Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bila ti kes hêvî neke, dengê rastiyê nayê qutkirin’

11/02/2025
in ROJEV
A A
‘Bila ti kes hêvî neke, dengê rastiyê nayê qutkirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Viyan/Qamişlo


Hevserokê Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî ragihand ku armancgirtina rojnamevanan qutkirina dengê rastiyê ye û wiha bibîrxist: “Ezîz Koyluoglu stûnek çapemeniya azad bû, ticaran nayê bîrkirin.”

Ji bo qutkirina dengê heqîqetê  hedefgirtina rojamevanên dengê rastiyê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve berdewam e. Di 27’ê Çileya 2025’an de dagirkeriyê yek ji stûnên ragihandina azad Rojnamevan Ezîz Koylûoglû li Raniya kir armanc.

Derbarê şermezerkirina êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser rojnamevanan û şahadeta  rojnamevan Ezîz Köylüoğlu de, Hevserokê Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî ji rojnameya me re axivî.

‘Ezîz Koyluoglu dengê rastiyê yê heyî xurttir kir’

Dilyar Cizîrî ragihand ku armancgirtina hevalê wan yê rojnamevan Ezîz Koyluoglu qutkirina dengê rastiyê ye û wiha got: “Dewleta Tirk ya dagirker hemû zagonên navdewletî binpê dik e. Dîsa îro suceke din ya dewleta Tirk ya dagirker ev bû ku mamoste û rojnamevanê çapemeniya azad Ezîz Koyluoglu kir hedefa xwe. Yek ji stunên ragihandina azad yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Salên dûr û dirêj li wir xebatên ragihandinê da meşandin. Ezîz Koyluoglu bi nûçe û analizên xwe dengê rastiyê xurttir kir. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hemû cîhanê dan naskirin. Em weke rêheval û şagirtên wî bi şahadeta wî pir êşîyan. Bila dewleta Tirk ya dagirker wê rastiyê pir baş bi zanibe ku em bi şahadetan xurttir dibin. Bi armanckirina pêşeng û mamosteyên civakê nikare me xêlas bike. Em êrîşa dewleta Tirk ya dagirker ya dijî hevalên me yên rojnamevan şermezar û lenet dikin. Ji bona mirateyên Nazim, Cîhan û Ezîzan em ê xebatên xwe xurttir bikin û derew û xapandinên wan yên ku civakê dikin em ê derixînin rûyê erdê. Em ê xebatên wan yên dengê rastiyê bilindtir bikin. Dewleta Tirk dikare me fizîkî bikûje, lê nikare vîn û îradeya me radest bigire. Dewleta Tirk çawa li çîyayên azad li hemberî gerilayên azadiyê û berxwedana gel û şervanên niha li Bendava Tişrînê dimeşînin de xetimiye nikare gav pêş de bavêje. Di heman demê de, bi armancgirtina dengê rastiyê û endamên Ragihandina Azad nikare encam jî bigire. Beriya niha çend  rojan armanckirina rêhevalê me Nazim Daştan, Cîhan Bilgîn û îro jî heval û pêşengê me Ezîz Koyluoglu hat şehîd kirin. Dewleta Tirk naxwaze ku rastî bên eşkere kirin.”

‘Cîhan bigiştî jî, li hember kiryarên dewleta Tirk ya dagirker bêdeng e’

Cizîrî anî li ser ziman ku êrîşên li dijî endamên ragihandinê sucekê navnetewîye, pêwîste bertekên tûnd bên dayîn û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Êrîşên dijî rojnamevanan sucê mirovî ye, pêwiste dewleta Tirk ya dagirker di asta navnetewî de, ji ber tometên xwe yên êrîşên dijî rojnamevanan bê darizandin. Êdî kiryarên dewleta Tirk yên hemberî rojnamevanan sînor derbas kiriye. Dewleta Tirk ya dagirker xitimandinên xwe yên li qada şer hewil dide ku armancgirtina dengê rastiyê bide bihûrandin. Lê em ê derew û xapandinên dewleta Tirk ya dagirker derxînin hole. Êdî hewildanên dewleta Tirk ya dagirker yên şerê taybet û derûnî vala ye. Dewleta Tirk ya dagirker ger ku çareseriyekê pirsgrêka Kurd û rast nezî pêvajoya ku Rêber Apo pêşengiyê jê dike nebe, dê têk biçe. Ev li holê ye. Aliyê aborî de û aliyê civakî de jî dewleta Tirk ya dagirker binketiye. Salê sedan cenazeyên leşkerên wan diçin û hindirê wê vala ye. Ji be rev rastiya ne, ne derxînin li holê endamên ragihandinê û saziyên çapemeniya azad tên armanckirin. Ev gorî zagonên navnetewî jî sûceke û divê dewleta Tirk ya dagirker bê darizandin. Lê mixabin sazî û dezgehên rojnamevanan yên navnetewî jî li hemberî wan kiryar û êrîşên dewleta Tirk ya dagirker bêdeng dimînin. Di raya giştî de jî bertek nayê dayîn. Ev jî tê wateya ku di wan êrîşan de piştgriya dewleta Tirk yê dagirker tê kirin. Lê em weke çiqêlê darê ne, yêk diçe yêk şîn dibin. Em ticaran pênûs û wênekeşên hevalên xwe erdê nahêlin û li pey şopa wan ya heqîqetê bimeşin. Dîsa bejna xwe li ber tevahî şehîdên ragihandinê tevînin û hevalê me Ezîz Koyluoglu bibîrtinin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.