîsogerbûna statuya Rojavayê bigre.
Li gorî çapemeniya hewzê di van demên dawîn de dewleta tirk li gel nerazîbûna Amerîkayê nêzikî 80 hezar leşkerên xwe biriye li ser sînorê Rojava bi cih kiriye û hema hema wê bikeve Rojava. Rayedarên tirk û çapemeniya hewzê ketine nava hewldaneke wisa wekî ku Amerîka nexwaze jî wê Rojava dagir bikin.
Amerîka jî bi navbervaniya xwe hewl dide dewleta tirk û QSD’ê li dora maseyekî kom bike û wan li gorî xwestek û berjewendiyên xwe li hev bîne. An jî xeta xwe li ser herduyan ferz bike. Ji bo wê DYA’yê di 22’yê tîrmehê de nûnêrê xwe yê taybet ê Suriyê James Jefrî şand Tirkiyê û di heman rojî de ser fermandarê xwe yê paye bilind General Kenneth McKenzie jî şand Rojava.
Her çiqasî rayedarên QSD’ê bi niyet nebaşiya dewleta tirk bizanibin jî wan niyeta xwe ya baş nîşan dan û bi avakirina heremeke “ewle” ya ji 5 km yî razî bûn. Û gotin, bi şertê ku di bin çavdêriya saziyên Netewên Yekbûyî de koçberên Efrînê hemû vegerin malên xwe dewleta tirk jî dikare di dewriyeyên “herêma ewle” de cih bigre.
Lê dewleta tirk di şerê dijî kurd û tasfiyekirina destkeftiyên kurdan de bi israre. Lewre hewldanên James Jefrî yên li milê Tirkiyê bê encam man. Di 5’ê tebaxê de lijneyeke din ji Amerîkayê hatiye Tirkiyê. Hevdîtin berdewam dikin. Lê dewleta tirk di “herêma ewle” ya 35-40 km yî ya di bin kontrola xwe de israr dike. Ji bo dewleta tirk wateya 35-40 km gelek girînge. Hema hema hemû bajar û navçeyên kurdan li ser xeta 35-40 km de cih digrin. Lewre “herêma ewle” ya 35-40 km tê wateya desteserkirin û dagirkirina hemû bajar û navçeyên kurdan.
Îro di Rojhilata Navînde cihê herî bi ewle herêma Rojava ye. Weke girava azadiyê ye, di dojeha Rojhilata Navîn de bihuşta civakan e, di çolistana Rojhilata Navîn de bexçeya çand û civakan e. Li gel çendî êrîşên dewleta tirk ên 7 salên dawîn yek êrîşeke herî biçûk jî li dijî dewleta tirk pêk nehatiye. Hemû kes dizanin ku ji hêla leşkeriyê ve ji bo dewleta tirk xeternakeke herî biçûk jî tune ye. Lê niyet û armanc cuda ye. Armanc tunekirina wê giravê ye, tunekirina bihuşt û baxçeya çandane, tunekirina civaka kurd e.
Erdogan dixwaze di bin navê “herêma ewle” ya 35-40 km de hemû wargehên ku kurd lê dijîn weke Efrînê dagir bike, heremeke ne ewle ava bike, kurdan koçber bike û mal û milkên kurdan li çeteyên xwe yên dest bixwîn parve bike û 4 milyon erebên hatine tirkiyê bibe li wir bi cih bike, demografiyê biguherîne, kembera ereban a ku rejîma BAAS’a Sûriyê bi dehan salan nekarî ava bike di navbera kurdên bakur û kurdên rojava de ava bike û stêrka Rojava ya ku şewqa xwe dide cîhanê bitefîne.
Di civîna G-20’an de Trump bi devê xwe dijminahiya Erdogan a dijî kurd ragihandibû cîhanê. Cihan hemû dizene ku armanca dewleta tirk ewe ku di bin navê herêma ewle de statuya Rojava û desketiyên civaka kurd ên ku bi berdêla dehan hezarî şehîdan bidest xistine tune bike. Efrîn li ber çavê her kesî ye. Ji destpêka şerê Suriyê hetanî dagirkeriya dewleta tirk herêma herî bi ewle Efrîn bû. Piştî dagirkeriyê bû cihê pêkola çeteyên dest bixwîn û bû herêma herî bê ewle.
Di dagirkirina Efrînê de careke din diyar bû, herêmên ku dewleta tirk dagir dike ji bo guhertina demografiyê bi qirkirin, wêrankirin, talankirin û xespkirinê bi sedan hezaran kurdî dide koçkirin. Malên gel didizin, jinan direvînin û destdirêjiyan dikin. Wekî ku Efrîn parçeyek axa wan be bi diwaran ji Sûriyê qut dikin. Walî û qaymeqamên xwe li wan deran erkdar dikin û zimanê tirkî li ser her kesî ferz dikin. Di faşîzma xwe de tû pîvan û tixub nasnakin.
Li gel ku bi vê heqîqetê dizanin jî yên ku her roj dibêjin qirkirina etnîkî sûcên mirovahî ye û bila tirajêdiya mirovî li Idlibê çênebe mixabin li dijî êrîşên dewleta tirk ên ser kurdan bêdeng dimînin. Li dijî hovtiyên ku bi serê kurdan tên bê deng dimînin. Helwesta ku ji bo Îdlibê nîşan didin ji bo Efrînê û Rojhilata Feratê nîşan nadin. Li gel cotstandartiya dewletên rojava, dewletên ereb ên ku her carî dibêjin Sûriyê dewleteke erebe û parçeyeke yekitiya erebane li dijî dagirkeriya tirk bêdengin.
Li dijî van cotstandartiyan, li dijî van bêdengiyan, li dijî van bê wijdaniyan pêwistî bi yekitiya kurd heye, pêwistî bi xurtkirina vîna azadiyê heye. Azadiya Rojava azadiya çar parçeyên Kurdistanê ye, parastina Rojava parastina çarparçeyên Kurdistanê ye.
Em hemû dizanin ku sedema sereke ya êşên giran ên hezaran salan ên Rojhilata Navîn tinebûna demokrasî û azadiyê ye. Bi qasê nan û avê pêwîstiya Rojhilata Navîn bi demokrasî heye. Bê guman rêya demokratîkbûyina Rojhilata Navîn û Dinyayê di şoreşa Rojava de ye.
Her kesên ku azadî, demokrasî, edalet, wekhevî û aştiyê dixwazin, divê li şoreşa Rojava xwedî derbikevin û li dijî dagirkeriya dewleta tirk helwesteke xurt û tund nîşan bidin û nehêlin bihuşt li civakan bikin dojeh.






